Biryara domandina girtina Yuksekdag hate dayîn
Ji doza giştî ya darezandinê ji bo hevseroka berê ya Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag biryara domandina girtinê hate dayîn.
Ji doza giştî ya darezandinê ji bo hevseroka berê ya Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag biryara domandina girtinê hate dayîn.
Di rûniştina 15’an a doza derbarê Yukekdag ku ji 7 fezlekeyên cihê pêk hatibû, li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê pêk hat.
Parêzerên Yuksekdag di rûniştinê de biryara berdanê ya DMME’yê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş û Yuksekdga de û daxwaza berdana muwekîla xwe kirin.
Herî dawî jî Fîgen Yuksekdag got: “Parêzerên min saxbi, lê ez daxwaza berdana xwe nakim. Min ji destpêkê ve anîbû ziman ku doza ez jê tê darezadin siyasî û di destê desthilatê de ye. Îro ez bêm berdan a neyê berdan di warê min de ti îfadeyê nake. Ez tenê tiştekî dixwazim. Ez nizanin çi bi dozên di derbarê me de hatin kirin. Em dixwazin heqîqet û rastiya nderbixin. Divê di van dosyayan de rastî derkevin holê. Em dikarin bên girtin, em dikarin rû bi rûyê du êrîşên girtinê jî bên. Em ê bikarin van.
Ez bang li desthilata siyasî dikim, tavilê bila destê xwe ji dozên ku ez û hevrêyên xwe tên darezandin bikêşin. Bila destê xwe ji ser darazê rake.
Heyeta Dadgehê biryara domandina girtina Yuksekdag da.
herî dawî heyta dadgehê ya piştre biryara biryar da û rûniştin taloqî 24’ê Kanûnê kir.