Dîhaber, rojnameyên Şûjin û Rojeva Medya hatin girtin
Hikumeta AKP'ê du biryarnameyên nû yên di hukmê qanûnî de weşand. Bi van biryarnameyan rojnameya Rojeva Medya, Gazete Şûjin û Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medya-Amed hatin girtin.
Hikumeta AKP'ê du biryarnameyên nû yên di hukmê qanûnî de weşand. Bi van biryarnameyan rojnameya Rojeva Medya, Gazete Şûjin û Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medya-Amed hatin girtin.
Di çarçoveya Rewşa Awarte de, du biryarnameyên di hukmê qanûnî de hatin weşandin. Bi van her du biryarnameyan rojnameya Rojeva Medya, Gazete Şûjin û Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medya-Amed hatin girtin.
Bi biryarnameya bi hejmara 693'an re, ku li Rojnameya Fermî hate weşandin 922 kes ji wezîfeya cemaweriyê hatin derxistin, 57 kes li wezîfeya xwe hatin vegerandin û 6 sazî û komele hatin girtin.
Saziyên hatine girtin ev in: Komeleya Mavî, Komeleya Hezkiriyên Quranê, Komeleya Mezûnên Lîseya Antalya Çaglayan, rojnameya Rojeva Medya, Gazete Şûjin û Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medya-Amed.