Bloka Aştiyê ya li Kurdistanê geriya çavdêriyên xwe vegot

Heyeta ku bi banga Bloka Aştiyê çû herêmê li Farqîn, Cizîr û Nisêbînê çavdêriyên xwe li Komeleya Farqîniyan par ve kir. Li salonê nivîsa "Deng bide Farqînê" hate daliqandin.

Heyeta Bloka Aştiyê çavdêriyên xwe yên li Farqînê parve kir. Serokê Platforma Komeleyên Başûrê Rojhilat û Rojhilat Abudarrahîm Daş rexneya welatiyên Cizîrê ya "Çima heyetên li Stenbolê piştî qedexe radibe tên" ragihand. Ji heyetê Zarîfe Çamalan jî bang li gelên Tirkiyeyê kir û xwest Farqînê bi hev re ava bikin.

Heyeta ku bi banga Bloka Aştiyê çû herêmê li Farqîn, Cizîr û Nisêbînê çavdêriyên xwe li Komeleya Farqîniyan par ve kir. Li salonê "Deng bide Farqînê" hate daliqandin.

Destpêkê Hevberdevkê Bloka Aştiyê Nuray Sancar axivî û got ku ew ji bo piştevaniyê çûne Farqîn, Nisêbîn û Cizîrê ji dengê ku ji rojava derkeve zêde pêwîstî heye. Sancar got ku li cihên qedexe tên îlankirin nivîsên wekî "Esedullah" aîdî hêzên paramîlîter e. Sancar êrîşên li Beyrud û Parîsê jî şermezar kir.

Serokê Platforma Komeleyên Başûrê Rojhilat û Rojhilat Abudarrahîm Daş çavdêriyên xwe parve kir. Daş got ku hemû malên li Farqînî zerar dîtine û dewletê xwest welatiyên wê derê bi zorê koçber bibin, navçe bi dorpêçê serobino kir. Mirovên wê derê 12 rojan tî û birçî man.

Daş têkildarî Cizîrê jî anî ziman ku dewletê heman tişt li wê derê jî kiriye û rexneya welatiyên Cizîrê ya "Çima heyetên li Stenbolê piştî qedexe radibe tên çima raya giştî ya Tirkiyeyê deng dernaxîne" ragihand.

Daş destnîşan kir ku dewlet wekî salên 90'an di çarçoveya "mexdûrbûna ji ber terorê" hewl dide malan ava bike û bang li rêxistinên civakî kir ku Farqînê bi hev re ava bikin.

Ji rojnameya Alinterî Zarîfa Çaman a ku bi heyetê re çûbû jî da zanîn ku li Farqîn û Cizîrê terora dewletê pêk hatiye û li wir ne tenê leşker û polîs kesên wekî DAIŞ'ê jî hene. Çamalan banga gelê Tirkiyeyê kir û xwest tevlî xebatên avakirina Farqînê bibin.

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.