Binçavkirin didomin

Binçavkirin didomin

Li hemberî kesên li Bakurê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember kantona Kobanê xwepêşandan lidar xistin operasyonên binçavkirinê hatin destpêkirin. Bi dehan kes hatin binçavkirin, li navçeya Amed Erxaniyê jî kesek hat girtin.

Piştî xwepêşandanên li metropolên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji bo şermezarkirina têkiliyên Tirkiyeyê yên bi çeteyên DAIŞ re hatin lidarxistin polîsên Tirk li hemberî ciwanên Kurd operasyonên binçavkirinê dan destpêkirin. Di operasyonên li Wan, Mêrdîn û Erziromê de bi dehan kes, bi îdîaya tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûne hatin binçavkirin, li navçeya Erxanî ya Amedê ciwanê bi navê Mehmet Yildiz girtin.

LI MÊRDÎN, WAN Û ERZIROMÊ OPERASYON

Li Mêrdînê duh di serdegirtinên li hin malên  Taxên Saraçoglu û Yilimkoy de 15 kesên hatin binçavkirin, piştî kar û barên wan ên li Midûriyeta Emniyeta polîsan a Mêrdînê şandin Edliyeya Mêrdînê. Kesên li ser îdîayên tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûne hatine binçavkirin îfadeyên wan tên girtin.

Li navçeya Bêgir a Wanê zext didomin. Di serdegirtinên hin malan ên duh de 6 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên ji aliyê tîmên tevgera taybet ve pêk hatin, hat diyarkirin polîsan çek xistiye serê mirovan û li wan gef xwarine. Alî Kalabalik ê mala wî hat serdegirtin, diyar kir ku polîsên tevgera taybet ketine di mala wî de li wî û hevsera wî ya ducanî zext kirine.

Li Taxa Matmanîs a Westan hejmara kesên di serdegirtinên malan de hatine binçavkirin bû 2. di operasyonê de ku ser 5 malan de hat girtin piştî binçavkirina zarokê bi navê O.T. (15) hat hînbûn ku Sedat Guneş jî hatiye binçavkirin.

Li navçeya Xinis ya Erziromê jî di serdegirtina malan de hejmara kesên hatin binçavkirin bû 9 kes. Navenda navçeyê jî ji aliyê tîmên tevgera taybet û polîsan ve hat dorpêçkirin. Li aliyê din li navçeya Erxenî ya Amedê di serdegirtinên malan ên bi hincetên tevlî çalakiyên şermezarkirina çeteyên DAIŞ bûne ji 3 ciwanên hatine binçavkirin ciwanê bi navê Mehmet Yildiz şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê.