Bûldan: Her kes ji hikûmeta AKP’ê aciz e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li navçeya Bagcilar a Stenbolê bû. Bûldan li vir axivî û got: “Em niha bûne hêviyeke nû. Ji bo jiyaneke nû ketine ser rê.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, tevlî vekirina boroya hilbijatinê ya li Bagcilarê bû.

Bûldan li vir axivî û wiha got: “Ev sekina we sekna berxwedan û rûmetê ye. Bi têkoşîn û berxwedana bi salan we kir, her demê yên ku welat rêve birin li dijî we derketin. Her tim xwestin me bavêjin mal ve û zindanan.Em natirsin, nakevin, li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin.

Bi salan e her cûre zilm û zextê dikin. Me tine hesibandin, nasmane, çanda me ji nedîtî ve hatin. Gelê Kurd, Elewî, jin, ciwan ji nedîtî ve hatin. Rêz nedan têkoşîna me, lê Kurdan ti demê stû xwar nekirin. Serî netewandin.

Em niha bûne hêviyeke nû. Ji bo jiyaneke nû ketine ser rêyan. Erdogan dibêje ‘em ê jiyaneke nû bafirînin’ em jî dibêjin ev 16 sal bû li ser desthilatê ji derveyî zilm û zextê tiştek bi welat neda qezençkiri. Yên ku xwestin li vî welatî ziman û çanda xwe biparêzin û siyastê bikin, we kuşt û girtin. Jin û zarokên me îro li girtîgehanin. Em êdî rê nadin vê. Em rê nadin êdî hûn vî welatî bi vê rêbazê bi rê ve bibin. Em ê welat bi rê ve bibin. Selahattîn Demîrtaş wê bi rê ve bibe.

Hêzê ti kesê têrê nake kû vîna galê Kurd bişkîne. Heta ku ev gel li ser lingan be, heta ku ev gel li qadan bin, jin dayîk daxwaza aştiyê bikin, HDP wê aştiyê, demokrasî û mafê mirovan bîne vî welatî.

Îro yekan e hêvî HDP’ ye, yên ku baweriya wê bi edaletê, azadî û aştiyê heyî wê li dorî HDP’ê bibin yek. Ev yekgirtin wê hê mezintir bibe. Wê rojekê her kes bibe HDP’yî.

Êdî li vî welatî her kes ji rêveberî, edaleta AKP’ê û zilam wê aciz e. Ez bang li Kurdên ku deng didin AKP’ê dikim, yên ku diçin ser sindoqan destê xwe danin ser wijdana xwe. Sûr, Cizîr, Gever û Silopiyayê ji bîr nekin. Bajarên ku hatin hilweşandin ji bîr nekin. Ciwanên hatin qetilkirin, dayikên me yên ku çavê wan bi girî ji bîr nekin. Hesabê van hemû di dayîna dengê me de ne.

Em jin berdêlên giran didin. Her demê mexdûrên herî zêde em didin. Li dijî yên ku çand, ziman û nasnameya me tine dihesibîne, em ê li qadan û kalanan bin. Şevê jî em ji qadan û kalanan naçin.

Ciwano ji bo siberoja xwe vê hêzê bihêztir bike. Bi şîraramMe ciwan destpê kir em ê bi ciwanî ser bixin, xwedî li sindoqan derbikevin

Ev hilbijartin wê qedera me diyar bike. Eger em vê fersenda 24’ê Hezîranê ji dest bidin, wê dîsa welat bikeve destê AKP’ê û Erdogan. Hema bê hiqûqî, bêedaletî, polîtîkayên înkar û îmhayê wê bidomin. Em vê fersendê nadin dest wan. Em ê edaletê pêk bînin. Em hîvî ji we dikin ku deng û sindoqên xwe biparêzin. 24’ê Hezîranê em ser bikevin, jin serbikevin, ciwan serbikevin û gelên Tirkiyeyê ser bikevin.”