Bîreke avê û xizmeta teker...
Bîreke avê û xizmeta teker...
Bîreke avê û xizmeta teker...
Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê, bîreke avê ya ji dema Fransiyan maye û tekerekî gerdêle ku tê gtoin ew jî ji dema Fransiyan maye, hînê xizmetê didin.
Qesr, sûr û bermayiyên dîrokî yên li xaka Mezopotamyayê dergûşa mirovahiyê derdikevin holê, nîşan didin ku Mezopotamyayê gelek gel di hembêza xwe de vehewandiye.
Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê, bîreke avê ya ji dema Fransiyan maye û tekerekî gerdêle ku tê gtoin ew jî ji dema Fransiyan maye, mîna dema berê di roja îro de jî xizmetê didin gel.
Cabîr Mehmed Elî yê li taxa Xerbî ya Qamişloyê xwediyê firinê ye, diyar kir ku li gorî gotinên extiyaran ev bîra avê ji dema Fransiyan maye û herî kêm 80 salî ye.
Elî ragihand ku ava taxa Xerbî berê ji vê bîrê dihat kişandin û got, "Her kesî ava xwe ji vê bîrê derdixistin. Yên mala wan dûr jî, bi hest, hêstir yan jî bi keran dihatin û ji vir av dibirin ji mala xwe re."
Elî anî ziman ku yekane bîra avê ya taxê ev bîr e û got, "Piştî Fransiyan zêde nehat bikaranîn. Lê ev du salên dawî ne me dest bi bikaranîna wê kirin. Ji ber ku av nayê dezenfektekirin, bi tenê ji bo karê paqijiyê tê bikaranîn." Elî diyar kir ku ew ava bîrê di hilberînê de bikar nînin.