Berxwedêrên Strasbourgê: Hevrê Zulkuf biryardariya me xurt kir

Berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasbourgê Zulkuf Gezen bi bîr anîn û gotin, "Çalakiya hevrêyê me Zulkuf biryardariya me xurtir kir."

Koma ji 14 kesan a li Strasbourgê ji 17'ê Kanûnê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li ser girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê çalakiya canbexşane pêk anî daxuyaniyek da.

'ŞEHÎDÊ DESTPÊKÊ YÊ LI ENIYA ZINDANÊ'

Siyasetmedar Mûstafa Sarikaya bi navê komê peyam da û diyar kir, Gezen 'şehîdê destpêkê yê li eniya zindanê' yê pêngava berxwedanê ye.

Sarikaya anî ziman, Zulkuf Gezen di pêngava 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' de, şehîdê destpêkê yê eniya zindanê ye û got, "Hevrê Zulkuf Gezen bi çalakiya fedayî şehîd bû. Ev yek di heman demê de yekemîn gava fedayî ya mezin a li eniya zindanê ye di pêngava berxwedanê de. Bêguman her windahî ji bo gelê me ji bo hevrêyên têkoşînê gelekî giran e. Di heman demê de, li gorî çand û kevneşopiya me, armancên me bêhtir eşkere dike û nîşanî me dide ku divê em kengî çi bikin."

'BIRYARDARIYA ME XURTIR KIR'

Mûstafa Sarikaya diyar kir, çalaiya Gezen biryardariya wan a berxwedanê xurt kiriye û got, "Çalakiya hevrêyê me Zulkuf biryardariya me ya berxwedanê ku xurt e hîn xurtir kiriye. Bi rengekî vekirî nîşan da ku divê em çi bikin, çawa bimeşin û çawa bijîn."

Sarikaya anî ziman, têkoşîna azadiyê ya Kurd ji Hakî Karer û vir ve li ser çalakiyên fedayî çandek afirandiye û got, "Tevger li ser dilsoziya bi bîranînê, li ser bingeha nirxên bi dilsoziya bi şehadetan re mezin bû. Rêber Apo çandeke bi vî rengî afirand." Sarikaya destnîşan kir, ew ji çand û kevneşopiyeke bi vî rengî tên.

'EM Ê XEWN Û XEYALÊN ŞEHÎDÊN XWE PÊK BÎNIN'

Mûstafa Sarikaya diyar kir, armanc, xewn û xeyalên şehîdan armancên wan e û got, "Rêyek tenê li pêşiya me heye. Ew jî pêkanîna armancên wan e. Bersiva ji bo xewn û xeyalên wan e."

Sarikaya ragihand, ew li ser encamên şexsî yên jiyana xwe nafikirin û diyar kir, ya ku ew li ser difikirin armancên wan e ji ber ku armancên wan pêwendiya xwe bi paşeroja gel heye, pêwendiya xwe bi jiyaneke bi rûmet, bi namûs û şeref heye.

'BALA ME WÊ TENÊ LI SER TIŞTEKÎ BE: BIDAWÎKIRINA TECRÎDKIRINA RÊBERTÎ'

Berxwedêrê greva birçîbûnê Mûstafa Sarikaya anî ziman ku bala wan tenê li ser tiştekî ye, ew jî bidawîbûna tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadiya welat û gel e.

Sarikaya diyar kir, rêya vê yekê jî Îmrali ye û got, "Em dixwazin Rêber Ocalan bi rengekî azad di nava me de be. Serxistina vê armancê pêkan e. Em li wê astê ne. Li asta ku bi Rêber Apo re paşerojeke azad biafirînin. Hesret û armanca şehîdên me ev e."

Sarikaya anî ziman, ew bi dîroka xwe zanin û got, "Kes nikare Kurdên kole li ser me ferz bike. Ji bo vê jî pêwîstî bi gelek gotinan nîne. Her şehîd ji xwe bi têrkerî vê yekê ispat dike. Êdî kes wê nikaribe wê jiyanê li Kurdan rewa bike. Kurd wê ti carî wê jiyanê ji xwe re rewa nebîne."

Sarikaya soza xwe ya dilsoziya bi şehîdan re dubare kir û got, "Serketin şehîdên me ye, rêya şehîdên me ye. Ji ber ku her yek ji wan milîtanên Rêber Apo ne. Ew di heman demê de dengê Rêber Apo ne. Em ê li ser şopa wan bin."