Berxwedana Kobanê mohra xwe li konferansê xist!

Berxwedana Kobanê mohra xwe li konferansê xist!

Gelek kesên ku di Konferansa Demokrasî û Aştiyê de nêrînên xwe anîn ziman, bal kişandin ser girîngiya Kobanê ya ji bo Kurdan û bertek nîşanî gotinên hikûmetê yên zerarê dide pêvajoya aştiyê dan.

Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat, ku di 2'emîn Konferansa Demokrasî û Aştî ya HDK'ê de axivî diyar kir ku boneya ku bi aştiyê nehatiye çareserkirin pirsgirêk gelek zêde bûne. Firat, got ku van rojên dawî dîsa pêkutî gelek zêde bûne û wiha pêde çû: "Bi zagonên nû ev pêkutî hêj jî tên zêdekirin. Tundi wê rê li ber tundiyek din veke. Di 30 salên dawî de ev hatiye dîtin. Cardin ceribandina vê, bi eqil nayê rawekirin."

Firat, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên Kobanê û ev tişt gotin: "Gotinên, 'Tu eleqeya Tirkiyeyê bi Kobanê heye' bi rastî ez matmayî kirim. Çawa Tirk, piştgiriyê didin hevnîjadên xwe yên li Myanmar û Azerbaycanê mafê Kurdan jî heye ku piştgiriyê bidin hemnîjadên xwe yên li Kobanê."

Aktivîsta DOKH'ê Ceylan Bagriyanik jî şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê silav kir û wiha axivî: "Kobanê modela aştî û wekheviyê ye. Heta dawiyê em ê Kobanê biparêzin. Divê hemû kes jî xwedî li Kobanê derkeve. Pêvajo jî êdî girêdayî Kobanê ye. Lê mixabin hikûmet li dijî vê yekê tevdigere. Divê mercên azadiya Ocalan bên başkirin."

Wezîrê berê Ziya Halîs jî bal kişand ku konferans di demek gelek girîng de hatiye lidarxistin û bang li hikûmetê kir ku li gor pevajoya aştiyê zimanekî bi kar bîne. Halîs, wiha daxuyand: "Ez nikarim, niha bêjim AKP li gor aştiyê tevdigere. Divê li gor gotina birayê tevbigerin. Ji ber ku li Kobanê korîdorek mirovî nevekirin, rayedarên Tirk hêviyên gelê Kurd şikandin. Hikûmetê çeteyên DAIŞ'ê ku çav berdabû ser namûs û rûmeta Kurdan, bi PKK'ê û PYD'ê re kir yek. Ev jî bû sedema tundiya derketiye holê."

Endama Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê Lale Bakir Ezer, der barê xebatên xwe de agahî dan û ji ber ku hejmara jinan di heyeta aqilmendan de kême ev yek rexne kir.

Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Faruk Unsal, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka Kurdistanê ye û nêzîkatiya hikûmetê ya 'Çi eleqeya Kobanê bi Tirkiyeyê re heye' rexne kir. Unsal got ku ew wekî Misilman û mirovekî di çalakiyên Kobanê de li gel mazlûman bûye û piştgiriya xwe da diyarkirin.

Serokê Gişitî yê Komelaya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Muslum Dogan, jî di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên Elewiyan û wiha axivî: "Elewî qonaxa têkoşîna Kurd hatiye baş fêm kiriye. Em perspektîfa neteweya demokratîk, komara demokratîk baş fêm dikin."

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî di axaftina xwe de bal kişand ser komkujiyên rû dane û ev tişt anîn ziman: "Ji ber van komkujiyan gelek nîjad êdî li ser vê axê najîn. Divê em bi paşerojê re rû bi rû werin. Heta ku em vê nekin azadî pêk nayê.

Hevserokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, jî bal kişand ser berxwedana Kobanê û wiha got: "Li vir 40 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Lê hikûmetê jî baş dît ku qedera Kobanê û Trabzonê yek e."

Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose, jî diyar kir ku kedkar li dijî şer derdikevin û bal kişand ser şerê Kobanê. Kose got ku şerê li Kobanê rêya azadiyê li ber jiyan vekiriye û şervanên jin yên li Kobanê şer dikin silav kir.

Bijîşk Cem Terziyê ku li Kobanê ser navê SES û TTB'ê lêkolîn dikirin, ji bijîşkên di revîra Kobanê de birîndaran derman dikin re silav şand. Her wiha di konferansê de peyama Dr Terzî, peyama Dr. Arîf ku li Kobanê peywir dike xwend. Di peyamê de wiha hate gotin: "Dibe ku em li vir jiyana xwe ji dest bidin. Lê baş bizanin ku hêviya me bi we re ye."

Konferans bi atolyayan didome.