Mehmet Saît Yildirim ê 67 salî yê ku di Girtîgeha Tîpa T ya Odemîşê de bû û nexweşiya dil pê re heye, bi ‘fermaneke taybet’ a ku ji Wezareta Edaletê hat, sewqî Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê hatibû kirin. Derket holê ku Yildirim xistine hucreyê.
Girtiyê bi navê Tûrgût Koyûncû têkildarî sirgunbûna Yildirim faksek şand ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û ev tişt ragihand, “Hevalê me Mehmet Saît Yildirim bi fermaneke taybet a Wezareta Edaletê, ew xistine hucreyê. Ji bo ku têxin hucreyê ew birin Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklara Îzmîrê. Tu cezayê wî tuneye ku, wî têxin hucreyê. Lê bi fermana Wezareta Edaletê ew birin F-1’ê. Ev rewşeke nû ye û me dixe nav fikaran.”
LI ÎMRALIYÊ 9 ROJ
Yildirim di dema ‘Pêvajoya Çareseriyê’ de li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 15’ê Adara 2015’an de di çarçoveya peywira sekreteryayê di nav 5 girtiyan de bû, yên ku ew şandibûn Girtîgeha Îmraliyê. Yildirim li Girtîgeha Îmraliyê 9 rojan bi Ocalan re mabû û ji ber nexweşiya xwe ya dil sewqî Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê hatibû kirin. Piştî Bolûyê Yildirim şandibûn Amedê, ji Amedê jî ew sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Odemîşê kiribûn.
Pirtûka Mehmet Saît Yildirim a bi navê ‘Li Îmraliyê 9 roj’ ji aliyê Weşanên Aramê hatibû çapkirin.