Biryarên li başiya PKK'ê çawa hatin girtin?

Parêzerê doza PKK'ê ya li Brukselê Jan Fermon, biryarên ku di nava sê salên dawî de li başiya PKK'ê hatin dayin, prensîbên van biryaran, wate û bandora wan a gengaz vegot.

Parêzerê doza PKK'ê ya li Brukselê Jan Fermon bi bîr xist ku doz hîn bi dawî nebûye û got, "Ji ber ku dozgeriyê ji bo temyîzê du caran serî li Dadgeha Bilind da. Em ê parastina xwe bikin û li benda biryara Dadgeha Bilind bin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de der barê gelek rêxistinên Kurdan de yên li Belçîkayê lêpirsîn hate kirin. Li gorî dozger, pêwendiya hemûyan bi PKK'ê re heye. Di nava van de rêxistinên Kurdên ji Îran û Sûriyeyê, du şîrketên medyayê hene. Lêpirsîneke mezin e ku bi salan e didome. Di vê çarçoveyê de bi rê û rêbazekê hewl hate dayin ku pêwendiya van rêxistinan bi PKK'ê re bê danîn. Li gorî qanûna Belçîkayê ku di heman demê de qanûneke Ewropayê ye, di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de rêxistineke ku bi rengekî çalak tevlî şerê çekdarî bûye, çi şerê welatekî be çi jî şerê navxweyî be, çi jî şerekî navneteweyî be, ji ber çalakiyên xwe yên di nava vî şerî de nabe ku weke rêxistineke terorîst bê nirxandin. Lê belê eger rêxistinek hem li Sûriyeyê şer bike û hem jî li vir êrîşan bike, wê demê dikare weke rêxistineke terorîstî bê dîtin. Ji bo PKK'ê rewş bi vî rengî nîne. PKK li Ewropayê çalakiyên şîdetê nake. Eger Kurdekî bi xwe li Ewropayê çalakiyek kiribe, ev nayê wê wateyê ku rêxistin jî tevlî vê çalakiyê bûye. Ji ber vê yekê me xwest, PKK di çarçoveya wê madeya qanûnê de bê nirxandin."

PKK ÇAWA WEKE ALIYEKÎ 'ŞERÊ ÇEKDARÎ' HATE DÎTIN?

Li ser naveroka wê qanûnê Fermon got, "Bersûc hemû ya bi 'tevlîbûna li nava rêxistineke terorîst', ya jî bi 'endametiya rêveberiya rêxistineke terorîst' dihatin sûcdarkirin. Wê demê, di dereceya yekemîn de li gorî qanûna Belçîkayê, di dereceya duyemîn de jî li gorî qanûnên Ewropayê diviyabû bihata tespîtkirin ku PKK rêxistineke çawaye? Me ji destpêkê ve got, bûyerên şîdetê li vir neqewimîne û yên li Tirkiyeyê qewimîne jî divê li gorî rewşa xwezayî bên lêkolînkirin. Mirovên li vê derê bi 'kirina propagandayê, komkirina pereyan, peydakirina endaman ji bo rêxistinê ya jî lidarxistina çalakiyan' tên sûcdarkirin. Eger ji bo rêxistineke terorîst endam bên peydakirin, ew qedexe ye. Lê eger ji bo rêxistineke çekdar endam tên peydakirin, ji bo wê propaganda tê kirin an jî pere tê komkirin, ew nakeve çarçoveya qedexeyê. Me got, divê şêweyê şerê di navbera Tirkiyeyê û Kurdan de bê lêkolînkirin. Eger şerekî çekdarî ya jî şerekî navxweyî be, hingî divê li gorî qanûna şer were nirxandin, ne li gorî qanûna antî terorê."

Fermon anî ziman, dozgeriyê ev daxwaz û nêrîna wan destpêkê 'heneko' û 'windakirina demê' nirxand. Fermon diyar kir, "Li ser vê yekê, ji bo diyar bikin ku piştî lêpirsînê dozeke din dikare bê vekirin an na, me serî li Odeya Konseyê (Beşek ser bi Dadgeha Esliyeyê ku biryarê li ser vekirin an jî venekirina dozê dide) dan. Me li wê derê ji dadger re qala rewşê kir û dadger em mafdar dît. Diyar kir, gelek belge û nîşane hene ku destnîşan dikin ku ya heyî şerekî çekdarî û şerê navxweyî ye, nabe ku di çarçoveya qanûna antî terorê de bê nirxandin. Dozgerî jî li dij derket û li pêşberî Dadgeha Îstînafê argûmanên xwe pêşkêş kir. Odeya Dadgeha Îstinafê ya ku li dozên di asta lêpirsînê de ne dinere, cara duyemîn em mafdar dît û hikum da ku ya li Tirkiyeyê diqewime şerê çekdarî ye û şerê navxweyî ye."

KÎJAN KRÎTER DERKETIN PÊŞ?

Fermon da xuyakirin, ji bo diyarkirina şerê çekdarî ya jî şerê navxweyî ye yan na, du krîter hene û got, "Ya yekemîn; giraniya şer (hejmara şer, çekên tên bikaranîn û hwd.) e. Li gorî krîtera duyemîn jî sîstem û asta rêxistinbûnê ya aliyê din tê nirxandin ku ji bo bibe aliyekî şer bi têra xwe rêxistinbûyî ye yan na. Di parastina xwe de me nîşan dan; tevî ku ev şer şerekî asîmetrîk ê bi rêbaza gerîla jî be, şerekî demdirêj e ku bandoreke xwe ya mezin heye. Ne şerekî klasîk e, lê şer e. Wekî din me hemû belge û agahî pêşkêş kir û nîşan da ku HPG artêş e ku baş hatiye birêxistinkirin, hiyerarşî û dîsîplîna xwe heye."

'HPG ALIYEKÎ ŞER E'

Jan Fermon diyar kir, dadgerê Dadgeha Îstînafê biryar da ku ya heyî şerekî çekdarî ye û HPG jî aliyekî vî şerî ye. Fermon got, "Encama derkete holê wiha ye: Li Belçîkayê yên ku PKK an jî HPG'ê di vî şerî de diparêzin, nabe ku li gorî qanûna antî terorê bên nirxandin."

Fermon anî ziman, dadgehê biryar da ku HPG aliyekî şer e, piştgiriya ji bo HPG'ê tevlîbûna li karekî rêxistineke terorê nîne, ji ber ku HPG rêxistineke terorê nîne.

Dozgeriyê îtiraz li vê biryarê jî kir û cara duyemîn serî li Dadgeha Bilind da. Me hîn hincetên wan nedîtine. Di nava çend hefteyan de wê bigihêjin ber destê me. Dixwaze ku biryar bê betalkirin û dosya ji nû ve biçe ber destê Dadgeha Îstînafê."

EGER DADGEHA BILIND BIRYARÊ BIPEJIRÎNE...

Fermon destnîşan kir ku di prensîbê de dawiya vê pêvajoyê nîne, dozgerî dikare heman îtirazan bidomîne û got, "Lê eger Dadgeha Bilind biryara dadgehê bipejirîne, wê dawî li vê pêvajoyê were. Wê demê wê bibe biryara dawî."

Fermon diyar kir, ev biryar wê bandorê li biryarên ji niha û pê ve yên li Belçîkayê bike û dozgerî jî wê nema karibe bi hêsanî di mijara lêpirsîna karên ji rêzê de israr bike.

Li ser bandora vê biryarê li welatên din ên Ewropayê jî Fermon got, "Ji bo welatê din pirsgirêk cuda ye. Ev meseleyeke tevlîhev e. Li vê derê mehkeme li gorî qanûnên Belçîkayê hikum didin. Qanûnsazên Belçîkayî xaleke di qanûna navneteweyî de cih digirin li qanûna Belçîkayê bi cih kirin. Welatên din heman tişt nekirin."

'DIVÊ WELATÊN DIN JÎ LI GORÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TEVBIGERIN'

Der barê nêzîkatiya welatên din de Fermon got, "Welatên din dikarin çi bikin? Gelo wê tenê li gorî qanûna neteweyî tevbigerin an jî hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bidin? Hin welat diyar dikin, peymanên navneteweyî wan eleqedar nakin. Bi dîtina min ev nêzîkatî cihê nîqaşê ye. Lê belê parêzerên li her devera Ewropayê dikarin firsendên bi biryarên edaleta Belçîkayê derketine holê bi kar bînin. Dikarin biryarê deynin pêşiya dadgerên xwe û bêjin, 'Vaye hûn hincetên dadgerên Belçîkayê dibînin, hem li gorî hiqûqa Belçîkayê ye hem jî li gorî ya Ewropayê ye."

Fermon got, "Di hiqûqa Elman de xaleke mîna ya li Belçîkayê nebe jî dikarin bêjin, 'hûn neçar in li gorî qanûnên navneteweyî tevbigerin'. Tevî vê yekê nediyar e ku encam çi be."

PRENSÎBA HIQÛQÊ YA PIŞTÎ SALA 2001'Ê JINÛVE WINDA BÛ

Fermon diyar kir, doza li Brukselê girîng e, pirsgirêka prensîbekê nîşan dide û got, "Beriya Şerê Duyemîn ê Dinyayê prensîb wiha bû: Her çalakiya li dijî dewletan çalakiyeke krîmînal e. Şerê Duyemîn ê Dinyayê û têkoşîna li dijî faşîzmê di serî de deklarasyona mafên mirovan rê li ber koleksiyoneke girîng vekirin. Hate destnîşankirin, berxwedana li dijî dewlete zordar an jî dagirker, dibe ku xwedî karakterekî rewa be. Têgihiştina ku her tiştên dewletê 'baş' didît û her tiştên hêzên li dijî dewletê disekinin 'karê krîmînal' didît guherî. Ev rewş bi têkoşînên li dijî mêtingeriyê xurtir bû. Bi gotineke din, piştî ku welatên ji nava mêtingeriyê derketin derbasî qada navneteweyî bûn, rewş guherî. Di serî de Peymanên Cenevreyê, êdî bi rengekî cuda hate şîrovekirin. Protokoleke din a ku şerê navxweyî eleqedar dike hate amadekirin. Gotina şerê navxweyî berfireh bû. Realîteya şerê navxweyî, şerê azadiyê, têkoşîna li dijî mêtingerî û zilmê hatin naskirin. Lê belê bi şerê dijî terorîzmê re (Yê sala 2001'ê) ev hemû jinûve winda bûn. Bêguman çalakiyên terorîstî jî hene, lê belê di serî de Emerîkî êdî cudahiya navbera çalakiyên terorîstî û têkoşînên rewa yên li dijî rejîmên zordar ji aliyê gelek welatan ve hate rakirin.

'AŞTÎ ENCAX BI ALIYÊ DIN Ê ŞER DIBE'

Emerîkiyan teoriya berê danîn ser maseyê û bi cih anîn. Rêxistinên mîna PKK û Fîlîstînî jî di vê demê de li lîsteyê hatin bicihkirin. Emerîkiyan dest pê kir, lê Ewropiyan û welatên din jî ew şopandin. Bi biryara li Belçîkayê re me yekemcar gotin, 'baldar bin': Li aliyekî rêxistinên ku balafirgehan û metroyan diteqînin hene, li aliyê din jî rêxistin hene ku li dijî zordariyê şer dikin. Me xwest hiqûqeke din bi cih were anîn. Bi gotineke din, me xwest der barê yên destpêkê de (rêxistinên ku metroyan û balafirgehan diteqînin) qanûna ceza bê bicihanîn. Ji bo yên duyemîn jî me got, divê piştî ku hatin pênasekirin di çarçoveya hiqûqa şer û hiqûqa însanî ya navneteweyî de bên nirxandin. Li ser vê pirsgirêkê gelek tevlîhevî heye. Bi dîtina min, divê xeta navbera herduyan berbiçav be. Ya hûn li aliyekî ne, ya jî li aliyê din e. Rêxistinên mîna DAÎŞ'ê hene ku hem li Sûriyeyê hem jî li deverên din êrîşan dikin. Ji ber êrîşên li Sûriyeyê divê di çarçoveya sûcên qirkirinê, yên li dijî mirovahiyê û yên şer de bên mehkûmkirin. Êrîşên li Brukselê jî divê di çarçoveya rêxistina terorîst de bên nirxandin. Tê vê wateyê; rêxistinek dikare li her du aliyan jî cih bigire. Lê belê çalakiyên wê ya yek ji wê ye ya jî ji ya din e. Bi dîtina min divê ev cudahî bê dîtin. Eger rêxistinek weke 'tevgereke ne dewlet' a di şer de hat pênasekirin, wê bê teşwîqkirin ku hurmetê nîşanî hiqûqa însanî ya navneteweyî bide. Bi dîtina min aliyekî xwe yê din jî heye: Eger Yekîtiya Ewropa ji tevgereke li cihekî din şer dike bêje 'terorîst', hingî ji bo aştiyê wê nikaribe teşwîq bike. Aştî ancax bi aliyê din ê şer re dibe."