Beştaş: Operasyon jehrê didin pêvajoyê
Beştaş: Operasyon jehrê didin pêvajoyê
Beştaş: Operasyon jehrê didin pêvajoyê
Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş da zanîn, ku operasyonên demên dawî yên binçavkirin û girtinan jehrê didin pêvajoyê û got, "Di encama polîtîkaya ewlekariyê ya dewlet hewl dide bixe meriyetê de, Kader Ortakaya hatiye qetilkirin."
Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, pêla girtin û binçavkirinan ên piştî çalakiyên destekkirina berxwedana Kobanê destpê kir, ji ANF'ê re nirxand. Beştaş diyar kir ku operasyonên hikûmetê daye destpêkirin, ji her alî ve "Pêvajoya Çareseriya Demokratîk" jehrî dikin û destnîşan kir, ku ji bo baweriya bi pêvajoyê re kêmtir nebe, divê hikûmet tavilê dawî li van operasyonên qirkirina siyasî yên xwe dispêrin polîtîkayên ewlekariyê, bîne.
Beştaş ragihand ku daxuyanî û polîtîkayên AKP'ê yên li ser pêvajoyê ji hev gelekî cuda ne û anî ziman, ku eger tê xwestin samîmiyet û baweriya bi pêvajoyê hebe, divê daxuyanî û gotinên tên bilêvkirin, bicih werin anîn. Daniş Beştaş da zanîn, ku ev operasyonên tên kirin di nava gel û raya giştî de rê li ber aciziyeke mezin vedikin û diyar kir, ku ji nû ve bikaranîna rêbazên kevin ên heta niha ti encam bi xwe re neanî, ji bilî bêsamîmiyetiyê tiştek nîne.
MEXDÛRÊ PÊVAJOYÊ DÎSA ZAROK E
Daniş Beştaş da zanîn, ku di operasyonên dema dawî de piraniya mirovên hatine binçavkirin û girtin dîsa zarok in û ragihand, ku li gorî lêkolînên wan niha bi tenê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê 20 zarokên ji 13 heta 18 salî tên ragirtin. Daniş Beştaş anî ziman ku bêyî lêkolîneke civakî bê kirin gelek zarok hatine girtin û destnîşan kir ku têgihiştina van zarokan, bi qasî sûcên li wan tê kirin fêm bike, nîne.
BERDÊLA POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ BI GEL TÊ DAYÎN
Daniş Beştaş bibîr xist, ku rêbaza heyî berê gelek caran hatiye ceribandin û da xuyakirin ku bi vê rêbazê re pêşî li ti têkoşîna civakî nehatiye girtin, berevajî têkoşîna civakî xurtir kiriye. Daniş Beştaş anî ziman ku hikûmet, berdêla polîtîkayên xwe yên şaş ên di çalakiyên ji bo destkkirina berxwedana Kobanê de nîşan da, bi gel dide dayîn. Daniş Beştaş bal kişand ser binçavkirin û girtina endamên ESP'ê yên çend roj berê û got, "Ev operasyon, ji destpêkê ve bi zanebûn li hemberî plêkhateyên partiya me tê kirin. Divê ev helwesta lid ijî endamên me yên meclîsa partiyê û gelê me, tavilê ji holê bê rakirin. Di çarçoveya operasyonên bi hinceta polîtîkayên ewlekariyê de bi hezaran mirovên me hatine girtin yan jî tên darizandin. Pêwîste dest ji vê bê berdan."
YA KU KADER QETIL KIR POLÎTÎKAYA EWLEKARIYÊ YA DEWLETÊ YE
Daniş Beştaş bal kişand ser pêkanînên li gorî polîtîkayên ewlekariyê yên li ser sînor û destnîşan kir, ku di encama van pêkanînan de Kader Ortakaya hatiye qetilkirin. Daniş Beştaş diyar kir ku, dema dewlet êrîş nake di çalakiyan de bêvila kesî jî xwîn nabe û ragihand ku hemû bûyerên rû dane, ji ber êrîşa dewletê derketine holê.