HEVPEYVÎN

Besê Hozat: Gerîla dagirkeriyê ji kokê ve radike, dewleta Tirk rastiyê vedişêre

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û got, "Gerîla duyemîn artêşa mezin a NATO'yê ji kokê ve rake, dewleta Tirk rastiyê vedişêre. Nerazîbûnên li Başûr kêm e, (...) divê qiyamet bê rakirin."

BESÊ HOZAT

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haber bû û li ser tecrîda li Îmraliyê û dagirkeriyê axivî.

Hevpeyvîna bi Besê Hozat re bi vî rengî ye:

Em bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê bikin. Her wiha pêngavek ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ev pêngav beriya niha bi berfirehî hate nirxandin. Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve nêzîkatî û tevlîbûna li vê pêngavê divê bi çi rengî be?

Ji Rêber Apo agahiyek nehatiye wergirtin. Sîstemeke tecrîd û êşkenceyê ya bi rêk û pêk heye. Di nava wan salan de hevdîtinên parêzeran çêbûn. Ji sala 2013'an heta salên 2014 û 2015'an hin hevdîtinên heyeta HDP'ê hatin kirin. Bi vî rengî dem bi dem hin hevdîtin hatin kirin, têkildarî rewşa Rêbertî û polîtîkayên li ser Îmraliyê raya giştî, gelê me û me hinek agahî wergirtin, me şopandin. Lê belê ev nedihat wê wateyê ku tecrîd şikestiye, ji holê hatiye rakirin û şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo misoger bûye. Ya rast sîstema êşkence û tecrîdê 26 sal in dewam dike. Divê mirov bi vî rengî pênase bikin. Niha qala 41 mehan tê kirin 41 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Rewşeke welê heye ku têkilî bi temamî jê qut bûye. Ya rast ev ne 41 meh in. Ev pêvajo li gorî axaftina kurt a bi telefonê ya bi Mehmet Ocalan û Omer Ocalan re ya Adara 2021'ê bi Rêber Apo re kirin, tê vegotin. Lê belê ew jî hevdîtinek nebû. Di wê axaftinê de şert û mercên Rêber Apo, Îmraliyê, rewşa wî, tenduristî û ewlehiya wî baş nayê fêhmkirin. Di wê axaftina bi telefonê re ji xwe li ser tiştekî nehat axaftin. Axaftinek ji deqeyek, du deqeyan bû. Ji xwe Rêbertî şêweyê bi wî rengî yê axaftinê rexne kir. Got, hûn dikevin xefikê. Got, 'divê parêzerên min hevdîtinê bi min re bikin, mafê min heye ku parêzerên xwe bibînim. Mafê min ê hiqûqî, qanûnî ye. Eger hevdîtin wê bibe divê bi parêzerên min re be': Di vê çarçoveyê de axaftinek ji deqeyek, du deqeyan hate kirin.

Ji wê axaftinê zêde tiştek nehat fêhmkirin, ji xwe dema ku Rêbertî bi vî rengî axivî û helwest nîşan da, dewletê dest lê werda û axaftin bi dawî kir. Lewma ji 41 mehan bêhtir, ji 12'ê Hezîrana 2019'an û vir ve têkilî bi temamî hatiye birîn.

Ji Rêber Apo ti agahî nayê wergirtin. Bê bîra we, ji 2'ê Gulana 2019'an heta bi 12'ê Hezîranê 3 hevdîtin bi parêzeran re hatin kirin. Hevdîtin bi mlbatê re jî hate kirin, parêzeran jî 3 caran hevdîtin kirin. Di wan hevdîtinan de li ser rewşa Rêber Apo, şert û mercên li Îmraliyê, ewlekarî û rewşa wî ya tenduristiyê me, gelê me, raya giştî hinek agahî wergirtin. Lê belê piştre têkilî bi temamî hate birîn, rewşeke tecrîdê ya giran hate ferzkirin û dewam kir. Ji ber wê divê mirov ji wê demê destpê bikin. Yanî ji 12'ê Hezîrana 2019'an û vir ve ti agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Bi rastî jî li Îmraliyê rewş çi ye, rewşa tenduristiyê ya hevalên girtî yên bi Rêber Apo re ne çi ye, ti agahî nîne. Di rewşeke bi vî rengî de rayedarên AKP'ê li derdorê dibêjin Ocalan kengî bixwaze dikare malbata xwe bibîne. Hin derdor jî radibin dibêjin Ocalan dikare malbata xwe bibîne, lê belê rêxistin destûrê nade. Propagandayên bi vî rengî belav dikin. Di nava gel de belav dikin, di nava Kurdan de belav dikin. Hin derdorên ku hevdîtinê bi wan re dikin van dibêjin. 'Ocalan çareseriyê dixwaze lê belê tevgera çareseriyê naxwaze'. Propagandayeke bi vî rengî dikin, gotinên bi vî rengî dibêjin. Xuya ye şerekî mezin ê taybet tê kirin. Her ku bi vî rengî tengav dibe û nikare tecrîda heyî vebêje, nerazîbûna civakî, nerazîbûna raya giştî, helwesta gelek derdorên li asta navneteweyî, demokratîk, çep, sosyalîst, azadîparêz û demokratîk, nerazîbûna wan hîn bêhtir wan tengav dike. Nikarin vî sûcê xwe îzah bikin. Ji ber ku dewleta Tirk niha sûcê li dijî mirovahiyê dike, sûcê hiqûqê dike. Yanî hem hiqûqa xwe hem jî hiqûqa navneteweyî niha bi tmamî ji holê rakiriye, binpê kiriye. Lewma ti îzahata vê yekê nîne. Niha rewşa ku li Îmraliyê diqewime ji her alî ve sûcê li dijî mirovahiyê ye. Komkujiyeke hiqûqê ye, komkujiyeke mirovahiyê ye. Rewşeke bi vî rengî heye. Ji bo nixumandina vî sûcî hewl dide têgihiştinên cuda biafirîne, dema ku nikaribe îzah bike jî dest bi derewan dike. Hewl dide derdorê bixapîne. Bêguman ev yek rewşa metirsîdar a dewleta Tirk radixe pêş çavan.

Beriya demeke nêz civînek li Neteweyên Yekbûyî hebû. Di wê rûniştinê de jî rewşa tecrîdê, qutkirina têkiliyê ya bi temamî ketibû rojevê. Gelek pirs ji heyeta Tirk hate pirsîn. Nekarîn rewşê îzah bikin. Nekarîn bibêjin tecrîd. Gotin, qedexe. Niha em hîn baştir fêhm dikin, yanî çima cezayên dîsîplînê bi cih têne anîn? Mirovên ku agahî ji wan nayê wergirtin, di nava tecrîdeke mutleq de bin, gelo kîjan sûcê dîsîplînê dikarin bikin? Ev yek polîtîkayek e. Niha nikarin vê jî îzah bikin. Navê qedexeyê lê dikin. Dibêje min cezayê dîsîplînê bi cih anî, qedexe ye, ji ber wê parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Dibêje, ji ber qedexeyê nikare hevdîtinê bike. Nikare bibêje tecrîd. Ji ber ku sûc dike. Rewşeke sûc heye. Tişta ku jê re qedexe ye dibêjin bi xwe tecrîd e. Ji ber ku nikare bi eşkere bibêje bi vî rengî vedibêje.

Lewma me ev yek dît. Pêngava azadî ji Rêber Apo re asteke gelekî girîng afirand. Dewleta Tirk niha ketiye rewşeke welê zehmet, welê tengav bûye ku nizane sûcê xwe, sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê hiqûqê îzah bike. Hewl dide binixumîne. Derewan dike, hewl dide her kesî bixapîne. Bêguman kes bi vê naxape.

Meha Îlonê civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heye. Wê mafê hêviyê bixin rojeva xwe. Wê gelek daxwazên girîng ên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hebin. Parêzerên ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diaxivin, nirxandina dikin, em ji nêz ve dişopînin. Xuya ye Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi amadekariyên gelekî cidî xwe ji civînê re amade dike. Wê vê rewşê bi rengekî gelekî cidî bixin rojevê û daxwazên girîng bike. Ev daxwaz bi rastî jî gelekî girîng e. Konseya Ewropayê jî şirîkê vî sûcî ye. Komîteya Wezîran a Ewropayê jî şirîkê vî sûcî ye. CPT, DMME û dewleta Tirk şirîkê vî sûcî ne. Ev sîstem, sîstema Îmraliyê, sîstema tecrîd û êşkenceyê, sîstema qirkirinê ava kirine. Bi salan e li vê yekê temaşe dikin. Li pêşberî vê êşkence, polîtîkaya tecrîdê ya ku dewleta Tirk li Îmraliyê dimeşîne bêdeng dimînin, dibin hevkar. Di asta heyî de divê êdî ev hêz helwesteke cidî nîşan bidin. Divê ev hêz êdî nebin şirîkê vî sûcê qirkirinê, sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê hiqûqê, komkujiya hiqûqê. Hiqûqa ku bi xwe ava kirine tê qetilkirin. Peyman û hiqûqa navneteweyî ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên bicihanîn. Vî sûcî dike. Lewma ew bi xwe jî ji vê berpirsyar in. Di serî de Konseya Ewropa, CPT, Komîteya Wezîran a Ewropayê, saziyên ser bi Konseya Ewropayê berpirsyar in. Sûcdarê sereke di rewşa heyî de Konseya Ewropayê ye. Divê Konseya Ewropayê êdî dawî li vî sûcê xwe bîne. Nebe şirîkê vê yekê. Di vê mijarê de divê helwest û nêzîkatiyeke li gorî hiqûq, edalet, nirxên mirovahiyê, exlaq û wijdanê nîşan bide. Divê helwestekê li hemberî dewleta Tirk nîşan bide. Ev yek girîng e û divê dawî li vê sîstema êşkence û tecrîdê bê anîn. Di rewşa heyî de divê êdî ev bi dawî bibe.

Ji aliyê hiqûqî ve bi rastî têkoşîneke girîng hate meşandin. Eger em dikarin vê nîqaş bikin ev yek bi saya vê têkoşînê ye. Bi pêngava azadiyê ya navneteweyî ev encam hatin bidestxistin. Ev encamên gelekî girîng û hêja ne. Dema dawî 69 mirovên Xelata Nobelê wergirtin ji bo azadiya Rêbertî, li hemberî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê helwest nîşan dan. Ji gelek deveran re, ji gelek mekanîzmayên biryardayinê re name nivîsandin. 69 xelatgirên Nobelê name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name nivîsandin. Name ji Erdogan re jî nivîsandin. Ji Konseya Ewropayê, ji gelek saziyan, ji saziyên navneteweyî re name nivîsandin. Ev yek nêzîkatiyeke gelekî hêja ye. Divê karên bi vî rengî dewam bikin. Rêber Apo bi navê nirxên mirovahiyê li wê derê li ber xwe dide. Li Îmraliyê li ber xwe dide. 26 sal in li ber xwe dide. Ji bo azadî û wekheviya gelan li ber xwe dide. Ji bo demokrasiyê li ber xwe dide. Ji bo azadiya jinan li ber xwe dide. Ji bo azadiya hemû nasnameyên bindest li ber xwe dide. Lewma wijdanê mirovahiyê temsîl dike. Nirxên mirovahiyê temsîl dike. Ji ber vê yekê îro li cîhanê her kesên li azadî, wekhevî, edalet û heqîqetê digerin, her derdor, kom û komên civakî yên bi vê armancê tevdigerin daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Lewma azadiya Rêber Apo bi rastî jî azadiya me hemûyan e. Azadiya hemû gelan e. Ne tenê azadiya Kurdan e, azadiya mirovahiyê ye. Pêkhatina nirxan a bi rengekî azad e, hebûna nirxan e. Ji ber vê yekê divê ev têkoşîn hîn bi xurtî bê meşandin. Yanî divê paradîgmaya Rêber Apo bê belavkirin. Ev kar karekî gelekî hêja ye. Divê em vî karî hîn bi xurtî bimeşînin.

Mînak, hîmê Rojhilata Navîn ê vî karî kêm e. Bêguman li Ewropayê, li Asyayê li seranserê cîhanê hin kêmasî hene. Lê belê bi taybetî li Rojhilata Navîn girîngiya vî karî niha hîn bêhtir tê fêhmkirin. Em civak, gel, rewşenbîr, hunermend, derdorên demokratîk, tevgerên jinê, tevgerên ciwanan, derdorên demokratîk ên li Rojhilata Navîn divê em fikir û tezên Rêber Apo hîn bi xurtî nîqaş bikin. Divê em fikrên Rêber Apo bigihînin her kesî. Pêwîstiyeke mezin bi vê heye. Ji ber ku navenda Şerê Cîhanê yê 3'yemîn niha Rojhilata Navîn e. Civaka Rojhilata Navîn bi rastî jî gelekî diêşe. Yanî li her derê tundî, şer, komkujî, qirkirin heye. Niha Kurdistan bûye navenda qirkirinê. Dewleta Tirk polîtîkayeke qirkirinê ya metirsîdar dimeşîne. Îsraîl li dijî Fîlîstîniyan polîtîkayeke qirkirinê ya metirsîdar dimeşîne. Bi deh hezaran Fîlîstînî ji aliyê Îsraîlê ve hatin qetilkirin. Ev polîtîkayên qirkirinê dewam dikin. Îro jî li dibistanekê xistin. Zêdeyî sed mirov qetil kiriye. Qirkirin tê ferzkirin û ev şerê cîhanê yê 3'yemîn ji Kurdistanê, Fîlîstînê û tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Dewleta Tirk ji bo vî şerî belav bike çi ji dest tê dike.

Îsraîl jî bi polîtîkaya xwe ya heyî vî şerî,  kûr dike. Lewma projeyên Rêber Apo, Paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Projeya Sîstema Konfederal a Demokratîk bi rastî jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn projeyên bingehîn e. Her ku civaka Rojhilata Navîn van fikran nas dike, her ku rewşenbîr, mirovên di nava lêgerîna azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê de ne her ku ev fikir nas kirin, di wê baweriyê de me ku li Rojhilata Navîn wê tevgereke gelekî xurt a demokrasiyê, têkoşîneke demokrasiyê bi pêş bikeve.

Kurd ji xwe 50 sal in pêşengiyê ji vê re dikin. Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşengiyê ji vê yekê re dike. Di vê mijarê de têgihiştineke cidî, ronakbîriyek û veguherîneke diyarker heye.

Eger em vê yekê bi rengekî xurt bikin ku paradîgmaya Rêbertî li herêmê belav bibe, hingî wê şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk hîn nêzîk bibe û dawî li vî şerî, vê kaosê bê anîn ku êşên mezin têne kişandin, her roj bi dehan mirov têne kuştin. Ji ber vê jî divê em hîmê Rojhilata Navîn ê pêngavê xurt bikin. Her wiha tevgera jinê, divê bi roleke gelekî xurt rabe. Bêguman heta niha jinan di asteke girîng de pêşengî ji pêngavê re kirin, ciwanan pêşengî kirin. Bi taybetî di çalakiyên civakî de roleke xurt lîstin. Di ragihandina paradîgmaya Rêber Apo de bi taybetî bi rêya jineolojiyê tevgera jinê di vê mijarê de gelekî ked da, hewl da, têkoşiya. Îro li cîhanê ya ku jin bi pêş xist, çareseriyê ji pirsgirêka azadiyê ya jinê re dibîne fikrên Rêber Apo ye. Projeyên xwe yên çareseriyê ye. Têkoşîna xwe ya di vê mijarê de ye.

Di dîroka mirovahiyê de bêguman bi qasî Rêbertî gelek tevger û rêberên jinan jî ji bo azadiya jinê rabûn, fikir, teorî afirandin, têkoşiyan. Rêberên sosyalîst ên cuda di mijara jinê de tespîtên gelekî girîng kirin, nirxandin kirin, fikir afirandin. Lê belê ti ji wan bi qasî Rêber Apo bi kûrahî li ser azadiya jinê nesekinî, neket nava kûrbûnekê û di vê astê de fikir, teorî, îdeolojî, felsefe nefirandin, hêza pêkanînê ava nekirin. Ev yek rastiyek e. Ji ber vê yekê eger em karibin fikir, ked, hewldan û têkoşîna Rêbertî ya ji bo azadiya jinê afirandiye hîn bêhtir bigihînin jinên li Rojhilata Navîn, ez di wê baweriyê de me ku bi deh qatî zêdetir wê jin xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin.

Wê hêzeke hîn xurtir a jinê tevlî vê têkoşînê bibe. Azadiya Kurdan wê bi tevgera jinê re vê têkoşînê bimeşîne. Lewma di vê astê de divê em têkoşîneke hîn xurt bimeşînin.

Eger bi vî rengî em karibbin têkoşîneke piralî bimeşînin, karibin hem paradîgmayê belav bikin, têkoşîna civakî bi taybetî bi têkoşîna tevgera jinê û têkoşîna hiqûqî em ê karibin di demeke kurt de şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo biafirînin û Pêngava Azadiya Rêbertî wê bi ser bikeve. Asta heyî ya pêngavê van encaman ji me re dike mizgînî. Ji gelek aliyan ve encamên girîng ên serketî bi xwe re tîne.

'GERÎLA ARTÊŞA HERÎ MEZIN A DUYEMÎN A NATO'YÊ JI KOKÊ VE RADIKE'

Em di salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de ne. Cihê vê pêngava dîrokî di nava têkoşînê de tê zanîn. Têkildarî pêngava dîrokî hûn dixwazin çi bibêjin?

Ez Pêngava 15'ê Tebaxê li gelên me pîroz dikim. Hevrê Mahsûm Korkmaz, Egîd bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.

Ji Pêngava 15'ê Tebaxê û vir ve me zêdeyî 50 hezar şehîd di nava vê têkoşînê de dan. Ez şehîdên azadiyê û şoreşê hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Soza ku me dane wan ku armancên wan bi ser bixînin, dubare dikim.

Di vê meha Tebaxê de gelek şehadetên hêja qewimîn. Hevrê Atakan Mahîr, Zekî Şengalî, Engîn Sîncer, Erdal, Sari Îbrahîm, Azîme. Di dema hêz de gelek hevalên hêja şehîd bûn. Li Bakurê Kurdistanê hevrê Herekol Ekîn, her wiha li Herêmên Parastinê yên Medyayê me gelek heval şehîd dan. Firat, Bahoz, Sema, Ronahî, Dilgeş... Yanî di vê dema nêz de hem li Bakur hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li Zap û Metînayê me şehîd dan, gelek hevalên ku min navê wan negotin me şehîd dan.

Pêngava 15'ê Tebaxê bi rastî jî ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn, ji bo jinan xwedî wateyeke gelekî girîng e.

Pêngava 15'ê Tebaxê divê tenê weke têkoşîneke gerîla, têkoşînan çekdarî ya gelekî, şerê xweparastinê yê gelê Kurd, tenê weke têkoşîneke leşkerî neyê nirxandin. Ji bo me Pêngava 15'ê Tebaxê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tevgera ronakbîriyê ye. Bi Pêngava 15'ê Tebaxê re li Kurdistanê şoreşeke mezin a mejî pêk hat, şoreşeke mezin a gel pêk hat, şoreşa jinê pêk hat.

Bi rastî jî ew bêbawerî, xemsarî, reşbînî û bêhêvîtiya li nava civaka Kurdistanê ji aliyê dijmin ve hatibû afirandin, hate tinekirin. Civaka Kurd jinûve ji bo azadiyê rabû ser xwe, hişyar bû, hay ji xwe çêbû, ji nû ve xwe gihand cewher û rastiya xwe, wêrekî bi dest xist, îrade bi dest xist, xwe bi rêxistin kir. Her ku xwe bi rêxistin kir têkoşiya, her ku têkoşiya wêrek bû, hêvî, bawerî û azadî mezin kir.

Vê yekê bêguman bandor li civaka Rojhilata Navîn jî kir. Vaye îro pêşengiyê ji civaka Rojhilata Navîn re dike, pêşengiyê ji şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn re dike. Ev yek tê wateya şoreşa di nava şoreşê de.

Bi rastî jî Pêngava 15'ê Tebaxê li Rojhilata Navîn ji aliyê reform, ronesans û ronakbîriyê ve ji her alî ve zemîneke xurt afirand. Şert û mercên vê yekê afirand û rastiya gelekî xurt ava kir ku vê pêk bîne. Rastiya civakê, rastiya rewşenbîriyê afirand. Rastiya şoreşgerî, rastiya milîtaniyê ava kir.

Pêngava 15'ê Tebaxê xwedî wateyeke bi vî rengî ya kûr e. Artêşbûna jinê... Bêguman di nava artêşbûna vî gelî de bi pêş ket. Hevrê Bêrîtan bû nasname û kesayetiya artêşbûna jinê.

Çawa ku hevrê Egîd bû nasname û kesayetiya artêşbûna gel, hevrê Gulnaz Karataş, Bêrîtan, Zîlan jî xeta berxwedanê, kesayetî û nasnameya artêşbûna jinê, gerîlatiya jinê afirandin. Lewma rastiya artêşeke klasîk nîne. Artêşa gerîla ya li Kurdistane bi jin û mêr ên xwe, bi artêşa xwe ya gel û artêşa xwe ya jinê rêxistiniyeke îdeolojîk, felsefî, rêxistinî, bi îrade, zane ye, xwedî kesayetiyeke azadîparêz û şoreşger e.

Ev têkoşîn veguherî têkoşîna pêşeng a gel. Di nava vê têkoşînê de siyaseta demokratîk afirî. Di nava vê têkoşînê de têkoşîna demokratîk, gelek aliyên îdeolojîk ava bûn û bi navê gelê me bû destketî.

Qala destketiyên li Rojava tê kirin. Qala destketiyên nirxên li Bakur tê kirin. Qala zanebûn û rastiya gelekî rêxistinbûyî yê li Başûr û Rojhilat tê kirin.

Ev destketî hemû bi saya vê têkoşînê bûn. Civaka têgihiştî, xwedî îrade, rêxistinbûyî bi xwe re mîrateyeke gelekî xurt a azadiyê hişt, bêguman nirx jî afirand.

Bêguman aliyên leşkerî, rewşa û xweparastinê yên vê yekê gelekî girîng in. Li ser vê yekê pêşketinên di zikhev de pêk hatin. Îro jî pêwîstiya gelê me, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bi vê yekê heye.

Yanî li cihekî weke Rojhilata Navîn kku Şerê Cîhanê yê 3'yemîn lê diqewime, xwîna gelan dirije, êşên giran tê kişandin, pêwîstiya civakê bi parastinê, bi hêza rêxistinî heye, di demeke bi vî rengî de têkoşîna gerîla, parastina rewa, xweparastin gelekî girîng tê dîtin. Niha rewş bi vî rengî ye. Bi taybetî li cografyayeke ku Tirkiye ewqasî êrişên qirkirinê, qirkirineke topyekûn li dijî Kurdan dimeşîne, parastina rewa, xweparastin nebe nabe.

Ev yek pêwîstiyeke. Ji ber vê yekê li ser xeta hevrê Mahsûm Korkmaz û Bêrîtan hevrêyên me yên jin û mêr, artêşa me ya gel, artêşa me ya jinê xwe ji nû ve ava kirin. Li gorî karakterê vê demê, li gorî rastiya vê yekê, li gorî feraseta şaristaniya modernîteya demokratîk xwe ji nû ve ava kirin û asteke girîng a têkoşînê, parastina rewa afirandin.

Hem ji aliyê taktîkê hem jî ji aliyê teknîkê ve artêşa Tirk duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ye. Artêşa gerîla, artêşa gel, artêşa jinê îro koka vê artêşa duyemîn a mezin a NATO'yê radike. Ji hev ketiye, tarûmar bûye. Bi rastî jî 4 sal in, ji sala 2019'an û vir ve 4-5 sal in bi rengekî topyekûn bi her cûre teknîkê êriş dike. Bi her awayî hêza xwe bi kar tîne, her rêbaza qirêj bi kar tîne. Ji çekên kîmyewî heta bi her cûre çekên qedexekirî her rêbazê bi kar tîne, lê nikare encamê bi dest bixe. Êdî gerîla jî li gorî rastiya vê serdemê xwe modernîze kiriye, bi feraseta modernîteya demokratîk xwe ava kiriye, bûye xwedî taktîk, feraset û rêbazeke nû, ji aliyê teknolojiyê ve xwe xurt kiriye û vê yekê bi pêş ve dibe. Di dem û salên bê de bandora vê yekê wê li Bakurê Kurdistanê jî hîn bi xurtî bê dîtin.

Ez di wê baweriyê de me ku bi feraset û rêbaza gerîla ya bi feraseta modernîteya demokratîk xwe ji nû ve ava kiriye, ev têkoşîn, ev têkoşîna rewa wê bi rengê herî xurt dewam bike.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ: PDK BAŞÛR DIFROŞE

Li Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna Iraqê re, şer derbasî qonaxeke nû bû. Li ser asta vî şerê heyî û rewşa dawî ya li eniya gerîla hûn dikarin çi bêjin?

Ez hevrêyên me yên di vê dema dawî de li Zap û Metîna şehîd bûne bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tînim. Her wiha silav û hezkirinên xwe ji hemû hevrêyên berxwedêr, hêzên YJA-STAR û HPG'ê re radighînim. Bi rastî jî bi wesîleya 15 'ê Tebaxê di vê serdema dawî de pêleke çalakiyê ya pir xurt derketiye holê. Ez her wiha şervan û fermandarên YJA-STAR û HPG'ê pîroz dikim.

Bi rastî jî berxwedaneke bênavber heye. Hevrêyên me yên fedaî li ber xwe didin, têdikoşin, çalakiyên gelekî xurt pêk tînin. Û wisa dike ku li cihê ku artêşa Tirk, artêşa dagirker dikeve, dixitime.

Wekî ku travma dijî. Di rewşa heyî de PDK girtine ba xwe. Her wiha ji Iraqê jî destek girtine. Bi vê yekê re hewl didin gerîla tasfiye bikin û Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir û îlhaq bikin. Dewleta Tirk li hemberî vê yekê hemû hêza xwe seferber kiriye. Lê encam nagire. Li her derê derbên ewçend mezin dixwe. Derbên ku dixwe jî ji civakê vedişêre. Ev yek bi rengên cuda tê dîtin. Ev jî di raya giştî de tê dîtin. Lê belê bi baldarî hewl dide windahiyên xwe û derbên lê ketiye veşêre. Niha dewleta Tirk polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Beşek ji vê polîtîkaya qirkirinê jî Başûrî Kurdistan e. Niha li Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Polîtîkaya dagirkerî û îlhaqkirinê ye. Rêveberiya Başûr jixwe di nava xiyanetê de ye, bi taybetî jî PDK. Di nava vê konseptê de bi hevkarî cih digire û pêk tîne. Lê hin derdor her çend ne di vê meseleyê de bin jî, vê rastiyê têra xwe fêm nakin. Vê rastiyê nabînin. Divê gelê me, rêxistinên din ên li Başûr, YNK, Goran, rêxistinên Îslamî, gelek derdor, civak û eşîr ji bilî PDK’ê, vê rastiyê bibînin: Dewleta Tirk niha li Başûr jî polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Li Başûr polîtîkaya dagirkerî û îlheqkirinê dimeşîne. Siyaseta Mîsak-i Millî pêk tîne. Li ser Iraqê siyaseteke hegemonîk, emperyal dimeşîne. Yanî ev rastî pêwîste ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê gelê me ve, ji aliyê civaka Iraqê ve, ji aliyê rewşenbîrên wê ve baş were zanîn û fêmkirin.

Jixwe hûn niha dibînin li Başûrê Kurdistanê, erdnîgariya herêma Behdînanê bênavber dişewitînin. Her der ji aliyê artêşa Tirk ve tê şewitandin. Agir berda hemû daristanan, rez, bexçe û zeviyên gel. Kurdistan bênavber dişewit e. Hemû gund bombebaran kirin. Yanî bi sedan gund hatine valakirin. Qala 600-700 gundan tê kirin. Yanî armanc li Başûrê Kurdistanê valakirina 600-700 gundan e. Yanî hewl dide gundan bi temamî hilweşîne. Di salên 93-94 'an de li Bakurê Kurdistanê zêdeyî 4 hezar gund hatin şewitandin û xerakirin. Niha jî heman tiştî li Başûrê Kurdistanê dike. Gund tên bombekirin. Gund ji aliyê balafirên şer ve tên bombekirin. Rez û baxçeyên gel tên şewitandin û bombekirin. Ma qey li wir gerîla hene? Jixwe gel dibêjin: Malên me, gundên me, rezên me, bexçeyên me tên şewitandin. Li vir PKK û gerîla nîne. Ev dewlet dijminê Kurdan e. Ev dewlet li erdnîgariya Kurdan dijminatiyê dike. Dijminatiyê li dar, heywan û kêzikên Kurdan dike. Dijminê gorê Kurdan e. Li ser goristanan qereqolan çêdikin. Bi gotineke din dîrokek tê tinekirin. Erdnîgarî tê tinekirin. Bîrdariya gel, bîranîna wan tê tinekirin. Ev qirkirinek e. Tiştê ku Îsraîl dike ew jî mîna wê dike. Ev sed sal in jê xerabtir dike.  Ev deh sal in AKP-MHP, Ergenekon û rejîma faşîst jê xerabtir dike. Niha li Başûrê Kurdistanê jî vê dike. Û PDK jî di vê de rola xwe dilîze. Mînak li çapemeniya PDK'ê binêrin. Kurdistan tê şewitandin û xerakirin. Lê çapameniya PDK'ê deqeyek jî nûçe derbarê mijarê de çênake. Ji bo wan qîmeta wê nûçeyê jî nîne. Kurdistan tê dagirkirin, îlheqkirin, şewitandin û wêrankirin. Nûçeya deqeyek jî nehatine çêkirin. Axaftina ku Erdogan kirî di çapameniya PDK'ê de yekem nûçe ye. Axaftina wezîrên Erdogan weke yekem nûçe tê dayîn. Daxuyaniya ku AKP-MHP û Devlet Bahçelî ku ji xwîna Kurdan têr nabin, di çapemeniya PDK'ê de nûçeyên yekemîn in. Kurdistan tê wêrankirin û şewitandin. Qirkirineke sîstematîk tê meşandin. Nûçeyek bi tenê jî nîne, nirxa wê ya nûçeyê jî nîne. Û dema mirov diaxivin dengê gel dibirin. Ji nedîtî ve tên. Mînak ma ewqasî ketîbûn û ewqasî bêrûmetî bûn dibe? Xiyanetî jî heta asteke, xayintiya di vê astê de nehatiye dîtin. Bi rastî jî rewşeke ku mirov fêm bike nîne.

Mînak, gelek alî niha nîqaş dikin... Çawa dibe li Başûrê Kurdistanê heta dawî wisa bê şewitandin û wêrankirin. Tu kes nikare wateyê bide vê yekê. Lê tişta ku dixwazim bibêjim, dema ket bi temamî dikeve. Yanî dema tu bûyî xayîn, qediya. Ma sînorekî xayîniyê heye? Ti sînorekî xayiniyê nîne. Ev qirkirina ku niha ji aliyê dewleta Tirk ve li Başûrê Kurdistanê tê kirin, di polîtîkayên dagirkerî û îlheqkirinê de tê dîtin. Peymanên hatine kirin jî bi vî rengî ne. Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk hatiye kirin yanî hatiye firotin. Rayedarên dewleta Tirk, rayedarên rejîma AKP-MHP'ê timî qala 40-45 kîlometreyî dikin. Dibêjin 40-45 kîlometre, dibêjin PDK û Iraqê firotine me. Ew aîdî me ye. Dibêjin em ê li wir herêmeke tampon ava bikin. Em li wir bi cih bibin, em îlheq bikin. Her roj di televîzyonê de bi awayekî vekirî dibêjin. Lê belê ji pêkanînên heyî, asta êrîşan û ji bûyerên diqewime, tê fêmkirin ku ev ne 40-45 kîlometre ye. Mînak, hin agahî ji me re hatibûn. Di pêkanînên heyî û rêveçûna wê de, vê agahiyê piştrast dike. Di rastiyê de herêma ji Mûsilê wêdetir firotine dewleta Tirk. Hin alî vê rastiyê dibêjin. Hin agahî jî derbarê vê mijarê de tên. Lê pêkanînên heyî bi rastî jî vê agahiyê piştrast dikin. Yanî ji Mûsilê wêdetir ji dewleta Tirk re hatî pêşkêşkirin û hatî firotin. Helbet çiqas ji Mûsilê wêdetir ev mijareke cuda ye. Piştî ku van deran dagir bike, jixwe dê Mûsil û Kerkûkê bigire. Ji ber ku stratejî ev e, stratejî teqez Mîsak-i Millî ye. Mûsil û Kerkûk jî di nav de armanc dagirkirin û îlhaqkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Ew jî ji bo pêkanîna hegemoniya li ser Iraqê ye. Ji bo pêkanîna hegemonyaya siyasî, aborî û leşkerî ye. Bi gotineke din, armanc ew e ku tevahiya Iraqê di nava kefa destê xwe de bigire. Mînak me ji bo vê ‘rêya pêşketinê’ gotibû, ev projeya rêya dagirkerî ye. Ew gotinên me niha piştrast dibe. Bi hinceta vê rêyê, li her derê hêza leşkerî bi rêxistin dike. Hêzê dişîne her derê. Li her derê îstîxbaratê bi rêxistin dike. Her derê dagir dike. Dagirkeriyê li her derê belav dike û rewa dike. Kes dengê xwe jî dernaxe. Niha wan plansaziya 15’ê Tebaxê bi îhtimaleke mezin kirine an jî paşê kirine. Heyetek ji Iraqê jî wê biçe Tirkiyeyê. Dê hevdîtin bikin. Niha diyare wê bazariyên nû bikin, em ê di demeke kin de vê yekê binirxînin. Iraqê biryara girtina 3 partiyên siyasî da. Niha jî li her derê hêzên sînor seferber kiriye. Di nava fealiyetên pir provakatîf de tevdigerin. Êrîşên xwe zêde dike. Piştî van hemûyan wê heyet biçe Tirkiyeyê. Ew ê li Tirkiyeyê jî bazariyên nû bikin. Dê bêje min vê yekê kiriye û ew ê ji Tirkiyeyê tiştekî bixwaze. Tiştekî din dê bike. Bi awayekî vekirî tê dîtin, tiştên wiha qirêj, pir kirêt tên kirin û bazarî li ser nirxên Kurdan, li ser xwîn û jiyana Kurdan tê kirin. Kurdan ji bo berjewendiyên qirêj ên siyasî û aborî, tên qurbankirin. Dixwazin siberoja gelê Kurd tarî bikin. Dixwazin nirxê gelê Kurd ên ku di encama têkoşîna 50 salan de hate bi dest xistine, ji holê rakin. Û dixwazin polîtîkayên qirkirinê , îlheqkirinê û dagirkeriyê bi encam bikin . Planeke bi vî rengî ya qirêj jî tê meşandin. Lewma eşkere ye ku Iraq li ser bingeha berjewendiyên bi vî rengî yên qirêj, siyasî û aborî bi dewleta Tirk re di nava bazariyeke qirêj de ye. Rastiyek wiha tê dîtin. Hikûmeta niha ya Iraqê bi vî rengî dibîne. Divê niha civaka Kurd bi rastî jî di vê mijarê de hişyar be.

NERAZÎBÛN QELSIN, DIVÊ QIYAMET BÊ RAKIRIN

Mînak li Başûr nerazîbûn qels in. Heçku li ser Başûr polîtîkayeke qirkirin, dagirkerî û îlheqkirinê tê meşandin. Pêwîst e gelê me qiyemetê rake. Ya ku niha tê kirin Enfal e. Yanî êrîşên tên kirin berdewama Komkujiya Helepçeyê ye.

Tiştê ku Saadam li Başûr kiriye niha Erdogan-Bahçelî dikin. Çawa ku gelê me li dijî Helepçe û Enfalê helwest nîşan da, divê li dijî Helepçe û Enfala ku Erdogan û Bahçelî pêk tînin, heman helwestê nîşan bidin. Heman tişt e, berdewama wê ye. Di vî alî de rêxistinên siyasî, zextê li gel dikin, PDK bi taybetî zextê dike, yên li ber xwe didin û nerazîbûn nîşan didin ji aliyê dewleta Tirk ve tên kuştin, an jî bixwe wan dikujin. Bi van rê û rêbazan şerê taybet dimeşînin. Siberoj, hebûn û azadiya gelê me mijara gotinê ye.

Divê gelê me serî li ber zextên bi vî rengî netewîne. Kesên zane, cîhan dîtine, dixwînin, di ferqa polîtîkayên heyî de ne, ast, naverok û çarçoveya êrîşan fêhm dikin, divê bi awayekî xurt nerazîbûnên xwe raber bikin. Divê helwestê nîşan bide.

Di vê wateyê de bi rastî jî li ser Başûr polîtîkayeke pir xeter tê meşandin. Yanî mesele ne PKK an jî tiştekî din e. Mesele ew e ku vê statuya li Başûr bi temamî ji holê rakine. Li Başûr qirkirin pêk anîne. Li Başûr dagirkirin û îlheqkirine. Asîmîlasyoneke çandî, jixwe heye. Yanî tenê bi bikaranîna zimanê Kurdî re hûn nikarin pêşî li asîmîlasyonê bigirin. Bi rastî jî niha çanda Kurd û nirxên wê tê tinekirin. Bêhelwstiyeke bi vî rengî, bêdengiyeke bi vî rengî û bêhesasiyeteke bi vî rengî çawa dikare bê rave kirin! Gelo ev sekn, helwesta civakeke xwedî hest û refleksên welatparêziyê ye? Wisa nabe. Gelo ma helwesta rewşenbîrên li Başûr, divê ev be ? Teqez wisa nabe. Gelo ma divê helwesta partiyên siyasî yên ku xwe weke welatparêz nabînin, wisa be? Nabe. Bêdeng mayîn tê wateya hevkariya vê polîtîkaya qirkirin, dagirkerî û îlheqkirinê. Ev yek nayê qebûlkirin û divê neyê qebûlkirin. Li ser vê esasê, divê gelê me nerazîbûneke pir xurt nîşan bide.

Divê rewşenbîrên li Kurdistanê, Başûrê Kurdistan û Iraqê nerazîbûnên xwe bi awayekî xurt nîşan bidin. Di vê mijarê de, divê gelê me jî xwedî li xwe derkevin. Divê nirxên xwe, hebûn û azadiya xwe biparêzin. Pêwîste li hemberî vê yekê helwesteke gelekî xurt nîşan bidin.

HELWESTA IRAQÊ: GELO MA KARAKTER, SEKNEKÊ WÊ TUNE YE?

Di pêvajya dawî de Iraqê 3 partiyên siyasî girt. Di nava van partiyan de, partiya Êzidiyên li Şengalê jî hebû. Ev yek di salvegera 10’emîn a Komkujiya Şengalê de pêk anî. Ji vir û şûnde di rastiyê de helwest û nêzîkatiya Iraqê bi eşkere derdikeve holê. Hûn van mijaran çawa dinirxînin?

Em vê nêzîkatiya Iraqê bi tundî û hêrseke mezin şermezar dikin. Niha PADÊ, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan çi zirar daye Iraqê? Bila Iraq eşkere bike. Bila îzaha vê yekê ji Êzidiyan re bike. Iraq vê partiyê digire. Ev partî piştî Fermana 74’an ji bo parastina hebûn û azadiya Êzidiyan û dengê Êzidiyan ragihîne cîhanê, siyaset û dîplomasiyê dike. Maf û azadiya Êzidiyan diparêze. Fermana 74’an ji cîhanê re vedibêje. Di herî dawî de fermana ku DAÎŞ’ê pêk anî, qirkirinê ji cîhanê re vedibêje. Ji bo azadiya Êzidiyan, ji bo mafên wan têdikoşe û ji her kesê piştgiriyê dixwaze.

Çi zirara partiyeke wiha ji Iraqê re heye? Iraqê çima ev partî girt? Êzidiyan, nûnerên Êzidiyan û hevserokên Rêveberiya Taybet a Şengalê ya Demokratîk jî hin nirxandin kirin. Gotin ku ev dewama fermanê ye. Gotin ku Iraq jî bûye hevkarê vê fermanê. Wê demê alîgirê berdewama vê fermanê ye. Ev nirxandineke pir giran e. Lê belê îşaret bi hin rastiyan jî dikir. Yanî DAÎŞ’ê bi tena serê xwe êrîşî Şengalê nekir. 3’yê Tebaxa 2014’an DAÎŞ hêza tifaqê ya AKP’ê bû. Erdogan û AKP’ê piştgiriyeke pir mezin da DAÎŞ’ê.

Heta niha jî ev piştgirî didome. Di rastiyê de bi teşwîşa Erdogan û AKP’ê, DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir. Lewma di qirkirina Şengalê de rola Erdogan jî heye. Sûcdar e. Niha jî ferzkirinên Tirkiyeyê, Erdogan, Bahçelî, AKP-MHP’ê, Ergenekon û rejîma faşîst, her wiha di encama zextên wan û ferzkirin û zextên PDK’ê de Iraq biryara girtina partiyan dide. Helbet ti Êzidî vê yekê qebûl nake. Bi heman rengî mesela Tevger. Tevgera Azadî tevgereke ku li Başûrê Kurdistan û iraqê têkoşîna demokrasiyê dimeşîne. Ji paradîgma û fikrên Rêber Apo bandor bûye û wê ji xwe re esas digire. Wisa bi rêxistina me re jî ti girêdanbûneke wê ya rêxistinî nîne. Ne ya wê, ne jî ew Çeperê Demokratîk. Paradîgmaya Rêber Apo esas digirin û li Başûrê Kurdistanê, li Iraqê têkoşîna demokrasiyê dimeşînin. Ji bo pêşketina demokrasiyê dixebitin. Gelo niha ti zirara van ji bo Başûr û Iraqê heye? Helbet bi salane em fealiyetên Tirkiye û PDK’ê dizanin. Ji bo girtina van çêkeran, zexteke zêde li ser Iraqê pêk tînin. PDK bi heman rengî. Herî dawî 3’yê Tîrmehê Mesut Barzanî çû Bexdayê. Bi gelek sefîran re hevdîtin kir. Li Iraqê bi gelek hikûmet û derdorên jiderveyî hikûmetê re hevdîtin kir. Di dosyaya Mesut Barzanî de girtina van rêxistinan jî hebû. Em wê pir baş dizanin. Jixwe bi salane xebata vê yekê dimeşînin, têkoşînê dimeşînin. Piştî vê biryara girtinê Hoşyar Zebarî û kesên wiha, jixwe eşkere kirin ku ka çiqasî kêfxweş in, rayedarên PDK’î. Ji ber ku encama xebatên xwe wergirtin. Heman hestê rayedarên dewleta Tirk jî parve kir. Niha helbet aliyê vî karî heye. Iraq ji bo kêfxweşkirina dewleta Tirk û PDK’ê, ji bo ferzkirin û xwestekên wan pêk bîne, gaveke wiha avêt. Lê belê dema ev yek kir jî, helwesteke bêkesayetî û bêkarakterî raber kir. Yanî dibe ferzkirin û xwestekên dewleta Tirk hebin. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî Kurdan û Êzidiyan şerekî qirkirinê dimeşîne. Li dijî gelan, gelên Rojhilata Navîn şerekî qirkirinê dimeşîne. Şerekî îmhayê, komkujiyê dimeşîne. PDK hevkarê van polîtîkayan e, parçeyekî wê ye. Ev tê fêmkirin. Yanî ferzkirinên bi vî rengî yên dewleta Tirk, rejîma AKP-MHP’ê û PDK’ê tên fêmkirin. Gelo ma Iraq mecbure van ferzkirinan qebûl bike? Iraq dewletek e, dibêje ez dewlet im. Gelo ma îradeyeke wê dewletê tune ye? Sekneke wê dewletê tune ye, karektereke wê tune ye? Hêmanê wê tune ye? Hat fêmkirin ku sekin û karaktereke vê hikûmetê nîne yanî. Yanî bi rastî ji bo berjewendiyên wiha qirêj û hêsan, helwesteke pir basît raber kiriye. Ev nêzîkatiya hikûmeta Iraqê ji dîroka Iraqê, ji gelê Iraq û civaka wê re heqareteke mezin e, em wisa dinirxînin. Yekane tişta ku li dijî vê were kirin, têkoşîn e. Em bawer dikin ku ev têkoşîn jî wê bi rengekî pir xurt bê meşandin.

‘ÊZIDÎ DI BIN XETERIYEKE MEZIN DE NE’

Li ser Êzidiyan ferman dewam dike. Kampên Êzidiyan, kampên Êzidiyan ên li Başûr… Duh hin îmaman daxuyanî dan. Li Başûr gef li Êzidiyan hatiye xwarin. Li kampên Êzidiyan înfîaleke mezin qewimî ye. Qasî me şopandî, hemû Êzidî dixwazin vegerin Şengalê. Li ber deriyê Sêmalkan e. Hinek rê dîtine, yekser derbasî Şengalê bûne. Ti kes naxwaze di wan kampan de bijî. Ew vê yekê weke fermanekê dinirxînin. Tirsa fermanê wiha ketiye dilê hemûyan. Êzidiyên li kampan di nava tirseke mezin de ne, di panîkê de ne. Belê, bi rastî jî ev xeterî heye. Niha PDK jî AKP-MHP jî bi DAÎŞ’ê re dest bi dest, mil bi mil li dijî gelan şer dikin. Niha gelek DAÎŞ’î anîne Behdînanê. Bi sedan DAÎŞ’î li Behdînanê ne. Hîn jî tînin. Gelek çeteyan tînin. Gundan dişewitînin û xira dikin. Piştre wê çi bikin? Wê van çeteyan li van deran bi cih bikin. Dijminê sereke yê van çeteyan kî ye? Êzidî ne. Ya din jî di hundir de jî rêxistinkirî ne. Ne tenê li wir, di nava Başûr de jî komên bi vî rengî tên rêxistinkirin. Yanî li Iraqê xwe rêxistin dikin. DAÎŞ ne qediyaye. DAÎŞ di rêjeyeke girîng de hêza xwe li Iraq û Sûriyeyê diparêze. Li gelek deverên herêmê. Lewma Êzidî di bin xeteriyeke mezin de ne. Teqez divê deqeyekê jî li wan kampan nemînin. Xeteriyeke mezin e. Bi rastî jî Êzidî dikarin fermaneke mezin, mîna 3’yê Tebaxê bijîn. PDK’ê çawa Êzidî bi fermanê re rû bi rû hiştin û reviyan, Bi qirkirina DAÎŞ’ê re rû bi rû hiştin. Ku dewleta Tirk piştgirî dida DAÎŞ’ê. Komkujiyeke mezin bi serê Êzidiyan hat. Yanî heman tiştî dikare li wan kampan bike. Lewma helbet bi rastî jî li wan kampan jiyan kirin û li bendê mayîn, xeteriyeke mezin e. Jixwe bi salane, ji sala 2014’an û vir ve PDK’ê ew kamp dîl girtine, li ser wan kampan polîtîkayeke şantajê dimeşîne. Li dijî cîhanê, li dijî her kesê. Ya din jî veguherandiye depoyeke wergirtina dengan. Bi zorê, bi zordariya çekê, bi madiyatê di hilbijartinan de dengê wan didize. Li aliyê din jî her cure karên qirêj bi wan dide kirin. Hewl didin çeteyan ji bo xwe biafirînin. Em ji fûhûşê bigirin, heta tiryakê gelek qirêjî, gelek karên qirêj li wan kampan li ser Êzidiyan dimeşîne û fermaneke ji cureyekî din li ser Êzidiyan dimeşîne. Ji sala 2014’an ve ferman li kampan dewam dike. Şêwazê wê hatiye guhertin. Li wir fermaneke çandî heye, yanî. Qirkirineke çandî pêk tîne. Wan deran vediguherîne çiravê. Keçên Êzidî, jin û zarok… Her cure karên qirêj li wir pêk tîne. Niha rewşeke wiha derket holê. Bi rengekî pir zelal rastiya PDK’ê di rewşa li hemberî Êzidiyan de derdikeve holê. Weke min gotî, li dijî van êrîşan hemûyan jî divê mirov bi xurtî têbikoşe. Êdî Êzidî jî ne Êzidiyên berê ne. Civakeke rêxistinkirî ye. Xwe rêxistin kirine. Jixwebaweriya wan pêş ketiye. Îradeya wan pêş ketiye. Veguherîneke civakeke rêxistinkirî. Civaka rêxistinkirî hêza herî mezin e. Kî dibe, bila bibe. Ev jin dibe, ciwan dibe, gelek dibe, civakeke bindest dibe. Dema xwe rêxistin kir, wê xurt bibe. Zanebûneke cidî di Êzidiyan de heye, ronîbûn, rêxistinbûn û bûyîna xwe îrade heye. Li dijî vê yekê jî helbet wê têkoşînê bi rengekî xurt bimeşînin.

ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN LI BAKUR: GEL ÇOK BI WAN DIDE TEWANDIN!

Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê kûr dibin. Em ji nivîsên Kurdî bigirin, heta govendan. Çi ayîdê Kurdan hebe, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bi bêtehemûliyeke mezin êrîşî van dike. Li dijî van qirkirinên fîzîkî, çandî û ekolojîk divê helwesta gel çawa be, sekna wê ya têkoşînê çawa be?

Dema şerekî qirkirinê yê topyekûn tê meşandin, helbet armanca vê ya esas a destpêkê jî qirkirina çandî ye. Jixwe sed sal in qirkirineke çandî û sîstematîk li ser Kurdan tê pêkanîn. Hatiye rewşek welê ku êdî li hin beşan bûye oto asîmîlasyon. Yanî hatiye rewşeke welê ku bi xwe xwe asîmîle dike. Di rastiyê de ev yek nîşan dide ku qirkirina çandî çiqasî bi hovane û bi rengekî kûr tê meşandin. Lewma wiha 9-10 sal in bi taybetî polîtîkaya qirkirinê li her derê bi rengekî zêde tê meşandin. Hewl didin îradeya Kurdan bişikînin û teslîm bigirin. Lê belê di qonaxa niha de, piştî 10 salan derket holê ku ti encam ji vê polîtîkayê nehatiye wergirtin. Bi rastî jî ev polîtîka vale derket. Vê polîtîkayê îflas kir. Qirkirina siyasî pêk anî, encam wernegirt.

Me hilbijartinên xwecihî dît, me yên giştî jî dît. Gelek xesp û hîle hene. Yanî gelek cih xesp kirin. Tevî wê yekê jî Kurdan îradeya xwe danî holê. Ti encam wernegirt. Li zindanan zilmek tê meşandin. Îmralî jî weke navend. Li her deverê êşkenceyeke tirsnak heye. Mirovên nexweş di hundir de dimirin; dikuje, qetil dike. Ti encam wernegirt. Berxwedana li zindanan jî didome. Li ser civakê qirkirineke sîstematîk a tirsnak tê pêkanîn. Êrîşî govend, ziman û her tiştê dike. Bi salane vê yekê dike, nû wisa nake. Êrîşî goristanan kir, yanî êşkence li hestiyan kir. Yanî tiştek nemaye ku nekirî. Bi vê yekê re li gorî xwe hewl dide Kurdan biçewisîne, îradeya wan bişikîne û bitirsîne. Lê belê evane vale ne. Nikare encam ji van bigire. Êdî ev dewlet çi dike bila bike, nikare îradeya Kurdan bişikîne. Nikare xwesteka azadiyê ya Kurdan tune bike. Ev gel hişyar bûye. Vî gelî bêhna azadiyê girtiye, tama wê girtiye. Vî gelî azadî dît. Vî gelî xwe rêxistin kir û bû îrade. Ev gel 50 sal in têdikoşe. Govendê qedexe dike. Kî guh dide wê qedexeyê? Ziman qedexe dike, kî guh dide? Divê ev êrîş bibin sedem ku têkoşîn hîn were mezinkirin û pêşxistin. Ev hest û ruhê gelê me xurt e. Yanî eger li cihekê zext zêde be, berteka li dijî wê jî tund e. Mesele li Kurdistanê ev yek pir zêde ye. Bi salane qirkirinê pêk tîne, mane wisa? Gelê Kurd bi Berxwedana Zindanan a 14’ê Trîmehê, Pêngava 15’ê Tebaxê û ji wê rojê ve têkoşîna 40 salî asteke pêşxistinê ya bê hempa derxist holê. Gelê me li dijî her cure zext, her cure polîtîkaya çewisandinê têkoşîneke mezin meşand û berxwedanên mezin raber kir û destkeftiyên wiha mezin derxist holê.

‘DIVÊ GELÊ ME LI HER DERÊ KURDÎ BIAXIVE, HUNERA KURDÎ WERE PÊŞXISTIN’

Êdî doza azadiyê ya Kurd, tenê wê bi dewleta Tirk çareser bibe, ne dozeke ku sînordar bimîne. Ev pirsgirêk veguherî pirsgirêkeke herêmî, navneteweyî. Êdî bi rastî jî Kurd di siyaseta cîhanê de, di şert û mercên şerê cîhanê yê sêyemîn de jî wisa ye, veguheriyeke hêmaneke hevsengiya siyasî ya bingehîn. Mesele li dijî êrîşên li ser zimanê Kurdî, divê gelê me li her derê bi Kurdî biaxive. Li malê Kurdî biaxive, li kolanan Kurdî biaxive, di nava xebatên civakî de bi Kurdî biaxive. Divê bi Kurdî binivîsin, wêjeya Kurdî pêş bixin. Divê çand, folklor, huner, şano, dengbêjî û her beşek din bi rengekî pir xurt bê pêşxistin. Mesele sînemaya Kurd jî. Divê bi rengekî pir bi kalîte, sînemaya Kurdî bê pêşxistinî, şano û folklora Kurdî bê pêşxistin. Xebatên huner, çandî divê wiha mîna stêrkê bibiriqin. Niha li gelek deverên Kurdistanê li dijî çandê festîval tên lidarxistin. Ji bo asîmîlasyona çandî ye. Divê li dijî vê yekê têkoşîneke cidî bê meşandin. Eger festîval çêbibin, divê Kurd van festîvalan lidar bixin. Divê li wir çanda Kurdî belav bikin. Divê eleqeyê pêş bixe û teşwîq bike. Li dijî xwezaya Kurdistanê jî polîtîkayeke qirkirinê ya sîstematîk tê meşandin. Li her derê daristan tên şewitandin. Hema bêje ti gir û çiya nemane ku ocaxên madenê lê hatine vekirin. Weke ku gelî nîne. Li her derê ocaxên madenê, ocaxên xîzê, bendav, HES. Xweza tê hilweşandin. Belê, raste li Tirkiyeyê jî talan û qirkirina xwezayê heye. Talan û rantek tê meşandin. Lê belê li Kurdistanê weke parçe û dewama polîtîkaya qirkirinê, ev yek tê meşandin. Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin. Bêkurd bihêlin. Ji bo bide koçkirin, vê yekê dike. Ji bo bike çol vê yekê dike. Weke ku gelê jî gotî, dijminê sewal, şînkahî, av û xakê ye. Li dijî vê yekê divê qiyamet rabe. Mesele ya herî xwezayî parastina rewa ye. Yanî gelê me divê li her derê li dijî vê qirkirina eko, qirkirina çandî têbikoşe. Gelo ma çandeke bêwar û bêerdnîgarî dibe? Nabe. Ji wî alî ve divê qiyamet rabe. Mesela niha bi taybet berê xwe dide Şirnex û Colemêrgê. Bi temamî dixwaze wê derê bêyî Kurd bihêle. Dixwaze bide koçkirin. Dixwaze wir veguherîne qereqol û çavkaniyeke enerjiyê. Bi ocaxên madenan, bîrên petrolan çiya, kevir, her aliyê wê dişewitîne hildiweşîne. Yanî mesele xelkê me yê Şirnex û Colemêrgê, xelkê me yê Botanê divê qiyametê rake! Ji 7 heta 70’ê salî divê li her derê di nava serhildanê de be. Mesele têkildarî vê yekê ev yek mînak e; li Colemêrgê ocaxeke madenê hebû, gelê me. Yanî di rastiyê de têrê nekir. Niha li Pasûrê heman tişt heye. Li dijî ocaxên madenê li Pasurê berxwedana civakî heye. Lê belê ev netêrker e. Mesele li Dersimê jî wisa. Li ser Munzurê gelek bendavan çêdikin. Bi siyanurê zêr derdixînin li çiyayên Munzurê. Li gelek cihan maden vekirine. Ha Munzur, ha Dersim. Divê qiyamet rabe.

CEZAYÊN DARVEKIRINÊ YÊN LI ÎRANÊ

Dewleta Îranê, di dema dawî de cezayê darvekirinê li aktivîstên jin Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî birî. Ji bilî vê cezayên darvekirinê tên dayîn. Îran ji derve ve di nava dorpêçê de ye. Zextên Îranê yên navxweyî divê çawa bê nirxandin?

Polîtîkayê darvekirinê di serdema me de piştî tecrîdê pêkanîna herî hovan e ye. Îran bi salan e vê yekê pêk tîne, di zagonên wan de ev heye. Niha jî ev ceza li rojnamevan û aktivîsta siyasî ya Kurd hatiye birîn. Ez vê biryarê şermezar dikim û em vê yekê rast nabînin. Bi rastî jî ev pêkanîn ji bo civaka Îranê û dewleta Îranê ti fêdeyê nade. Civakê jî dirizîne. Yanî mînak, hinek kes vê rewşê weke ku tişteke asayî ye dibîne. Ya rast, dema rewşên bi vî rengî diqewimin, hin ji wan temaşe dikin. Ev sepaneke hovane ye. Bi rastî jî divê dawî li vê pêkanînê were anîn. Pêkanînên bi vî rengî hêrsa civakê ya li dijî dewletê zêde dike. Bertekan zêde dike. Me vê yekê di serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de dît. Nerazîbûneke mezin a civakî heye. Jinên li Îranê, civaka Îranê, gelên li Îranê dijîn azadiyê dixwazin, demokrasiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin. Dixwazin ev pêkanîn û cezayên darvekirinê bi dawî bibin. Dixwazin qanûn bên guhertin. Di vê qonaxê de pêwîste Îran jî biguhere. Pêwîst e dewlet û rejîma Îranê jî demokratîk bibe. Pêwîste qanûnên bi vî rengî bên guhertin. Niha hilbijartin jî çêbû. Namzetekî hinekî din lîberal, reformxwaz jî hat hilbijartin.

Di nava raya giştî, civaka Îranê û heta Kurdan de nêzîkatî û bendewariyeke bi vî rengî ya xweşbîn pêş ketiye. Hin gav dikarin werin avêtin, dibe ku hin pêşketinên demokratîk, reformîst çêbibin. Derdorên bi vî rengî jî ketin nava vê bendewariyê. Niha li derve jî bendewariyeke bi heman rengî çêbûye. Wê guhertinek çawa çêbê, tê şopandin. Helbet yek ji tiştên herî bingehîn ên divê were guhertin, rakirina cezayê darvekirinê ye. Helwesta Pexşan Ezîzî gelekî binirx û birûmet e. Helwesta Şerîfe Mihemedî jî. Werîşa Mûradî jî li dijî cezayên darvekirinê weke helwest derneket dadgehê. Dadgehê boykot kir, protesto kir. Ev helwest jî gelekî girîng e. Lê pêwîst e ji bo vê nerazîbûnê destek zêde be. Divê civak li wan xwedî derkevin. Divê li her derê xwedîderketineke bi vî rengî ya pir xurt bi pêş bikeve. Û helbet divê Îran dawî li pêkanînên bi vî rengî bîne. Îran bi şêwaza desthilatdariya zextê û van polîtîkayên zextê nikare encamekê bi dest bixe. Nerazîbûnên civakê bi vî awayî kûrtir dibin. Pêwîste ev rejîm daxwazên gel, daxwazên jinan, daxwazên azadî û demokrasiyê bibîne. Divê bibîne û li gorî wê gavê biavêje. An wê bi rastî jî bi pêvajoyên gelekî girantir re rû bi rû bimîne. Hemû pêşketin û rêveçûna bûyeran jixwe nîşan didin.

TENGEZARIYA ÎSRAÎL-ÎRANÊ: TIRKIYE ŞER DIXWAZE

Tengezariya Îsraîl-Îranê didome. Li Tehranê lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye hate kuştin, dîsa fermandarê paye bilind ê Hîzbûllahê hate hedefgirin û vê yekê jî rîska şerê herêmî hîn zêdetir anî rojevê. Gelo şerekî wiha pêkan e? Bi taybetî Tirkiye çima evqasî vî şerî dixwaze?

Tirkiye çima ev qas vî şerî dixwaze… Çima dixwaze eşkere ye. Tirkiye li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Li herêmê polîtîkayeke hegemonîk dimeşîne. Stratejî û polîtîkayeke neo-Osmanî dimeşîne û niha ev polîtîka tê meşandin. Niha şer bibe herêmî, şerê heyî derkeve derveyî Xeze û îsraîlê, belavî Lubnanê bibe, ji Lubnanê belavî Sûriyeyê bibe, her ku biçe veguhere şerê îsraîl-Îranê, helbet tifaqa AKP-MHP-Ergenok-DAÎŞ vê yekê ji bo xwe weke rewşeke pir bi derfet û bisûd dinirxîne. Tirkiye jî wê vê yekê bike hincet û li her cihê ku bixwaze wê van polîtîkayên neo-Osmanî bêyî ku sînor nas bike bidomîne û heta ku derê biçe, wê biçe. Lewma pir dixwazin ev şer belav bibe, bi taybetî veguhere şerê Îran û Îsraîlê.

Ji dema ku Haniye hatî kuştin û vir ve bi rengekî bênavber medyaya desthilatdariyê weşana şer dike. Di van hemû weşanan de jî timî Îranê sor dike, Îsraîlê sor dike. Hadî ha şer çêbibe, ha derkeve, wê derkeve! Di nava bendewariyeke wiha zêde de bû. Vê yekê ji bo xwe bi sûd dibîne. Ji ber ku ev rejîm, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji şer tîmar dibe, ji kaosê tîmar dibe, ji qirkirina li ser gelan tîmar dibe. Wisa li ser piyan dimîne. Niha jî rû bi rûyê hilweşînê ye û ji bo domandina desthilatdariya xwe pêdivî bi şerekî wiha dibîne. Hem ji bo polîtîkaya qirkirina Kurdan bi encam bike û ji bo bigihije sînorên Mîsaq-i Millî, hem jî ji bo ku li ser Iraq û Sûriyeyê hegemonyayê ava bike, diçe hin deveran, Lîbya, polîtîkayeke hegemonîk a giştî li ser herêmê dimeşîne. Ji ber ku dibêje, eger Îran û Îsraîl şer bike, Îran jî wê lewaz bibe, Îsraîl jî wê lewaz bibe. Ez jî wê bi vê polîtîkayê qirkirina Kurd pêk bînim. Bibim hêza hegemonîk a yekemîn a herêmî. Niha dikeve hesaba vê yekê. Bi vêhesabê şerekî wiha sor dike. Gelo ev rewş çiye? Roja borî hevalê Ebbas jî nirxand, kuştina Haniye. Heval got, ji ber ku Tirkiye vî şerî pir dixwaze, rola MÎT û Tirkiyeyê di kuştina Haniye de heye. Belê, Tirkiye vî şerî pir dixwaze. Bi rastî jî xwest kuştina Haniye bike wesîleya vê yekê. Ji vî alî ve pir cidî xebitî, hîna jî dixebite. Şerê Îsraîl û Îranê di feydeya Tirkiyeyê de ye. Di vî warî de raste ku rola MÎT’ê têde heye, lê belê tenê rola MÎT’ê nîne. Yanî di vê êrîşê de wisa tê fêmkirin ku planeke hevpar a Mossad, CIA û MÎT’ê ye. Van her sê hêzan di kuştina Haniye de rol lîstin. Em dizanin ku mesele Mossad di Îranê de xurt e, rêxistinkirî ye yanî. Gelek kes û endamên girêdayî Mossad’ê hene. CIA jî wisa ye. Divê mirov qet biçûk nexîne. Bi heman şêwazê MÎT jî bi taybetî di salên dawî de xwe di wateyeke cidî de di nava Îranê de rêxistin dike. Ji bo şerekî muhtemel ê Îran-Îsraîlê, ji bo şerekî hundir ê li Îranê jî dewleta Tirk xwe amade dike. Ji her alî ve li benda vê yekê, vê dixwaze. Lewma yanî tê fêmkirin ku ev her sê mesele di van êrîşên rêxistina îstixbaratê de rol dilîzin. Îsraîl jixwe vê pêş dixe. Di rewşa heyî de Îran jî di nava zoriyê de ye. Ji hundir bertekek cidî heye. Hêrseke civakî heye, berxwedan heye û hilweşîna ekonomîk heye. Lê belê Îsraîl ji vê rewşa lewaz a Îranê sûd werdigire. Wisa tê fêmkirin. Lemwa yanî Mossad di nava vî karî de ye. Jixwe DYE jî bi eşkere li pişt Îsraîlê ye. Piştgiriyê dide van êrîşan. Di gelek êrîşan de hevkariya CIA û Mossad’ê heye. MÎT jî wisa ye. Niha dewleta Tirk jixwe pir dixwaze Îran û Îsraîl şer bikin. Ji bo ku hîn zêdetir wiha Îranê lewaz bike, tengav bike, her tiştê dike. Yanî li Îranê bi destê DAÎŞ’ê teqîn jî pêk anî. Niha lewma Tirkiye ji bo belavbûna şer, ji bo veguhere şerekî herêmî bi rastî jî her tiştê ji destê wî tê dike. Niha herêmîbûna vî şerî, belavbûna wê, veguhere şerê Îsraîl-Îranê, yanî ev demek dirêje ji aliyê Lubnanê ve jî tê nirxandin… Tê nîqaşkirin ku şer wê belavî Lubnanê jî bibe. Bi rastî jî belavbûna vî şerî, ji bo civaka Rojhilata Navîn û gelan jî rewşeke pir xirab e.

Gel ji şer, şerên wiha bi xwîn, şerên komkujî û qirkirinan zirareke mezin dibînin. Civak zirareke mezin dibînin, jin zirareke mezin dibînin. Feydeya vê yekê ji desthilatdar û hêzên hegemonîk re heye. Feydeya vê ji hêzên qirker-mêtinger re heye. Ji dervey wê ji civakê re zirareke mezin e. Lewma em li dijî her cure şeran e. Em li dijî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk, zêdeyî 50 sal in têkoşînekê dimeşînin. Ev têkoşîn her diçe mezin dibe û dewam dike. Dewleta Tirk niha heman qirkirina ku li dijî Kurdan dimeşîne, li dijî gelê Fîlîstînê jî dimeşîne. Em bi tundî li dijî vê yekê jî ne. Ev tarzê têkoşîna ku rêxistinên mîna Hamasê li dijî Fîlîstîniyan dimeşîne jî, berjewendiyên gelê Fîlîstînê îfade nakin. Zirareke mezin dide gelê Fîlîstînê jî. Şerê ku li vê herêmê li ser esasê netewperestî, olperestî, mezhebê tê meşandin, ti feydeyê nade gelan, zirarê dide. Jixwe aliyê herî hov ê netew dewletê, ev e. Dewlet netew jixwe yek tîp in, faşîzan in, faşîst in. Îdeolojiya wê netewperestî ye. Dewleta Tirk mesele netewperestekî nîjadperest e. Îsraîl jî wisa ye. Ji vê hêlê ve Rêber Apo, li dijî Şerê Cîhanê ya 3’yemîn û şerê Kendavê ku ji salên 90’î ve li Rojhilata Navîn dewam dike, projeyên çareseriyê yên gelekî binirx ji bo rizgariya hemû mirovahiyê pêş xist. Paradîgmaya neteweya demokratîk, tê wateya hemû gel, hemû çand, hemû bawerî bi awayekî wekhev, azad û demokratîk jiyîne. Li ser vê bingehê sîstemeke konfederal a demokratîk e. Her kes li ser esasê îradeya xwe ya cewherî xwe birêxistinkirin, xwerêvebirin, bûyîna xwediyê xwerêveberiyê, lê di heman demê de dibe hevparê rêxistinbûyîneke konfederal. Ji bo şer û aloziyên li herêmê çareserî tenê ev e. Ji ber vê yekê, ev rewş vê rastiyê nîşan dide, sîstemên netewe-dewlet dijminê gelan e, dijminê civakê ne û dijminê jinan in. Lê sîstemên neteweya demokratîk sîstemên bingehîn ên gelan, jinan, baweriyan û her cûre civakên çandî ne, ew sîstema azad a demokratîk e. Ev yek girîngiya fikrên Rêber Apo nîşan dide ka çiqasî binirx in û çiqasî pêwîstiyeke mezin e. Çareserî li vir e. Çareserî ne di şer de ye. Niha rewşeke şer heye. Her kes hev dikuje, qirika hev jê dike û perçe dike. Ev tiştekî xeternak e. Mirina mirovan pir ji rêzê bûye. Komkujî bûne bûyerên ji rêzê. Her roj li cihekî bi sedan mirov tên kuştin û qetilkirin. Bi hezaran, bi deh hezaran mirov seqet dibin. Bi mîlyonan ji wan travmayeke mezin derbas dikin. Erdnîgarî ji holê radibe. Ev tiştekî xeternak e. Ev hemû encamên ku dewletên hov ên faşîst ên netewe-dewlet, sîstemên netewe-dewlet, modernîteya kapîtalîst derxistine holê ye.

Ev yek bi xurtkirin û mezinkirina eniya berxwedanê ya gelan dikare bê astengkirin. Çarenûsa Rojhilata Navîn bi serketina têkoşîna me ve girêdayî ye. Çarenûsa civak û gelên li Rojhilata Navîn, çarenûsa jinê bi rastî jî bi serketina vê têkoşînê ve girêdayî ye. Ji ber ku ev ne tenê têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Ev têkoşîna Rojhilata Navîn a demokratîk e. Gotineke Rêbertî ya gelekî girîng heye. Di 12'ê Hezîrana 2019'an dema ku parêzerên Rêbertî hevdîtin kirin, Rêbertî gotinên pir girîng kiribû Rêbertî polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk dinirxîne û rexne dike û hişyariyên cidî dike. Dibêje ‘eger li Mezopotamyayê Kurd nebin, li Anatoliyê wê Tirk jî tine bibin. Eger hûn Kurdan tine bikin, hûnê nikaribin Tirkan li ser piyan bihêlin. Li ser tinekirina Kurdan hûn nikarin Tirkbûnê ava bikin.’ Vê yekê dibêje, ne îcadeke ku me bi vî awayî derxistiye. Ev rastiyeke dîrokî ye. Pir girîng e.

Niha dewleta Tirk li ser qirkirina Kurd hewl dide Tirkîtiyê belav bike û li gorî xwe sînorên Tirkiyeyê berfireh bike. Lê belê dewleta Tirk bila bizane ku evane rastiyên dîrokî ne. Ew ê di bin wan polîtîka û stratejiya ku dimeşîne de bimîne, wê binax bibe. Ew stratejî û ew polîtîka wê ji wî re bibin kevirê gorê. Nikare Tirkan jî bi wî rengî bide jiyîn.

Niha li hin deran dibêje, Ocalan çareseriyê dixwaze, tevger çareseriyê dixwaze. Li ser navê Rêbertî diaxive. Erê, Rêbertî çareseriyê dixwaze. Rêbertî her tim vê dibêje. Rêbertî di 12’ê Hezîrana 2019’an de dema bi parêzerên xwe re hevdîtin kir got, ez niha têkildarî çareseriyê li nuqteyeke ji sala 2013’an hîn wêdetir im. Lê got, ez li muxatab digerim. Dewleta Tirk muzakere û çareseriya demokratîk tercîh nekir. Polîtîkayên qirkirinê tercîh kir. Bi qirkirina Kurdan, bi tunekirinê…

Lê belê mîna ku Rêbertiya me gotî, dest jê berde meşandina wê, wê di bin de bimîne, ew ê jê bibe goristan.