Berxwedana jiyanê ya dayika Ferhan a ji ser sînor naçe
Berxwedana jiyanê ya dayika Ferhan a ji ser sînor naçe
Berxwedana jiyanê ya dayika Ferhan a ji ser sînor naçe
Emrê dayika Ferhan a ku nikare bêyî alîkariya gopal bimeşe lê tevî vê jî li ser sînor ji roja destpêkê ve di berxwedana nobedê de cih digire, çîrokek berxwedanê ye. Dayika Ferhan ku beriya niha 3 caran ket girtîgehê got, "Ez gazinan ji rewşa xwe nakim, her mirovê xwedî wijdan divê li ser sînor be."
Hêza herî girîng a çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê bêguman dayik e. Her yek ji dayikên ku hin jê zarokên wan li Kobanê di nava refên YPG/YPJ'ê de li ber xwe didin, hin jê zarokên wan di têkoşîna azadiyê de beriya niha cihê xwe girtine, ji roja destpêkê ve li ser sînor di nava berxwedanê de ne. Çîroka her yek ji wan, berxwedaneke. Yek ji van dayikan Ferhan Akbûlût a 56 salî ya ji navçeya Mêrdîn Qoserê ye, ku bêyî alîkariya gopalan nikare bimeşe, lê tevî vê jî ji roja destpêkê ve li ser sînor e. Jiyana dayika Akbûlût a li gundê Miseynterê li ber xwe dide jî, bi berxwedanê derbas bûye. Di sala 2003'an de ji ber ku di daxuyaniyeke çapemeniyê de fîskanê bi rengê kesk, sor û zer li xwe kir 3 mehan, di sala 2007'an de ji ber tevlî meşa Amarayê bû 33 rojan û di sala 2010'an de jî ji ber dozeke din 8 mehan hat girtin. Tevî vê jî dayika Akbûlût di berxwedanê de bi israr e.
Dayika Ferhan dibêje, "Ez bixwazim jî nikarim vegerim malê, ji ber ku parçeyekî me li vir e. Zarokên min li wir şer nakin jî, her kesên lê şer dikin mîna zarokên me ne. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe ya nobedê dewam bikin." Akbûlût diyar kir ku di destê wê de gopal hebe jî wê li ber xwe bide û bang li dayikên heta niha nehatine ser sînor kir û got: "Em xeta sînor vala nehêlin." Akbûlût da zanîn ku ti zext berxwedana wan asteng nakin û wiha pê de çû: "Çend roj hatin kon hilweşandin. Lê em teqez dest ji berxwedanê bernadin. Em li vir di axuran de dimînin radikevin lê em gazinan nakin."
'SERKETIN A GELÊ KURD E'
Akbûlût şervanên li Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe didin jî pîroz kirin û bilêv kir ku baweriya wan a ji bo serketina wan tam e û got: “Ew ji bo gelê xwe, şeref, nasname û axa xwe şehîd dikevin. Ez li vir hemû şervanên li Kobanê silav dikim. Ez êşa dayikên şehîdan parve dikim. Serketin wê ya gelê Kurd be."