Bijîşkên Talabanî: Rewşa serokkomar bi rastî jî baş e

Bijîşkên Talabanî: Rewşa serokkomar bi rastî jî baş e

Koma bijîşkan ku îro ji bo tenduristiya Serokomarê Iraqê Celal Talebanî xebitin, civînekî çapemeniyê li dar xistin. Bijîşkan diyar kirin ku rewşa Talebanî çiqas diçe baştir dibe û dil, gurçik û damarên wî mîna berê dixebitin.

Ji serê sibê ve li ser rewşa tendûristiya Serokomarê Iraqê Celal Talebanî gelek nezelaliyek hebû. Îro êvarê koma bijîşkan ku bi wî re eleqedar dibûn derketin pêşberî rojnamevanan û bersivê pirsan dan.

Hanî Musayê ku bi navê bijîşkan daxuyaniyê da diyar kir ku damarên mejiyê wî dîsa wekî berê kar dikin û rewşekî aloz tûneye. Musa herwiha diyar kir ku wê sibê ji bo Talabanî heyetekî bijîşkan ji Îngîltereyê were.

Rayedarê serokkomariyê Nesîr Anî jî ragihand ku rewşa serokkomar bi rastî jî baş e û got hemû nûçeyên di derbarê rewşa wî de ku têgotin 'li ber mirinê ye' ne rast in.

Nivîsgeha Serokomartiya Iraqê îro serê sibê daxuyaniyek da û diyar kir ku Talebanî ji ber nerehetiyekê rakirine nexweşxaneyê û di bin çavdêriya komek bijîşkên pispor de tê kontrolkirin.