Bi mîlyonan kes ji Erdogan ‘Bêzar bûn’

Peyamên dijberên Erdogan li tevna civakî de rekorê dişkêne. Niha jî tewetên ‘Bêzarbûn’ (S I K I L D I K) gihişt mîlyonan.

Serokkomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di Kongreya Baskê Ciwanan a partiya xwe de axivî û wiha bang li ciwanan kir; “Ez dizanim hûn bêzar bûne’. Erdogan li ser gotina ciwanan a ‘Na’ wiha pirsî ‘Cidî hûn bêzar nebûne?’

Li ser vê di Twîtterê de li dijî Erdogan nivîsa ‘Bêzar bûn’ (S I K I L D I K) hate weşandin. Gelek kesan di twîtterê de ev peyam weşand û di rêza cîhanê de bû yekem.

TAMAM

Erdogan di civîna koma AKP’ê de gotibû ‘Ger rojekê gelê me bibêje ‘Tamam’ wê de em amadene xwe vekişînin’. Piştî vê gotinê di tevna civakî de ‘TAMAM’ berbelav bû û li Tirkiye û Cîhanê rêza yekem de cih girt.