Berxwedana Kobanê bi zincîra mirovahiyê hat silavkirin
Berxwedana Kobanê bi zincîra mirovahiyê hat silavkirin
Berxwedana Kobanê bi zincîra mirovahiyê hat silavkirin
Di 79’emîn roja berxwedana Kobanê de li gundê Mahserê gelê ku di çalakiya nobetê de bû, zincîra ji mirovahiyê ava kir û berxwedana Kobanê silav kirin, Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Mûşê jî diyar kir ku di şexsê Kobanê de gel hedef hatiye girtin.
Bi sedan kesên li gundê Mehserê nobet digirtin, ji bo şervanên YPJ û YPG’ê destê hev girtin û zincîra mirovahiyê avakirin, berxwedana Kobanê silav kirin. Girseya ku bi rojane li gundê Mehser û Misaynterê di nobetê de bûn, bi tevlîbûna sedan kesên ji Mûş, Êlih û Amedê didome. Welatiyan berê xwe dan, Kobanê û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Silav Silav ji Kobanê re hezar silav’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.
Piştî çalakiya zincîra mirovahiyê 60 xwendekarên ji Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Mûşê hatin, daxuyaniyek dan. Xwendekaran pankart vekirin û dirûşm berz kirin.
Endamê MED-DER’ê Habîb Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku gelê Kurd bi hovîtiyeke mezin a ku nehatiye dîtin re rû bi rû ye, Kobanê dilê Rojhilata Navîne û di şexsê gelê Kurd de hedef tê girtin. Kaya bang li hemû kesî kir ku bên xeta sînor a Kobanê.