‘Berxwedêrê girtî Burhan Barût bi zehmetî nefes distîne!’

Hate ragihandin ku Burhan Barut ê di Girtîgeha Tîpa F, hejmar 1 a Tekîrdagê de 79 roj in di gireva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger de ye bi zorê nefes distîne.

Girtiyên bi navê Burhan Barut, Sînan Çelîk, Alî Îlhan Bayar, Ridvan Turan û Erhan Aydin ên li Girtîgeha Tîpa F, hejmar 1 a Tekîrdagê tên ragirtin ku ji bo ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 26’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, di asteke krîtîk de ne.

'REWŞA WÎ GIRAN E LÊ BELÊ DI HUCEYA YEK-KESÎ DE YE!'

Parêzer Fırat Vural ê çûyî hevdîtina miwekîlên xwe got, "Bi zorê nefes distîne, perasûyên wî diêşin. Di vê asta ku rewşa wî girane de ti kes ligel wî namîne û ev jî mirov dixe nava fikaran.”

Li gorî parêzer Vural ragihandî, bijîşkên ku çûyî kontrala Barut, ligel ku ji îdareya girtîgehê re gotine divê bi tenê nemîne jî, îdareya girtîgehê di vê mijarê de ti tişt nekiriye û hê jî Barût bi tenê tê ragirtin.

ZILM LI GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊ KIRIN

Vural, da zanîn ku 26’ê Kanûnê piştî 5 girtiyên ketî greva birçîbûnê, ji bilî nexweş û girtiyên temenê wan zêde hemû girtî 1’ê Adarê ketine greva birçîbûnê. Vural, da zanîn ku piştî vê îdareya girtîgehê piştî vê kesên nexweş û temen zêde yên ku refakata hevalên xwe dikirin, birine odeyên û berxwedêr bi tenê hiştine.