'Bila Roboskî bê ceza nemîne'
'Bila Roboskî bê ceza nemîne'
'Bila Roboskî bê ceza nemîne'
Rêxistina Cizirê ya BDP'ê diyar kir ku ji bo kiryarên Qetlîama Roboskî derkevin holê wê kampanyaya îmzeyan bidin destpê kirin.
Rêxistina Cizîrê ya BDP'ê, bi daxwaza dadgehkirina berpirsiyarên Qetlîama Roboskî li ber avahiya partiyê daxuyaniyek çapemeniyê da. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê Ahmet Çeter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Çeter da xuyakirin ku wê kampanyaya îmzeyan a "Em li Roboskî dadgeha leşkerî naxwazin" bidin destpêkirin û got, "Nêzî 2 salan e ku kesên 34 ciwanên me qetil kirine nehatine dadgehkirin em şermezar dikin."
'EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ VÊ DOZÊ'
Çeter diyar kir ku hikûmet kiryarên Qetlîama Roboskî diparêze û pêvajoyê ber bi tarîtiyê ve dibe. Çeter axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, "Em vê paranoyaya tirsê ya hatiye avakirin qebûl nakin. Em nikarin qebûl bikin ku kesên canên me qetil kirine di nav me de bigerin. Wek BDP'ê em ê şopdarê vê dozê bin."