Bîlgen: Encama tûra duyemîn di destê dengdêrên HDP'ê de ye

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen got, "Encama jinedîtîhatina HDP'ê wê rê li ber hevsengiyeke nû veke" û diyar kir ku encama tûra duyemîn wê ji aliyê dengdêrên HDP'ê ve diyar bibe.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê pêk anî û rojeva heyî nirxand. Bîlgen got, nêzî 1500 kesî ji bo bernamzetiyê serî li wan dane û nîvê van jin in.

Bîlgen da xuyakirin ku AKP kampanya xwe ya hilbijartinê bi destê wezîfedarên dewletê ve dimeşîne û got, "Eger walî radibe tevî rêveberê bajar û navçeyan ê partiya li desthilatdariyê digere, hêza dewletê bi kar tîne û li dijî partiya me kampanyayê dimeşîne, wê çaxê divê mirov bi bîr bîne ku ev yek tebîeteke sîstema yek partiyê ye. Ji salên 1950'î û vir ve tê zanîn bê gel çi bi serê yên ev kirine aniye."

Ayhan Bîlgen diyar kir ku wê 14'ê Gulanê roja Yekşemê danezana xwe ya li ser hilbijartina giştî û hilbijartina Serokkomariyê ji raya giştî re eşkere bikin û ev yek wê ji bo demokrasiya ji gelek partiyan pêk tê, bibe demeke girîng.

Di dewama axaftina xwe de Bîlgen destnîşan kir ku ya çarenûsa rêveberiya Tirkiyeyê diyar bike, hilbijartina parlamenteran e û got, "Eger mûxalefet li parlamentê serdest be, ev yek wê çarenûsa tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê jî diyar bike. Wê ji bo 8'ê Tîrmehê bibe hêvî.

Em pê bawer in ku namzetê me yê Serokkomariyê hem ji aliyê dewrkirina erkê ve, hem jî di mijara afirandina destûra bingehîn a demokratîk de wê gotineke xurt bêje."

BANGA LI DENGDÊRAN

Bîlgen bang li hemû dengdêran kir ku ji bo ewlekariya sindoqan, ji bo nîşandana îradeya dengdêran heta 12'ê Gulanê bi erk û berpirsyariya xwe ya qeyda sindqona û lîsteya dengdêran rabin.

Berdevk Bîlgen anî ziman ku li dijî hêzên ku dixwazin HDP'ê ji parlamentê derxînin, wê roja dengdanê bersiv bê dayin û got, "Li gel ambargoya medyayê û hewldanên krîmînalîzekirinê jî, em pê zanin ku gel wê bersiva pêwîst bide."

NAMZET WÊ 22'Ê GULANÊ BÊN EŞKEREKIRIN

Bîlgen ragihand ku wê namzetên parlamenteriyê jî roja 22'ê Gulanê bi raya giştî re parve bikin û got, "Destpêkê wê beyannameya jinan bê parvekirin. Piştre wê namzet bên nasandin. Dûre kampanya me, mîtîngên me wê dest pê bikin."

ENCAMA HILBIJARTINÊ DI DESTÊ DENGDÊRÊN HDP'Ê DE YE

Ji bo pirsa "Di anketan de HDP weke partiya diyarker xuya dike. Hûn vê şîroveyê çawa dinirxînin?" Bîlgen ev bersiv da:

"Di dema danûstandinên tifaqa partiyan de jî me bal kişandibûn ser vê yekê. Niha jî tevahiya raya giştî vê dibîne. Di her halî de encama tûra duyemîn wê di destê dengdêrên HDP'ê de be. Derdê me ne ew e ku em xwe gelekî mezin bibînin. Yên ku ji nedîtî ve tên, yên ku heqaret li wan tê kirin, nûnerên wan ên hilbijartî hatine girtin, bêguman wê îradeya xwe ya polîtîk di hilbijartinê de nîşan bidin. Ne tenê desthlatdarî, wê partiyên din ên mûxalefetê jî êvara 24'ê Hezîranê bibînin bê encameke çawa wê derkeve holê. Ji bo her kesî wê encameke balkêş be. Jinedîtîhatina HDP'ê, wê weke encama rabûna li ber vê neheqiyê rê li ber hevsengiyeke nû veke. Em ji niha ve dibêjin ku yê encama tûra duyemîn diyar bikin em in. Kampanya me wê li hemberî her şêwe zext û astengiyan bidome."