Bûldan: Alternatîfa yekan e ya vî welatî HDP ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di xwarina fitarê ya li Qersê de axivî û diyar kir ku yekan e alternatîfa vî welatî HDP ye û got: “Em ê ser bikevin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di xwarina fitarê ya li Qersê de axivî û diyar kir ku yekan e alternatîfa vî welatî HDP ye û got: “Em ê ser bikevin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qersê bi gel re civiyan. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di saetên nîvroyê de li Qada Cûmhûryetê namzet li gel dan nasîn, li saloneke ya dawetê bi gelê Qersê re tevlî xwarina firtarê bû. Li gel Bûldan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hacer Ozdemîr, Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, namzetên parlemeteriyê yên Qersê Arzû Maco, Bariş Alinak, rêveberên HDP û BDP’ê yên bajar û navçeyê û gelek kes di xwarina fitarê de amade bûn.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen ê piştî fitarê axivî û bal kişand ser kiryarên hikûmet.
Piştî Bîlgen Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û bal kişand ser coşa gel a ji bo mîtînga hilbijartinê û got: “Em ji bo qedera vî welatî bidin gûhertin ketin ser rê. Hikûmeta AKP’ê di pêvajoya desthilata xwe de di serî de zilm li gelê Kurd û hemû pêkhateyên Tirkiyeyê kiriye. Tevî hemû êrîşên li ser gelê Kurd, li ser dilê gelê Kurd birîneke kû neyê pêçan hiştiye.
Dîsa di vê pêvajoya 16 salan de destkeftiyên gelê Kurd ji aliyê AKP’ê ve hatiye xespkirin. Ji bo HDP’ê li bin benda hilbijartinê bihêle her lîstikê dilîzin, lê em rê nadin vê. Em ê xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin. Hêviya me vîna me ye. Yekan e alternatîfa vî welatî HDP ye. Em ê ser bikevin.”