Bîlgen: Êrîşa li dijî Efrînê wê rê li ber nerazîbûneke mezin veke

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku êrîşeke ji bo dagirkirina Efrînê wê bibe sedem ku ji çalakiyên Kobanê jî mezintir çalakî pêk werin û nerazîbûneke xurt derkeve holê.

Berdevkê HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen diyar kir, eger êrîşeke gengaz li Efrînê were kirin wê Tirkiye û rejîma Erdogan winda bikin.

Bîlgen da xuyakirin ku Erdogan nikare xwe li Efrînê rabigire û bal kişand ser daxuyaniyên wî yên nerm û dawetkar ên li hemberî DYA. Bîlgen got, "Ji vir jî mirov fêhm dike ku derdê Erdogan ne Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ye. Derdê Erdogan Kurd e. Naxwaze ku Kurd li Sûriyeyê bibe xwedî maf, bibe xwedî statu."

'ERDOGAN JI DAÎŞ'Ê ACIZ NEBÛ, LÊ JI KURDAN ACIZ DIBE'

Bîlgen diyar kir ku erka Tirkiyeyê li derveyî axa Tirkiyeyê nîne û wiha dewam kir: "Hûn destpêkê li rejîma xwe binerin. Gelo hûn hurmetê nîşanî îradeya gel didin? Destpêkê vê binirxînin. Karê welatekî din, wan eleqedar dike. Dema ku li wê derê mafên mirovan hate binpêkirin, Tirkiye dikare nerazîbûna xwe nîşan bide, lê ji bilî wê nikare tiştekî din bike, erka xwe nîne. Tu yê ji destketiyên DAÎŞ'ê aciz nebe; dema Nûsra, Ehrar û Şam û komên din ên ser bi El Qaîdeyê bi pêkanînên xwe yên li wir gefê li mirovahiyê dixwe tu yê tiştekî nebêje, lê rabe Efrînê, ya jî Kobanê ku destketiyê tevahiya civakê û gelan e, li dijî xwe weke gefê bibîne..."

Bîlgen destnîşan kir ku Efrîn gefê li civaka Tirkiyeyê naxwe, ya ku gefê li civaka Tirkiyeyê dixwe, rejîma otorîter û totalîter a li Tirkiyeyê ye.

'WÊ NERAZÎBÛNEKE MEZIN BÊ NÎŞANDAN'

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku êrîşa li dijî Efrînê wê rê li ber nerazîbûneke ji ya çalakiyên Kobanê mezintir veke û ji bo karê divê were kirin wiha got, "Divê dest ji alîkariya rêxistinên ku kiryarên li dijî mirovahiyê dikin bê berdan. Dest ji daxwaza avakirina artêşên ku gefê li gelên li wir dixwe bê berdan û ya herî girîng jî li pêşiya kombûna hemû komên Sûriyeyê li dora maseyê nebe asteng. Ti çare û çareseriya li derveyî vê yekê wê mayinde nebe û neyê qebûlkirin."