Buldan tecawizên li kampên AFAD’ê ji Wezîr Ala pirsî
Buldan tecawizên li kampên AFAD’ê ji Wezîr Ala pirsî
Buldan tecawizên li kampên AFAD’ê ji Wezîr Ala pirsî
Cîgira Serokê Koma HDP’ê ya Meclîsê Pervîn Buldan bûyerên tecawiz û tacîz ên ku di kampên AFAD’ê de li hemberî jinên penaber ên ji ber şerê li Sûriyeyê reviyan û li van kampan bi cih bûn, ji Wezîrê Navxweyî yê Tirk Efkan Ala pirsî.
Cîgira Serokê Koma HDP’ê ya Meclîsê Pervîn Buldan bûyerên taciz û tecawizê yên ku di kampên AFAD’ê de, li hemberî penaberên ji ber şerê navxweyî yê li Tirkiyeyê reviyan û li van kampan bi cih bûn, ji Wezîrê Navxweyî yê Tirk Efkan Ala pirsî. Buldan têkildarî mijarê pêşniyarpirsek amade kir û têkildarî mijarê pirs ji Ala pirsî.
Buldan di pêşniyarpirsê de bibîr xist ku bi sed hezaran kesên ji ber êrîş û komkujiyên ji aliyê komên weke El Nursa û DAIŞ’ê ve têne kirine koçber bûne û jinên penaber ên ku di kampên AFAD’a dewleta Tirk de bi cih bûne, rastî taciz, tecawizê tên, her wiha zor li wan jinan tê kirin ku karê fihûşê bikin. Buldan têkildarî mijarê pêşniyarpirsek bi armanca Ala bibersivîne anî rojeva meclîsê.
Buldan van pirsan ji Ala pirsî: “Çi di kampan de, çi li derveyê kampan, penaberên jin û zarok ên hatine bicihbûne, li rastî gefên tecawiz û fihûşê tên. Gelo Wezareta we ji bo pêşîlêgirtina van hewldanên tecawiz û fihûşê yên li hemberî jin û zarokên penaber ên Sûriyeyê tu tiştek dike? Bi taybet zarokên di navbera 13-17 salan de, çi li kampan, çi li derveyê kampan bi darê zorê tên zewicandin û ev yek binpêkirina mafan e. Gelo wezareta we ji bo pêşîlêgirtina van zewacên zarokan ên bi darê zorê tu yekîneyek ava kiriye? Weke di hevpeymana navneteweyî de, ji bo zarok û jinan pênaseya ‘koma hesas’ tê bikaranîn, gelo ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinên mafan ên li hemberî jin û zarokên keç û ji bo ji tecawiz, tacîz, binpêkirina mafan û tundiya fîzîkî û cinsî we heta niha tu xebatek daye meşandin?”