Bi hezaran kes ji bo Kobanê li Parîsê meşiya: Fabius hevdîtin qebûl kir
Bi hezaran kes ji bo Kobanê li Parîsê meşiya: Fabius hevdîtin qebûl kir
Bi hezaran kes ji bo Kobanê li Parîsê meşiya: Fabius hevdîtin qebûl kir
Li paytexta Franse Parîsê, bi hezaran kes daketin qadan û ji hukûmeta Franseyê xwestin ku ji bo Kobanê bi awayeke lezgîn bikeve nava tevgerê. Partiyên çep ên Frensî û Tirkiyeyî jî piştgirî dan meşa Kurdan. Şaredarekî Frensî ji ANF’ê re ragihand ku Wezîrê Derve yê Franseyê Laurent Fabius daxwaza hevdîtina bi Kurdan re qebûl kiriye.
Piştî bi sedan Kurd li ber Parlementoya Franseyê heta danê sibê çalakî pêk anîn, îro saet di 16.00 de bi bi hezaran kes, li qada navdar Republique (Komar) li hev kom bûn û dest bi meşê kirin. Meşa ji aliyê Konseya Demokratîk a Kurdan a Franseyê ve hate organîzekirin, ji aliyê rêxistin û partiyên çep ên Frensî û Tirkiyeyi yên weke MLKP, TKIP, DIDF, ADHK, Partîzan, ODAK , Partiya Komîst a Franseyê (PCF), Partiya Dij Kapîtalîstên Nû, tevgerên anarşîst Alternative Libertaire û Comuniste Libertaire, li Dijî Nijadperestiyê Tevgera Gelan (MRAP) û Komeleya Piştevaniyê ya Franse-Kurdistanê ve hate destekkirin.
KOMUNÎST, SOSYALÎST Û KELDANIYAN JI BO KURDAN DAXWAZA HEVDÎTINÊ KIR
Hunerên PYD û HDP’ê jî tevlî vê çalakiya girseyî bûn. Beriya meş dest pê bike, Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst ya Franseyê (PCF) Pierre Laurant li qada Republiqueyê axaftinekê kir û diyar kir ku ew ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re hatine vê derê û ji hukûmeta Franseyê xwest ku li dijî DAIŞ’ê destekê bide berxwedana Kurdan. Laurent da zanîn ku ji bo Wezareta Derve ya Franseyê hevdîtina bi Kurdan re qebûl bike, wana gelek hewl dane.
Di dema çalakiyê de Şaredarê banliyoya Sarcellesê ya Franseyê François Puppon ê ji partiya sosyalîst tevî nunereke Keldanî, ji bo Wezareta Derve ya Franseyê hevdîtina bi Kurdan re qebûl bike, hewldanên xwe berdewam kirin.
Çalakgerên ku di destê wan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , alên PKK, KCK û YPG’ê hebûn, di Cadeya Renardê re meşiyan û li ber Şaredariya Mezin a Parîsê bi qasî çend deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di dema çalakiya rûniştinê de derbarê êrîşên DAIŞ’ê û piştgiriya dewleta Tirk a ji bo vê rêxistina hov de agahî hatin dayin.
Çalakger piştî meşeke bi qasî 40 deqeyan gihiştin Qada Chatleletê û li vê derê axaftin hatin kirin. Axaftina pêşî ji aliyê nunerê PYD’ê yê Parîsê Xalid Îsa ve hate kirin û diyar kir ku Kurd li Kobanê ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû mirovahiyê têdikoşin.
ADENOT: WEZÎRÊ DERVE SOZA HEVDÎTINÊ DA
Piştre Şaredarê Champigny –Sur-Marne Dominique Adenot ê ji partiya komunîst, axivî û got: “Divê hukûmeta Frensî tavilê dest ji vê helwesta xwe ya durû û ne zelal berde.” Adenot diyar kir ku divê Wezîrê Derve yê Franseyê Laurent Fabius daxwaza hevdîtina bi Kurdan re qebûl bike. Adenot bang li hukûmeta Franseyê kirk u dest ji piştgiriya Erdogan û Tirkiyeyê berdin û ragihand ku ew dê her tim gel gelê Kurd bin. Adenot xwest ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.
Adenot piştî axaftina xwe ji ANF’ê re axivî û got ku Wezîrê Derve yê Franse Laurent Fabius da xwaza hevdîtina Kurdan qebûl kiriye. Adenot got: “Wezîrê Derve Laurent Fabius duh bi şev daxwaza hevdîtinê ya Kurdan qebûl kir. Ji bo li ser soza xwe bimîne, divê zêdetir zext lê bên kirin.”
FABRIAZ: KOBANÊ BERXWEDANA HEMÛ MIROVAHIYÊ YE
Nunerê MRAP’ê Patrick Fabriaz jî got; “ Berxwedana îro li Kobanê tê meşandin, ne tenê berxwedana Kurdan e, berxwedana hemû mirovahiyê ye. Ev berxwedan li hemberî hemû faşîzm û nijadperestiyê ye” û xwest PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Fabriaz wiha axivî: “Divê Apo azad bibe, PKK ne rêxistineke îllegal, rêxistineke rewa ya gelê Kurd e.”
Nunerê HDP’ê Orhan Çelebî jî got: “Gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn ji bo azadiya xwe li qadan e. Şoreş ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û belavî Rojhilata Navîn bû. Ji ber wê jî dixwazin vê şoreşê bifetisînin.”
ALTERNATIVE LIBERTAIRE: PÊWÎSTIYA GELÊ KURD BI ÇEKAN HEYE
Her yek ji nunerên DIDF û ACTIT’ê axaftinek kirin û berxwedana Kobanê silav kirin. Nunerê Alternative Libertaire Guillaume Davranche jî axivî û got: “Kobanê îro sembola berxwedana Rojava ye. Ger Kobanê bikeve ne tenê Rojava, dê modeleke siyasî û civakî bikeve xeteriyê.” Davranche d estnîşan kir ku ji bo parastina Rojava pêwîstiya Kurdan bi çekan heye.
Çalakî saet di 18.00 bi dawî bû.