Bûldan: AKP’ê dît ku winda dike, li pey şer e!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku AKP’ê dît ku winda dike biryara şer daye. Bûldan got: “AKP li ser rê ye! 24’ê Hezîranê em bi hêviyek mezin ser bikein.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku AKP’ê dît ku winda dike biryara şer daye. Bûldan got: “AKP li ser rê ye! 24’ê Hezîranê em bi hêviyek mezin ser bikein.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Bûldan û namzetên HDP'ê yên Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn navçeya Farqînê. Heyet bi karwanek mezin çûn Farqînê û li Farqînê bi girseyek mezin hat pêşwazîkirin. Piştî namzetên HDP'ê li Farqînê derketin ser otobusa hilbijartinê û gel silav kir Pervîn Bûldan jî derket ser otobusê û bi hezaran gelê Farqînê silav kir. Bûldan polîtîkayên AKP'ê û Erdogan rexne kir û wiha got: Farqîn, bajarê ku di her dilekî û malekê de eşêke heye ye. Vî bajar û vê erdnigariyê bi salan şahidiya êş û zilmê kir. Bi salan hat înkarkarkirin. Di dilê her kesî de bahozek heye. Ev bahoza li dijî înkar û zilma lê hatiye kirin e. Êşên mezin bi me dan jiyan. Bedelên giran bi me dan dayîn. Herî zede gelê Farqînê bedelên giran dan. Vî gelî ti carî çong danenî, wê li hemberî Erdogan jî çong danîne."
‘WINDAKIRINA XWE DÎT…!’
Buldan, destnişan kir ku êdî AKP'ê winda kiriye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dît ku winda dike. Niha difikire ku sindoqan bibe Minbiç û Kandîlê. Kampanya hilbijartinê li Minbiç û Kandîlê dike. Dit ku bi Efrînê tiştek bi dest nexist. Bi qasî ku nizane bi operasyona li rojhilatê Firatê aştî nayê ji siyasetê dûr e.
HÛN ÇÛN EFRÎNÊ WE ÇI BI DEST XIST?
Her ku me got aştî, wan bêtir şer kûr kir û hêsin dan barandin. Em dibêjin heqê we tIne hûn pira biratiyê ya navbera gelan xera bikin. Em li vir bang li Recep TayyÎp Erdogan dikin. Destê xwe ji situyê gelê Kurd derxin. Bila tu kes li ser xwîna kurdan siyasetê nekin. Bila tu kes li ser xwîna zarokên Kurdan siyasetê nekin. Gelê ku niha li vir kom bûye êdî naxwaze xwîn birije, naxwaze kes bên kuştin û naxwaze xwîn birije. Em li vir aştiyê dixwazin, lê ew li Enqere biryara şer didin. Em dipirsin; 'Hûn çûn Efrînê, Hûn çûn Kerkûkê, Kî bi ser ket?' Cenaze hatin. êş hat. Êşa zarokan hêj di dilê me de ye. Her polîs, leşker û gerîla êşa wan di dilê me de ye. Ji ber vê yekê ev pirsgirêka ku hûn nabînin û nas nakin, bi salan e bi heman rêbazê çareser dikin. Bi polîtîkayên ewlehiye hewl didin çareser bikin. Yên berî we jî bi vê rêbazê ev pirsgirêk çareser nekirin. Lê hûn dîsa di heman rêbazê de israr dikin."
'BI HEZARAN HER YEK DEMÎRTAŞEK E'
Bûldan, bal kişand ser rêbaza çareseriyê û wiha berdewam kir: "Em dibêjin ev pirsgirêk bi aştî, diyalog û muzakereyan çareser dikin. Em dêbêjin bila fam bike. Lê êdî dema hikûmeta AKP'ê nemaye. Ji xwe rêwî ne. Diçin. Em dizanin ku AKP rêwî ye û êdî nikarin vî welatî bi rêve bibe. Em dibêjin berdin biçin. Bila mirovên karibin vî welatî bi rêve bibin werin. Bila Selehlattîn Demîrtaş vî welatî bi rê ve bibe. Em û Namzete Serokomariyê Birêz Selahatîn Demîrtaş em endamin ku vî welatî bi rêve bibin. Em dizanin ku gel wê di 24'ê Hezîranê de îmze bavê dîrokek nû. Demîrtaş li Girtîgeha Edîrne di nava çar dîwaran de radiwestînin. Wisa difgikirin ku ew li wir girtine. Lê nizanin ku îro Selahattîn Demîrtaş bi hezaran li qadan in. Her yek Selahattîn Demîrtaş ek. Wan wekîlên me û hevşaredarên me girtin û qeyûm tayînî şîna wan kirin."
'EM DESTÛR NADIN KU TU KES BI NIRXÊN GELÊ KURD BILÎZE'
Bûldan, destnîşan kir ku êdî tu kes nikare nirxnên gelê Kurd û nasnameya gelê Kurd înkar bike û wiha bi dawî kir: "Tu kes nikare neheqiyê li gelê Kurd bike. Vaye gel li qadan e û li djî vê yekê li ser piyan e. Em bang li Serokomarê ku li Amedê got 'Pirsgirêka gelê Kurd tune' dikin. Ev pirsgirêka gelê Kurd, nasname ziman û vîna gelê Kurd e. We berê li Enqereyê digot tine û hûn dihatin Amedê we digot pirsgirêk heye. Lê hûn êdî tên Amedê û li Amedê înkar dikin.
GELÊ KURD YEKÎTIYA XWE AVA KIRIYE
Em bang li kesên dengan digerin jî dikin. Wê dîsa biçin li malan digerin û dengan bixwazin. Tu dengê gelê Kurd ku bidin partiyên din tine. Gelê Kurd êdî yekîtiya xwe ava kiriye.
Divê her welatî û mirov di 24'ê Hezîranê de dema çû ser sindoqê destê xwe dîne wîcdanê xwe û qeder û pêşeroja xwe diyar bike. Ji bo zarok û pêşeroja me ev hilbijartin pir girîn e. An em wê pergala demokrasî û aştiyê bixwazin, an jî em wê pergala înkar, zilm û zorbatiyê qebûl bikin. Ji bo xwîna kesên li kolanan hatin kuştin li erdê nemîne, ji bo pêşeroja zarokên me tarî nebe em hemû destên xwe bidin hev û biçin ser sindoqan. An em wê bi ser bikevin an em wê bi ser bikevin. Em wê hemû bi hevre bi ser bikevin."