Bûldan: Gelê Kurd tu carî li hemberî Erdogan stûyê xwe xwar nekir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Nisêbînê di mîtîngê de axivî û got, “Em li hemberî berxwedana we, bi hurmet in.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Nisêbînê di mîtîngê de axivî û got, “Em li hemberî berxwedana we, bi hurmet in.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de, piştî li Artuklu û Qoserê xîtabî hezaran kir, bi karwanek gelek mezin derbasî Navçeya Nisêbînê bû. Bûldan û heyeta pê re, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, parlementerê HDP’ê Erol Dora û Mîthat Sancar, namzetên HDP’ê yên Mêrdînê, Dayikên Aştiyê û girseyek qelebalix ku ji sedan wesayîtan pêk dihat berê xwe dan Nisêbînê. Heyet, li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran kesan ve bi tilîli, çepik û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Buldan û heyeta pê re, piştî bi karxana mezin çû Nisêbînê û xitabî deh hezaran kesan kir. Dema navê namzetên HDP'e yên Mêrdînê hatin xwendin bi hezaran kesan bê navber dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.
TURK: NISÊBÎNÊ BERDÊLÊN PIR MEZIN DA
Ewil siyasetmedarê Kurd, Ahmet Turk derket ser otobusa hilbijartinê û gel silav kir. Turk wiha got: "Merhaba Nisêbîna rengîn. Ji bo jiyanek azad gelê Nisêbîne bedelê pir mezin dan. Ez li ber vê coş û berxwedana we bejna xwe ditewînim. Tiştekî zêde ez bêjim tune ye. Hûn hemû dilsoz in. We zilmek mezin dît û li dijî vê yekê li ber xwe da. Em hêvî û bawer dikin ku wê di 24'ê Hezîranê de ev zilm û ev îktîdar wê têk biçe. Em bi vê yeke bawer in. 24'ê Heziranê ne tenê hilbijartin e. Roja aştî, azadî û demokrasiyê ye. Ew kesên ku ev zilm meşandin wê hesabê vî tiştî bidin. Em bawer dikin ku em ê dawi li vê zilmê bînin û serkeftinê bînin. Îro Serokomarê me, bi sedan hevşaredar û nûnerên me di zindanê ne. Me silavên Selahattîn Demîrtaş ji we re anîne. Em xwe ji bo rojek nû, aştî, azadî, demokrasiyê xwe amade bikin."
‘NISÊBÎN BI WE SERBILIND E’
Dema Pervîn Bûldan derket ser otobusa hilbijartinê, bi deh hezaran bê navber dirûşmeya "Nisêbîn bi we serbilind e", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Bê navber li çepik û tilîlîyan dan.
Bûldan, diyar kir ku gelê Nisêbînê di nava 3 salên dawî de êşên mezin jiya û wiha got: "Îro bi hezaran kesên hatin vir di dilê wan de volkanên mezin heye. Êşên mezin hene. Tişta me li ser piyan dihêle, hêzê dide me ev berxwedana we ye. Em bejna xwe li ber we ditewînin. Em bi Nisêbînê serbilind û bi rûmet in. Hêj dayikên ku cenazeyên xwe negirtine hene. Hêj malbatên ku deriyê xwe negirtine û li benda cenanezeyên xwe hene. Em bi dayikên xwe serbilind û bi rûmet in. Gelê Kurd li her derê bedelên mezin dan. Li Nisêbînê jî di qedexeyên kolanan de bi sedan canê me li vir ketin axê. Bombeyên li vir hatin teqandin li dilê gelê me yê Kobanê û Efrînê ket. Bombeyên avêtin Efrînê li dilê Nisêbînê ket. Kesên ku ev yek ji gelê Kurd re rewa dît, tu carî negihişt armanca xwe. Rastî berxwedana gel hat. Îro Serokomar Erdogan hêj înkar dike. Tu carî Kurd nas nekir. Tu carî daxwazên gelê Kurd li ber çavan negirt. Tu carî têkoşîna jin, dayik û tevahiya gelê Kurd a aştî, demokrasî û azadiyê nedît û nas nekirin. Lê tu carî gelê Kurd navber neda berxwedana xwe."
Buldan, herî dawî anî ziman ku ew bawer dikin ku hûn dê di 24'ê Hezîranê de bersîvek baş bidin û wiha bi dawî kir: "Wan hevşaredar, wekîl û siyasetmedar girtin. Wisa fikirin ku bi girtinê dê HDP'ê tune bikin. Lê îro em dibînin gel li qadan e. Gel li ber xwe dide. Ji ber vê yekê di 24'ê Hezîranê de li dijî zilmê, zormê û tişta bi serê me de anîye em ê bersivê bidin. Me soz da malbatên Roboskê, me soz da malbatên Pirsûsê zarokên wan hatin kuştin. Me soz da Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş. Me soz da hevalên xwe yên girtî. Ev têkoşînek mezin û bi rûmet e. Dê tu carî ev têkoşîn bi dawî nebe. Tu hêz dê nikaribe rûmet û vîna vî gelî bişkîne. Li dijî feraseta înakrê li dijî AKP'ê gele kurd dê di 24'ê Hezîranê de yekîtiya xwe biparêze. Ne tenê gelê Kurd, gelê Suryan, Mehelmî û hemû gelê vir wê bi hev re 6 wekîlan bişînin meclîsê. Niha lîstikên mezin amade dikin. Kemînên mezin datînin. Dixwazin gel di bin bendê de bihêlin. Lê divê em pir zêde dengan bistînin. Ji ber ku meclîsa bê Kurdan û bê HDP wê zilmê zêdetir bike. Ji ber vê yekê divê em xwedî li sindoqan derkevin. Em sindoq û dengên xwe emanetî we dikin. Ev welat û ev erdnîgarî ne yê Erdogan e. Em ê bi hev re, em ê teqez bi ser bikevin.”
Axaftina Bûldan bê navber bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat qutkirin.