Berxwedana Malbata Getaş a bi ked û berdêlê hatiye strandin
Berxwedana Malbata Getaş a bi ked û berdêlê hatiye strandin
Berxwedana Malbata Getaş a bi ked û berdêlê hatiye strandin
Çîroka jiyanê ya Malbata Getaş a ji Kobanê, nîşan dide ku Şoreşa Rojava bi ked û berdêleke çawa hatiye strandin. Ji Malbata Getaşê 27 kes tevlî têkoşîna azadiyê ya Kurd dibin. 4 jê li çiyayên Kurdistanê, 12 jî di dema parastina Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest didin. Ji Malbata Getaş Bengîn, Doxan, Ceylan û Gulbihar ku her yek ji wan ji bo rizgariya Kobanê li eniyeke cuda ya refên YPG/YPJ'ê şer dikin, di merasîma cenazeyên pismamên xwe Abdulmecîd û Îbrahîm ên duh û pêr li heman eniyê jiyana xwe ji dest dan, li hev kom bûn. Şervana YPJ'ê Gulbihar dibêje, "Ne em ne jî zarokên wan wê çeka wan li erdê nehêlin."
Ber destê sibehê, dema em xwe digihînin goristana şervanên YPG/YPJ'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan lê hatin veşartin, em dibînin ku 2 şervanên YPG û 2 şervanên YPJ'ê li ser gorekê ne. Em diçin cem wan û di dema sohbetê de em hîn dibin ku du ji van şervanan xwişk û birayên hev, yên din jî dotmam û pismamên wan e. Her çar şervanên dibêjin ew ji Malata Getaş in anî ziman ku yê hatiye veşartin pismamê wan e û pêr jî pismamekî xwe veşartine. Em ji wan dipirsin, gelo çend kes ji bo malbata wan di parastina Şoreşa Rojava de cih digirin, şervanê YPJ'ê bi kurtasî behsa çîroka malbata xwe dike. Şahîn dibêje ku beşeke mezin a gundên Til Xezal û Bilikê aydê malbata wan e û tîne ziman ku malbata wan di têkoşîna siyasî de nû nîne, beriya Şoreşa Rjava jî hin endamên malbata wan berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û 4 ji van di şerê li herêmên cuda de jiyana xwe ji dest dane. Şahîn diyar kir ku heta roja îro ji malbata wan 27 kes tevlî nav refên YPG/YPJ û PKK'ê bûne û 16 ji van li deverên cuda û di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane.
Şahîn da zanîn ku navê ferdên malbata wan ên li nav refên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dane; Berfîn, Peyman, Serhildan, Şêxo, Necîp, Bihar û Egîd e.
PÊR ABDULMECÎD, DUH JÎ ÎBRAHÎM
Şahîn ragihand ku di 29'ê Cotmehê de du pismamên wî li rojhliatê Kobanê jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha dewam kir: "Duh (pêr) pismamê me Abdulmecîd şehîd ket. Ji bo veşartina wî em hatin. Îro jî me pismamekî xwe yê din Îbrahîm veşart. Ew jî piştî ku duh Abdulmecîd veşart, şehîd ket. Îbrahîm dema ji bo veşartina Şehîd Abdulmecîd hat gotibû, gora Abdulmecîd teng e. Gelekî li ber ketibû, çavên wî tijî rondikên çavan bû û piştî ji goristanê çû, vegeriya çeperê, piştî çend saetan me bihîst ku ew jî şehîd ketiye. Duh (pêr) me Şehîd Abdulmecîd veşartin, îro (duh) jî em Şehîd Îbrahîm vedişêrin... Berî hefteyekê jî em her sê li eniya rojava di çeperê de bûn..."
'ZAROKÊN WAN WÊ ÇEKA WAN LI ERDÊ NEHÊLIN'
Bengîn Şahîn û şervana YPJ'ê xwişka wî Gulbihar jî diyar kirin ku Îbrahîm ê jiyana xwe ji dest da zewicî û bavê zarokan e û destnîşan kirin ku dema zarokên wî mezin bûn ew ê çeka wî li erdê nehêlin. Şervana YPJ'ê Gulbihar wiha dewam kir: "Berê birayê Şehîd Îbrahîm Heval jî şehîd ketibû. Her du jî zewicî û bavê zarokan bûn. Dema êrîşên li hemberî Kobanê destpê kirin, her duyan zarokên xwe şandin û tevlî berxwedanê bûn. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan û şehîd ketin. Me moraleke mezin ji wan digirtin. Em ê jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoş in û soz didin ku em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Em bawerin ku zarokên wan jî dema mezin bûn wê çeka wan li erdê nehêlin." Doxan Şahîn ê ji ber birîndara xwe zehmetiyan dikşîne biaxive dibêje, "Em ji gundên Til Xezal û Bilik in. Kalik û Pîrka me yek e, em hemû dotmam pismamên hev in. Piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir, ji malbata me b giştî 12 kes şehîd ketin. 4 jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li çiyayên Kurdistanê şehîd ketin."