Bi ser Kobaniyên birîndar de girtin: 10 kes hatin binçavkirin

Bi ser Kobaniyên birîndar de girtin: 10 kes hatin binçavkirin

Kobaniyên ku li Kobanê di pevçûnê de birîndar bûn û li Rihayê di dema dermankirina wan de ku li xaniyekî diman, di saetên sibê de polîsan bi ser wan de girt. 6 birîndar, 3 kesên refakat dikirin û xwediyê malê jî di nav 10 kes hatin binçavkirin.

6 Kobaniyên ku li Kobanê di dîrokên cuda de di pevçûnan de birîndar bûn û ketina wan a fermî û qeyda AFAD’ê hebûn, li mala ku dihatin dermankirin, polîsan di saetên sibê de bi ser malê de girt. Xaniyê ku li taxa Devteştî bû polîsan deriyê wê şikand û 6 birîndar, 3 kesên refakat dikirin û xwediyê malê Mustafa Çîçek hat binçavkirin.

Parêzer Bekîr Benek der barê mijarê de axivî û diyar kir ku polîs pêkanîn salên 90’î dikin û da zanîn ku polîsan kursiya astengdaran a nehatiye vekirin jî wek hêmaya sûc dîtine û desteser kirine.

Benek got: “Polîsên tîmên taybet bi maskeyên berfê, bi tundiyek mezin ketine malê. Derî şikandine. Dermanên li mal jî desteser kirine. Nayê zanîn ku bi çi hincetê hatine binçavkirin. Lê qeyda welatiyên me yên rojava hene. Ketina wan a AFAD’ê heye. Tiştên hatine kirin bêhiqûqî ye.

Kesên hatin binçavkirin ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan û piştî vê wê bibin Midûriyeta polîsan.