Bîlançoya şer a sala 2020'an: 1005 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bîlançoya şer a sala 2020'an ragihand. Di çalakiyên hêzên gerîla de 9 jê xwedî paye 1005 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyeke niviskî bîlançoya şerê sala 2020'an ragihand.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

''Me sala 2020'an ku di dîroka berxwedanê ya gelê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, li pey xwe hişt. Sala 2020'an ku ji hêla Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û gelê me bû sala berxwedana giştî, bû saleke berxwedanê li dijî dewleta Tirk a mêtinger û faşîst ku li her qadê li dijî gelê me, nûnerên gelê me û dostên me zext û pêkutî kirî. Dewleta Tirk a faşîst ku di têkoşîna sala 2019'an de pir paş ve çû, 2020'an jî careke dî bi îdîaya ku têkoşîna me biqedîne derktiye holê, bi vê çarçoweyê hemû hêza xwe seferber kiriye, bi kûrkirina konsepta şerê qirêj ê li ser hemû parçeyên Kurdistanê hewl daye ku li dijî têkoşîna me encamê bistîne.

Lê dewletaTirk a mêtinger ku heta niha li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdsitanê bi tecrûbeya xwe ya ji 36 salan zêdetir têkneçûyina xwe ispat kiriye, di êrîşên xwe yên îsal de jî, li gel teknîka şer ya berdest ku berhema teknolojiya herî pêşketî ye û bi organên medyayê yên alîgir bi rêveberina têgihiştinê daye ber xwe ku encamê bistîne. Ji ber vê ji aliyekî ve bêyî ku cihêtiyê bixe navbeyna sivîl-gerîlayan bi teknîka xwe ku pir pişta xwe pê qeyîm kirine hewl daye ku nêçîra mirovan bike, li aliyê dî jî bi tazxiyeka wezîrê şerê taybet bi rêya organên medyayê bi berevajîkirina rastiyan li ber raya giştî û girseya xwe, hewl dane weke ku li dijî têkoşîna me serkeftinên pir mezin bi dest e anîne xwe nîşan bidin.

Lê rejîma faşîst a qirker a AKP-MHP'ê ku bi îdîya ''ji kokê rakirina' Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwe geş kirî û girseya xwe jî li gorî vê hazir kirî, li bara asta têkoşînê ya sala 2020'an ti encam bi dest ve neaniye. Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê ku bi berpirsyariya gihandina gerîlayê modern ê sedsala 21'ê rabûn, ji aliyekî ve bi şêwaza taktîka serdema nû û bi zêdekirina çalakiya derblêdanê, derbên giran li dijminê mêtinger dane, li aliyê dî jî bi şêwza tevgera gerîla ya nû ya li gorî hewcehiya serdemê, bi asteke girîng êrîşên dijmin pûç kiriye û careke dî daniye holê ku mêtingeriya li Kurdistanê li bara têkoşîna me ya azadiyê mehkûmî têkçûnê ye. Yekane rastiya krîza aborî, leşkerî, siyasî ya mêtingeriya Tirk bêguman pêvajoya berxwedanê ye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê geş kiriye.

2020'AN LI BAKURÊ KURDISTANÊ BERXWEDANIYEKE DÎROKÎ HATE KIRIN

Nexasim li Bakurê Kurdistanê ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê lê çêbûne û li dijî mêtingeriyê şerê herî mezin dane hêzên me bi asta herî zêde berxwedanî û fedekarî kirine, weke nûnerên rêz 3u rêçika berxwediya PKK'ê gerîlayên HPG'ê yên fedayî ku bi îdeolojiya Apoyî xwe qeyîm kirine, danîne holê ku dijmin çawa tê pûçkirin. Bi helwesta lehengî ya bi pêşengiya Egîd Civyan, Yilmaz Dersim, Amara Ronahî, Sema koçer, Serhildan û Yildizan sala 2020'an li ser xaka Bakurê Kurdistanê berxwedaniyeke dîrokî nîşan dane. Nexasim ber bi dawiya salê ve, li Gilîdaxê ku diyarê berxwedanê yê Ihsan Nûrî Paşa ye, di navbeyna 3-27'ê Cotmehyê de li dijî operasyona dijmin ku îmhakirina gerîla dabû ber xwe, berxwedaniya ku hêzên me nîşan dane û di vê operasyona domdirêj de ku 24 rojan dome kirî, bêyî ku ziyan were ser hêzên me, derba ku li dijmin hatî xistin û rakirina çek û malzemeyan a li ser dijmin, mînakeke balkêş e ji bo asta performansa gerîlayan li Bakurê Kurdistanê nîşan bide. Lê dewleta Tirk a mêtinger, bi hêza medyayê ya li ber dest van ji raya giştî vedişêre û rastiyan berevajî dike.

Berxwedana li Bakurê Kurdistanê ya sala 2020'an, li dijî mêtingeriyê ku nexasim piştî sala 2016'an weke hedefa mezin dayî ber xwe ku ji Bakurê Kurdistanê gerîlayan derxîne û ji bo ku têkçûna xwe ya li ser vê mijarê veşêre her roj bi aşkerekirina hijmaran gel xapandî, bûye derbeke giran. Rejîma AKP-MHP'ê ya mêtinger-qirker, bi dehan operasyonê bejahî yên bi tevlêbûna bi hezaran leşker û bi sedan êrîşên teknîkî jî encama ku dixwest bi dest ve neaniye. Artêşa TC'ê ya mêtinger li ser Bakurê Kurdistanê 92 operasyon, 329 êrîşên hewayî û 23 caran êrîşên bi topan aniye, hêzên me jî li nav sînorên Bakurê Kurdsitanê li dijî dijminê mêtinger 82 çalakî kirine. Di van çalakiyan de û di şer de bi giştî 369 leşkerên dijmin ji hêla hêzên me ve hatine cezakirin, li gel êrîşa giştî ya dijmin jî 165 hevrêyên me şehîd bûne û tevlî nav karwanê nemiran bûne.

Rejîma faşîst-mêtinger a AKP-MHP'ê li aliyekî hem li Bakurê Kurdistanê encama ku dixwest bi dest ve neaniye, li aliyê dî jî êrîş aniye ser Qadên Parastinê yên Medyayê û xaka Başûrê Kurdistanê û xwestiye ku encamê bistîne, li vir li ser hîmê bidestxistina serkeftinê hewl daye ku xeyalên Osmaniya nû zindî bike. Lê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li Heftanînê û Xakurkê li dijî artêşa faşîst a Tirk ku bi operasyona dagirkirinê hewl daye ku bi pêş ve biçe, li ber xwed dane, li Qadên Parastinê yên Medyayê derbên giran li dijmin dane, hewlesta dîrokî ku Qasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Garzan, Bargiran, Esmer, Nûcan û Rûsteman nîşan dayî daniye holê ku li ser xaka Kurdsitanê dagirker ti caran wê bi ser nekevin.

ŞÊWAZA ŞER BI ÊRÎŞÊN HEWAYÎ BÊENCAM HATE HIŞTIN

2020'an li dijî 30 operasyonên bejahî, 1260 êrîşên hewayî û 183 êrîşên bi topan ên dijmin ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me ku li vê herêmê bi fedakariyeke mzin û bi giyanê berxwedanê tevgeriyan, 315 çalakî kirin. Di van çalakî û şer de 636 leşkerên dijmin ji hêla hêzên me ve hatine cezakirin, bi encama êrîşên dijimn 193 hevrêyêne me şehîd bûne û tevlî nav karwanê nemiran bûne. Li Cenga Heftanînê ku ev 6 meh û nîv e di zik dijmin de, bi fermandariya Bargiran û Esmeran şêwaza şer tê kirin, bi berxwedana ku dastan afirandî, weke vê li Xakurkê jî, bi dijmin re di zik hev de tevahiya salê bi şer û berxwedanê tevahiya salê ya li ser Qadên Parastinê yên Medyaê, li gel bombebaranê jî, ev tablo nîşan dide ku dewleta Tirk bêencam maye. Bi şêwaza tevgera rast a hêzên me û helwesta bicihbûnê, şêwaza şer a li ser êrîşên hewayî ku dewleta Tirk pê hêviyên mezin dikir, bêencam hatiye hiştin.

Hem li Bakurê welêt û hem jî li Başûr asta berxwedanê ev hijmarên ku asta hêzên HPG'ê li dijî artêşa TC'ê ya faşîst danîne holê, her wiha nîşan didin bê ka planên qeleço, qirkirin û îmhayê yên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê çawa hatine pûçkirin. Li gel propandaya ku pergala şerê taybet bi berevajîkirinên mezin û derewan dike, hemû rastiya şer bi van reqeman bi rengekî aşkere tê fêhmkirin. Pêvajoya şerê li Kurdistanê, bi rengekî herî rast ji hêla Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê ve bi raya giştî re tê parvekirin, ên ku dixwazin xwe bigihînin bîlançoya rast a vî şerî, heke daxuyaniyên HPG'ê bişopînin wê xwe bigihînin agahiyên herî zelal. Ji ber ku, dewleta Tirk a mêtinger ku li ser vê mijarê giranî daye şerê psîkolojîk ti caran rastiyê nanivîse, tim rastiyan berevajî dike.

GERÎLAYÊN AZADIYÊ 2021'AN Î WÊ BI ROLA XWE RABIN

Pêvajoya berxwedanê ya sala 2020'an, rastbûna perspektîfa veavakirinê ya ku gerîlayan li Kurdistanê dane destpêkirin ispat kiriye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di dîroka têkoşîna me de cara pêşî amûrên hewayî bi kar anîn, li ser hîmê felsefeya Apoyî her ku zîrektiya mirov geş bike, wê xwe bigihîne kûrahiya taktîkê û şêwaza serkeftinê. Derketiye holê, ku bi vê perspektîfê di serdema me de hêzên gerîla ku bi fermandariya pêşeng û taktîkî xwe nû bike û lê kûr bibe, wê bibe hêza serfiraziyê ya hê mezintir. Bi vê çarçoweyê Hêzên Parastina Gel ku xwe ji bo pratîka 2021'an hazir dike, wê ala azadiyê ku şehîdên me yên leheng ên berxwedana 2020'an ji me re hiştin wê li ezmanan li ba bikin, di meaş azadkirina Rêber Apo û gelê Kurdistanê de, wê bibin hêza pêşeng a karîger û bi vê biryarê bin û bi teqezî bi ser bikevin. Hemû geşedanên ku niha di roja berdest de têne jiyîn, nîşanî me dide ku sala 2021'an ji bo gelên Kurdistanê û herêmê wê ne saleke jirêzê be. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li herêmê bûye hêviyan gelan, di pêvajoya dîrokî de ya li pêş me wê bi mîsogerî bi rola xwe rabe, wê ji hêviyên şehîdên me yên leheng û Rêbertiya me re bibin bersiv.

Bîlançoya şer a sala 2020'an wiha ye:

Êrîşê artêşa TC’ê

Operasyonnên Bejahî

122

Êrîşên Hewayî

1589

Êrîşên Hewan, Obus û Tankan

206

Encamên Çalakiyên Gerîla Yên Li Dijî Êrîşan

Çalakiyên Gerîla

397

Êrîşên Esmanî Ji Aliyê Gerîla Ve Hatin kirin

(Çalakiyên Hêzên Parastina Esmanî ya Şehîd Delal Amed9

13

Şerê Qewimî

63

Çalakiyên Encamên Wan Nezelal

120

Hêzên Dijmin ên Hatin Cezakirin

1005

Leşkerên Bi Paye Yên Hatin Cezakirin

(1 Serheng, 1 Serpel, 1 Ustegmen, 4 Çawîşên Pispor, 2 Berbaz)

9

Hêzên Dijmin ên Birîndar Bûne

105

Hejmara Wesayîtên Zirxî yên Leşkerî yên Hatin Rûxandin

18

Hejmara Wesayîtên Leşkerî yên Asayî yên Hatin Rûxandin

3

Mekîneyên Kar ên Hatin Rûxandin

16

Dronên Hatin Xistin

3

Helîkopterên Hatin Rûxandin

1

Helîkopterên Hatin Derbkirin

12

Hevrêyên me yên Dîl Ketin Destê Dijmin

10

Hevrêyên Me Yên Şehîd Bûne

358