Bûldan: Ji bo serketinê em dixebitin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, anî ziman ku li Stenbolê kirine hedef ku 2 milyon deng bi dest bixin.

Bûldan bibîr xist ku 24’ê Hezîranê fersendekî mezin e û hemû Kurdan pişta xwe daye AKP’ê û got: “Ji bo HDP’ di hilbijartinê de ser bikeve, bi hêz derbasî parlemetoyê bibe, divê em hemû gelek kar bikin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan îro li Taxa Esenyûrt a navçeya Sûltangazî ya Stenbolê tevlî vekirina buroya hilbijartinê bû. Bûldan a bi dowîzên ‘Tu Dikarî’ û alên HDP’ê hate pêşwazîkirin, diyar kir ku hilbijartinê wê qedera gelên Tirkiyeyê bide guhertin. Bûldan bibîr xist ku ev hilbijartin ji bo gelên Tirkiyeyê fersendekî dawî ye.

Bûldan anî ziman ku wê AKP yek ji cihê destpêkê lê winda bike Stenbol be û got: “Botanî, Karadenizî û Serhediyên li Stenbolê dijîn, me hemûyan soz dabû Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, me soz dabû yên ‘dema qedexeya kolanan’ de li ber xwe dabûn. Divê em 24’ê Hezîranê li ser soza xwe rawestin û bersiva pêwîst bidin.”

 ‘HÊ BI HÊZTIR TEVLÎ PARLEMENTOYÊ BIBIN…’

Bûldan got: “Ev wela tenê ji Kurd, ciwan, jin; ji heft salî heta heftê salî bi jin û mêr heye. Em ji bo vî mêrê zalim zilma wî hilweşînin ketine ser rê. Hûn ji bo Demîrtaş ê li nava çar dîwaran rehîn tê girtin, ketine ser rê. Tevî hemû zext, girtina parlemeter û wezîfedarkirina qeyûman ên ji bo şaredariyên me hemê hê xurtir biçin parlemetoyê. Wê li parlemetoyê nûnertiya herî zêde HDP bike. Hedefa me ew e li Stenbolê 2 milyon deng bi dest bixin.”

‘KURDAN PIŞTA XWE DAYE AKP’Ê’

Bûldan herî dawî têkildaîr ku wê HDP’ê di bin bendê de bihêle jî ev tişt got:

“Heta niha hêza tu kesî tunebûye ku HDP’ê di sindoqan de veşêrin. Hêza we jî nagihîje. Hemû kes ji bo dengê kurdan bigire dixebite. Bi dengên kurdan dixwazin MHP’ê bibin Meclîsê. Êdî Kurdan pişta xwe daye AKP’ê. Êdî AKP nikare ji tu beşên civakê dengan bistîne. Baweriya me bi jin û ciwanan û gelê me heye, em ê bi ser bikevin.”

Bûldan axaftina xwe bi gotinên “An serkefin an serkeftin” bi dawî kir û qurdeleya buroya hilbijartinê birî û vekirina buroyê pêk anî.

Bûldan piştre derbasî navçeyên Gazîosmanpaşa û Esenler bû û tevlî vekirina buroyên hilbijartinê bû.