Bûldan: Em ê jinên deng didin AKP û CHP’ê qane bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Stenbolê de axivî û destnîşan kir ku ew wê jinên ku deng bidin AKP û CHP’ê qane bikin.

Pervîn Bûldan tevlî vekirina Buroya Hilbijartinê ya Jinên Fatîh a Partiya HDP’ê bû. Bûldan li vir axivî û got: “Em têkoşîneke ya rûmetê dikin. Em têkoşîn azadiyê didin. Em têkoşîna wekheviyê didin. Me têkoşîn jî Sakîneyan, Sêvêyan, Zîlanan dewir girtiye.”

Bûldan bi berdewamî got: “Jinên ku bi salan têkoşîna azadî û wekheviyê dikin, wê piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê û şûnde hê berfirehtir bibe.” Bûldan wiha pêde çû: “Her çendî Hikûmeta AKP’ê me tine bihesibîne, ji nedîtî ve û nasnameya me tine bike jî wê nekare me ji têkoşîna me vegerîne. Ji ber ku 24’ê Hezîranê wê jin vî welatî bigûherînin.”

Bûldan bibîr xist ku weke jin wê biçin her derê û got: “Her çendî ku jinan li ser vê xakê êş kişandibe jî, em dizanin çiqas berdêl dane” û wiha nirxand:

“Her çiqas berdêl giran bê dayîn jî wê têkoşîna me bidome. Wê encama têkoşînê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bê nîşandan.”

Bûldan bal kişand ser demê kêm mayî û got: “Gelek beş mane ku me xwe negihandî, gelek jin mane ku em xwe bigihîninê. Em ê jinên ku deng didin AKP û CHP’ê qane bikin. Ev îtifaqa ku me pêk anî ya jinan e, îtifaqa şoreşê ye. Em hemû jin, hemû jinên şoreşger em ê şoreşê bi hev re ser bixin. Em dibêjin dengek ji bo Demîrtaş û dengek ji bo HDP’ê, Em ê vê têkoşînê bi hev re ser bixin. Ev aştî wê bibe aştiya jinan. Em ê bi teqez bi ser kevin. Serketin ay me ye.”