Bîrlîk: 70 ji sedî yê Şirnexê hate hilweşandin

Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Leyla Bîrlîk destnîşan kir, ku 70 ji sedî yê Şirnexê hatiye hilweşandin û ji gel re hatiye gotin, "Hûn bi ku ve diçin biçin."

Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Leyla Bîrlîk anî ziman, 70 ji sedî yê Şirnexê hatiye hilweşandin û ji bo hilweşandina taxên şer lê neqewimîn jî biryara hilweşandinê hatiye dayin û li rantê hatine vekirin.

Parlamenter Bîrlîk, bûyerên li Şirnex û bajarên din ên Kurdistanê qewimîn weke yek ji hovîtiyên herî mezin ên sedsala 21'ê pênase kir û rewşa giştî ya li Şirnex û Cizîrê ji ANF'ê re nirxand.

ZILMA RANTÊ JÊ KÊM BÛ

Bîrlîk bibîr xist, ku dema dewletê herêm dorpêç kiribû, gelê Cizîrê bi jin, zarok û ciwanên xwe bi heybetî li ber xwe da; tevî zilm û zordariya giran jî herêm û malên xwe neterikandin, mirin dan pêş çavên xwe û piştî dorpêçiyê, vê carê jî zilma rantê ku li wan hatiye kirin. Bîrlîk diyar kir, taxên ku bîranîna mirovên li jêrzemînan hatin kuştin hê teze ne, li rantê hatine vekirin, li cihên komkujî hatin kirin avahiyên nû tên lêkirin û got, "Herêma jêrzemînên navborî yên di navbera taxên Cûdî û Sûrê de ye, bêyî ku êşa mirovan sar bibe, bêyî ku hesabê vê êşê bê dayin pêşkêşî hin kesan hate kirin û veguherî qada rantê."

GOTIN, 'HÛN BI KU VE DIÇIN BIÇIN'

Bîrlîk anî ziman, heman zilm li navenda bajarê Şirnexê jî tê kirin û bibîr xist, ku 70 ji sedî yê navendê hatiye hilweşandin. Bîrlîk ragihand, bajar bi temamî hatiye xerakirin, ji aliyê jiyanê ve tiştek nehatiye hiştin; bi vînç û dozeran Şirnex veguherandine qadeke mezin a şantiyeyê û û destnîşan kir, ku mîna ku qîma xwe bi vê jî nînin, biryar dan ku taxên şer li wan neqewimîn jî xera bikin. Bîrlîk got, "Têkildarî 460 xaniyên din biryara hilweşandinê hatiye dyain. Beriya niha bi du mehan ji malbatan re bi rêya teblîgatê gotin 'ji malên xwe derkevin'. Cihekî ku şêniyên taxê xwe lê bigire nîne." Leyla Bîrlîk diyar kir, temamiya xaniyên heta niha hatine hilweşandin, milkê şêniyên herêmê ye û got, "Bêyî ku pere an jî heqekî bidin wan, ji malbatan re gotin, 'eger di nava sê rojan de xaniyan vala nekin, wê tevî eşyayên tê de xera bikin'. Mirovan ji saziyên fermî yên dewletê pirsîn, bê 'bi ku ve biçin'. Li ser vê yekê bersiva 'hûn bi ku ve diçin biçin' ji wan re hate dayin."

TOLÊ JI GEL HILTÎNIN

Bîrlîk da zanîn, ji gelê Şirnexê yê ku ji bo bajarê xwe neterikîne bi mehan li binê konan man tol tê hilanîn, zexta koçberiyê li wan tê kirin û wiha dewam kir: "Mîna ku qedandina jiyan û çanda mirovan têra wan nake, nahêlin mirov ji nû ve ji xwe re jiyanê ava bikin. Bêyî ku mirov qebûl bikin, dest bi lêkirina avahiyên TOKÎ yên bi deh qatan kirin." Bîrlîk anî ziman, gel li dijî vê hilweşandina der qanûnî serî li dadgehan da, lê belê hemû îtiraz hatin redkirin.

JI CIH Û WARÊN XWE TÊN DERXISTIN

Bîrlîk destnîşan kir, gelê Kurd vê zilmê weke êrîşek li dijî nasnameya xwe dibîne û got, "Gotina, 'ez ê kirê bidim te, tu bi ku ve diçe biçe' qewirandina ji axa xwe ye. Malbatek ji 7 zarokan, bi kirêya ku tu dide, wê çawa li Stenbolê debara xwe bike? Gelo mesele tenê dayina kirê ye? Mesele jiyan, kar, pêşeroj, bîranîn, zarok û her tiştên mirovan e. Em parlamenterên HDP'yî, ji bo sekinandina hilweşandinê em gelek caran ketin nava hewldanan, lê hemû hewldanên me bê encam man."

ŞIRNEX SERÎ NATEWÎNE

Bîrlîk diyar kir, ji ber ku Şirnexî bi ti awayî serî li ber desthilatdariya AKP'ê natewînê êrîşên ewqasî giran li wan tê kirin û bibîr xist ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê 97 ji sedî yê dengan jê derxist.

Bîrlîk ragihand, wan ji bo avakirina jiyaneke nû li dijî faşîzmê dest bi Nobeda Wijdan û Edaletê kirin û got, "Li cihê ku wijdan û edalet têk çûbe, demokrasî, mafên mirovan ên bingehîn, azadî, welatîbûn, aştî û biratî nabe. Ji ber vê yekê divê wijdan û edaletê bê afirandin û xwedî li van nirxan bê derketin."