Berxwedana Kobanê di roja 81’ê de ye

Berxwedana Kobanê di roja 81’ê de ye

Li Kobanê berxwedana ku li ser navê mirovahiyê hatiye destpêkirin di roja 31’emîn de berdewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê hem bi segvanan û hem jî hewanan beyî ku hedef bigirin, li dijî bajar êrîşan pêk tînin û ev êrîş bi mîsîleyê bersivê dibîne. Şervanên YPG û YPJ’ê bi berxwedana xwe ya mezin ken ji ruyê wan kêm nabe.  Li Kobaniya ku her kesê dibêje cîhanek din mumkune û berê xwe dane Kobanê, hinek dîmenên ji berxwedana 81 rojî.

Peywirê asayîşê yê li ber agirê pêxistiye nobetê digire.

Zarokên li kolanên Kobanê lîstikan dilîzin.

Xaniyekî ku ji hawanan texrîb bûye. Li dîwar jî wêneyek daliqandiye.

Şervanên YPG’ê yên li kolanên Kobanê digerin

Şervaneke YPJ’ê ji bo xwe ji segvanan biparêze  di van hilweşînan de derbas dibe

Kolanên Kobanê. Zarokên dema wênekêşê dibînin, poz didin, extiyarek jî bi tizbiya destê xwe dimeşe.

Li navenda bajar peywirdarê asayîşê

Li Kobanê kolanek. Ji ber pirsgirêka germbûn û ava germ heye, jin ji bo serşoyê li der avê germ dikin

Wesayîteke ku gule û parçeyên şaraplenê îsat kiriyê

Ala YPG’ê ya li Deriyê Sînor ya Murşîtpinarê ku çeteyên DAIŞ’ê di 29’ê Mijdarê de ji ser Tirkiyeyê bi wesayîtek bombebarkirî hatin û şûnde hatin vekişandin, bilind bûye li asîman. 

(Wêne: Ersîn ÇAKSU / Îbrahîm ASLAN)