BERXWEDANA GELAN A LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana gelan bi biryardarî didome.

01:07

 

00:23

 

00:22

 

23:56

 

23:36

 

23:19

 

23:19

 

19:40

Ji Serêkaniyê 4 şehîd û 30 birîndar hatin derxistin

Tîmên Heyva Sor a Kurd, Xaça Sor a Sûriye û Xaça Sor ên tevî hemû êrîşên dagirker ên dewleta Tirk xwe gihandin Serêkaniyê, cenazeyê 4 şehîd û 30 kesên birîndar ji bajar derxistin. Li bajar hê jî birîndar û cenazeyê şehîdan asê mane hene.

18:03

Hevserokê Komîteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mûstafa diyar kir ku di 5 rojan de li Serêkaniyê 22 jê zarok, 235 sivîl şehîd bûne û 677 sivîl jî birîndar bûne.

16:38

Partiya Yekîtiyê ya Siryanan: Li gorî me gelê Siryan û Asûr hebûna artêşa Tirk li herêmê gefeke mezin e.

16:37

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, bang li civaka navnetweyî kir ku li dijî qetlîamên sivîlan ên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bibin û pêkanîna agirbestê, zextê li wê bike.

15:59

Şervanê QSD’ê yê li eniya Ebû Sira Şervan Zana diyar kir ku ji saeta ku agirbest hatiye îlankirin û heta niha, balefirên şer û keşfê digerin. Zana diyar kir ku li hin cihan êrîşî çeperên wan tê kirin. Zana got ku “Agirbest tiştekî sembolîk e. Ji saeta ku agirbest hatiye îlankirin û heta niha êrîşên li ser me didome. Tiştên tên gotin em li gorî wê tevdigerin lê ew amadekariyê dikin. Li herêmê balefirên şer û yên keşfê digerin. Bi obusan li qadên me dixin. Ew xwe ji êrîşeke mezin re amade dikin, divê gelê me bizanibe ku em ê li hemberî êrîşan gelê xwe biparêzin.”

15:27

Eniya Jinên Demokratîk ên Pakistanê: Em bi hev re dewleta Tirk a dagirker bidin sekinandin. Şert çi dibe bila bibe, em ê li rex jinên şoreşger bin.

15:26

Rêvebera Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cemîla Hemê diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ew nikarin mudaxeleyî birîndaran bikin û ji bo birîndar û sivîlan divê korîdorek were vekirin.

14:56

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li Colemêrg, Şirnex û Amedê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî kirine.

14:48

QSD: Ligel ku agirbest hatiye îlankirin jî êrîşên dagirker didome. Piştî îlana şer hemû hêzên me yên li qada şer, ketin pozîsyona parastinê û tu çalakî nekirin. Hemû şer li esasê bersivdana êrîşan pêk hat.

14:22

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bajaroka Zirganê ya Serêkaniyê bomberdûman dikin.

13:45

Çeteyên artêşa Tİrk êrîşî nexweşxaneya Serêkaniyê dikin.

13:41

Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gundê Şêwarxa yê navçeya Şera ya Efrînê dike. Ji ber êrîşê leşkerekî rejîma Sûriyeyê birîndar bû.

13:39

KOBANÊ

Artêşa dagirker û komên çete di seetên êvarê de xwestin bi awayek veşartî bi seyareyên zirxî xwe nêxî çeperên şervanên me bikin. Li ser bersivdana hêzên me, seyareyek wan hate teqandin û gelek ji çeteyan hatin kuştin. Piştî bersivdanê komên çete cenazeyên xwe revandin û ji herêmê vekişiyan. Her wiha enqaza seyareyek BNB ku hêzên me beriya 2 rojan li herêma Şêrgiradê rûxandibûn hate dîtin. Di vê çalakiyê de jî hate zelalkirin ku 5 çete hatine kuştin.

Bi giştî di encama şer û berxwedanê de herî kêm 18 leşker û çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, hejmarek zêde jî brîndar bûn.

17 hevalên me di vê berxwedanê de bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 25 hevalên me brîndar bûn.

Piştî biryara agirbestê hêzên me li hemû qadên şer derbasî rewşa parastinê bûne û tu çalakî pêk ne anîne. Hemû pevçûnên ku qewimîn weke encama bersivdana hêzên me li dijî êrîşan pêş ketiye."

13:39

QAMIŞLO

Artêşa dagirker duh êvarê bajarê Qamişlo da ber top û tangan. Di encama êrîşan de hevalek me şehîd ket û 4 hevalên me brîndar bûn. Piştî êrîşê hêzên me bersiv dan çavkaniya êrîşê ya li baregeha Sêgirka. Di encama bersiva hêzên me de baregeh hat derbkirin, depoya cebilxane hat teqandin û hejmarek ji çete û leşkeran hatin kuştin.

13:39

SERÊKANIYÊ

Piştî ragihandina biryara agirbestê jî artêşa dagirker a Tirk hewl da bi seyareyên zirxî pêş de were û hinek taxan dagir bike. Di her hewldanên wan de hêzên me di çarçoveya parastinê de bersiv dan. Di encam de 3 panzer hatin derbkirin. Di şer de herî kêm 13 çete hatin kuştin û 3 jî brîndar bûn. Li gundê Zirgan, artêşa dagirker xwest pêş bikeve û êrîş bir ser gund. Komên çete bi alîkariya êrîşên hewayî û topan xwestin gund bigirin. Hêzên me bi heman awayî bersiv dan êrîşan û di encam de li herêmê şerek giran qewimî. Di şer de, di encama êrîşên hewayî de 12 hevalên me û welatiyek sîvîl şehîd ketin, 12 hevalên me brîndar bûn. Herwiha li gundên Menacir û Aliya jî di encama êrîşên komên çete de pevçûn qewimîn.

13:39

QSD'ê encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên piştî ragihandina 'lihevkirina agirbestê' ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

"Tevî biryara agirbestê jî artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe li seranserê xeta sînor ne rawestandin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de cîh bi cîh bersiv dan van êrîşan.

13:38

QSD'ê encama êrîşên dagirkeran ên piştî agirbestê ragihand

QSD'ê encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên piştî ragihandina 'agirbestê' eşkere kir. Li gorî vê yekê, di encama bersiva şervanên QSD'ê de 18 dagirker hatin kuştin. Di şer de 17 şervan şehîd bûn.

12:51

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li Serêkaniyê dibarînin.

12:03

Koordînasyona Kongreya Star bang li hemû gelê herêmê û taybet jinan kir ku niha li bajarê Til Temir kom bibin da ku berê xwe bidin bajarê Serêkaniyê û birîndar û sivîlên ku di bajar de ketine dorpêçê xelas bikin.

11:59

Karayilan: Şoreşa Rojava destketiya neteweyî ye, divê her Kurd biparêze

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan: KNK divê li dijî dagirkeriyê karibe raya giştî ya dinyayê rake ser piyan û ji bo vê yekê seferber bibe. Şoreşa Rojava destketiya Neteweyî ye, rûmeta neteweyî ye, nirxê azadiyê yê dinyayê ye, parastina vê yekê wezîfeya neteweyî ya her Kurdekî ye."

11:42

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ji bo derxistina sivîl û birîndarên li Serêkaniyê bang li şêniyên herêmê kir ku li bajarê Til Temirê li hev kom bibin.

11:42

Hevserokên KNK'ê. Êdî meseleya her kesî ye

Kongreya 19'emîn a KNK'ê di roja duyemîn de ye. Hevserokên KNK'ê Nîlufer Koç û Rêbûwar Reşîd bang li partiyên Kurdistanî hemûyan kirin ku li Rojava bibin xwedî.

11:07

Artêşa Tirk a dagirker wesayitên zirxî dibe ser sînorê Girê Spî. Wesayitên zirxî yên ku li herêma Girê Spî derb xwarine, ser wan bi brandaya spî tê girtin û dibin tûgayê.

11:05

Rewşa dawî ya li Serêkaniyê

 

11:04

Rewşa dawî ya li Serêkaniyê

Nûçegihanê me Ersîn Çaksû di roja 11'an a Keleha Berxwedanê Serêkaniyê de ji navenda bajêr ragihand.

Çaksû diyar kir ku li gel agirbestê jî du roj in êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê didomin.

Li gorî Çaksû, hêzên artêşa Tirk a dagirker dixwazin hêzên xwe teqwiye bikin.

Çaksû anî ziman ku şervanên QSD'ê û şêniyên Serêkaniyê jî di xeta parastina rewa de bersiva van êrîşan didin.

Çaksû got, ji şevê din ve li xeta sînor bi taybetî li taxa Maheteyê, li rojhilatê bajêr, li nexweşxaneyê êrîşên dijwar hatin kirin.

Her wiha hejmarek ji çek, cebilxane û wesayitên zirxî şevê din derbasî Serêkaniyê kirin.

Çaksû diyar kir ku amadekariyên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin nîşan didin, ku dewleta Tirk vê 'agirbestê' ji bo xwe weke derfetekê bi kar tîne.

Li dijî vê yekê şervan û şêniyên Serêkaniyê berxwedana xwe didomînin.

Çaksû diyar kir ku liv û tevgera hewayî li Serêkaniyê didome.

10:55

Di nava hefteyekê de derdora 50 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê li dijî dagikeriya dewleta Tirk tevlî berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Li gorî nûçeya Rojnewsê ciwan ji bajarên Germiyan, Kerkûk, Xaneqîn, Çemçemal, Silêmaniye, Hewlêr, Raperîn, Pêncwên, Mexmûr, Zaxo û Duhokê tevlî bûn.

10:46

QSD: Dewleta Tirk agirbestê binpê dike

QSD'ê diyar kir ku dewleta Tirk agirbest binpê kiriye, êrîş ranewestandiye û destnîşan kir, "Tevî ku 30 saet di ser agirbestê re derbas bûne bajarê Serêkaniyê hîn jî dorpêçkirî ye, nahêlin ku ji bo sivîlan û birîndaran korîdorek bê avakirin."

 

09:19

Li Serêkaniyê balafirên keşfê bênavber digerin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker rêya nexweşxaneyê asê kirine û nahêlin ku korîdoreke mirovî bê avakirin. Rewşa birîndarên li nexweşxaneyê her giran dibe.

08:21

Nûnerên partiyên Kurd ên ji Rojava tevlî 19'emîn Kongreya Asayî ya KNK'ê bûn, bal kişandin ser gef û êrîşên li dijî gelê Kurd û gotin, "Bi yekîtiya neteweyî em dikarin bersivê bidin van êrîşan."

08:21

Di nûçeyeke The Mornîng Star de ku rojnameyeke çepgir a Îngilistanê ye hate gotin, "Erdogan terorîstekî deqkirî, sûcdarekî şer û hevalbendekî cîhadîstane."

08:20

MSD’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk agirbest binpê kir, banga şandina çavdêrên navneteweyî ya ji bo herêmê kirin.

08:20

KCK: Ji bo rawestandina vî şerê qirêj agirbest girînge; divê ev agirbest bibe destpêka pêvajoya bidawîkirina dagirkeriyê ku bi vê êrîşê re aştî, ewlekarî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê hate rakirin. Ne bi vî rengî be hingî wê agirbest tenê ji bo kêmkirina zexta raya giştî ya demokratîk û gelan be, wê ji bo rewakirina armancên dagirkeriyê be û lîstikek ji bo 'Herêma Ewle' be ku tê gotin berê li ser li hev kirine.

Eger agirbesta hatiye ragihandin dawî li hewldana dagirkeriyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne û bike ku hêzên dagirker bi temamî xwe vekişînin hingî wê bigihêje armanca xwe. Ji bo vê jî gelekî girînge ku gelên dinyayê, raya giştî ya demokratîk, hêzên siyasî û dewletên ku li ber dagirkeriyê radibin, Yekîtiya Ereban, gelên Sûriyeyê û gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê û piştevaniya berxwedanê bidomînin. Em bang li van hêzan hemûyan dikin ku ji bo afirandina sîstemeke demokratîk a li ser bingeha aştî û aramiya li tevahiya Sûriyeyê bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûye hedefa dagirkeriyê, têkoşînê xurt bikin.

Berxwedana bi rûmet a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD'ê ya li dijî êrîşên giran, kir ku agirbesteke bi vî rengî bê ragihandin. Em pê bawerin ku wê bi berxwedana xwe dawî li dagirkeriyê bînin, li ser bingeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya demokratîk yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê pêk bînin, em şehîdên fedayî yên berxwedanê bi rêzdarî bi bîr tînin û di têkoşîna wan de serketinê dixwazin." 

08:20

KCK: Bi êrîşên dagirkeriyê careke din eşkere bû ku dewleta Tirk êrîşî yekparebûna xaka Sûriyeyê dike. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya deverên ku dagir kiriye bandorê li jinûve avakirina Sûriyeyê bike. Ji ber vê yekê li dijî bicihbûna artêşa Sûriyeyê li sînorên dewletê rabû, ku li ser bingeha lihevkirina rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dewleta Sûriyeyê re ev yek kete rojevê. Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, DYE û Yekîtiya Ewropa divê li ber van hesabên dewleta Tirk rabin û ji bo pêkhatina peymana navbera rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta Sûriyeyê bibin alîkar. Ji bo aramiya siyasî ya bi rengekî aştiyane, demokratîk û yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê beriya her tiştî helwesteke bi vî rengî divê. Bêguman divê gelên dinyayê û raya giştî ya demokratîk jî li dijî vê helwesta dewleta Tirk a dixwaze yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê asteng bike, divê helwestekê nîşan bidin û ji bo pêkhatina yekîtiya demokratîk a Sûriyeê di nava aştî û demokrasiyê de bikevin nava hewldanan.

08:19

KCK: Sûcên şer ên ku dewleta Tirk di dema êrîşa dagirkeriyê de kirin nabe ku ji nedîtî ve bên. Dewleta Tirk çekên qedexekirî yên ku bi balafirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne, di dema êrîşa dagirkeriyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi kar aniye. Ji ber vê yekê gelên dinyayê û saziyên ji parastina mafên mirovan berpirsyar in divê di mijara qetilkirina sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî de hesab ji şefê şerê qirêj Erdogan û berpirsyarên din bipirsin. Naxwe wê pêşî li kirina sûcên din ên li dijî mirovahiyê bê vekirin û jiyana aştiyane, bi ewle û aram a mirovahiyê wê ji niha û pê ve bikeve rewşeke metirsîdar.

08:19

KCK: Herêmên ku niha bûne hedefa êrîşê beriya vê êrîşa dagirkeriyê herêmên herî ewle û aştiyane yên Sûriyeyê bûn. Ji ber vê yekê ji bo ewlekarî û aştiyê divê hêzên dagirker teqez xwe vekişînin. Piştî hevdîtinên navbera heyetên DYE û dewleta Tirk de bi rengekî ku nayê fêhmkirin hate xwestin ku hêzên QSD'ê xwe vekişînin ku ev yek tê wateya rewakirina dagirkeriyê. Ji ber vê yekê madeyên peymana ku heyeta DYE'yê eşkere kir, ji bilî agirbestê ne ji aliyê siyasî ne jî ji aliyê exlaqî ve rewa nînin. Hêzên şerê qirêj ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê piştî ragihandina agirbestê jî êrîşên xwe dom kirin ku ev yek jî nîşan dide, agirbest ji bo rizgarkirina Trump û Erdogan ji tengaviyê ye. Erdogan ê faşîst ku dijminê Kurdane, ji xwe diyar kir, ku ew gihîştine armanca xwe ya destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê û eger dagirkeriya wan neyê qebûlkirin wê êrîşên xwe girantir bikin. Bi vê yekê eşkere kir ku armanca xwe çi ye. Ji ber vê yekê divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelên dinyayê û raya giştî ya demokratîk helwesta xwe ya berxwedêriyê sist nekin, heta ku dagirker Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî biterikînin divê têkoşîna xwe bidomînin. Eger agirbest weke pêvajoyeke ji bo vekişîna dagirkeran bê dîtin û bibe wesîle ku gavên bi vî rengî bên avêtin wê hingî watedar be.

08:19

KCK: Bi pejirandina Trûmp, ji bo ku neheqiya êrîşên dagirker ên dijminê Kurd Erdoganê faşîst dayî destpêkirin were nîşandan, wiha xuya dike rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê ev agirbest qebûl kiriye. Ji ber ku ev êrîşa dagirker e û sûcên giran ê li dijî mirovahiyê ye, divê ev agirbest ne dagirkeriyê meşrû bike lê wiha bi encam bibe ku hêzên dagirker vekişin. Ji ber ku berxwedêr û gelên cîhanê yên ku destekê didine vê berxwedanê û raya giştî ya demokratîk dixwazin ku ev êrîşên dagirker rawestin û dagirker bi temamî vekişin. Ji ber vê jî berxwedêr û raya giştî ya demokratîk ji bilî vekişandina dagirkeran ne pêkan e ku vebijêrkeke dî qebûl bikin.

08:18

KCK: Rêveberiya Trûmp ji bo ku ji vê rewşê xilas bibe, bi agirbestê hewl daye ku şer bisekinîne. Li bara berxwedana QSD'ê û desteka li vê berxwdanê, heke êrîşa dewleta Tirk a ku jîgeh bombe dikirin, bi sedan sivîl dikuştin, bi sedan jê birîndar dikirin û seqet dikirin, ranewestiyaye, wê Trûmp jî bi kêmanî bi qasî Erdogan teşhîr bibûya û tecrîd bijiya. Di vê rewşê de hem DYE û hem jî Tirkiyê hewceyî bi agirbestê dîtine. Bi vî rengekî li bara berxwedana bi desteka gelên cîhanê û raya giştî ya demokratîk xwestine ku xwe ji rewşa ku zor li wan dike xilas bikin.

08:17

KCK: Berxwedana ku bi vê desteka moralî ya mezin û rewatiyê hatî kirin komploya ku Serokê DYE'yê Trûmp û dijminê Kurdan Erdogan li dijî gelên Bakur-Rojhilatê danîn, hatiye pûçkirin, anîne ber têkçûneke mezin. Berxwedanê, zexta gelan û raya giştî ya demokratîk Serokê DYE'yê Donald Trûmp ku destûr dayî êrîşa dagirker a Erdogan ê faşîst, kiriye rewşeke pir zor ku di dîrokê de bi lîderê siyasî nehatiye. Polîtîkayên şefên faşîst Erdogan-Bahçelî jî kirine nav têkçûneke siyasî û dîplomatîk de û nav gergerîneke ku nekarîn ji nav derkevin, ku di dîroka Tİrkiyê de rewşeke wiha bi serê kesî nehatibû.

08:10

'Ji bilî vekişandina dagirkeran divê tiştekî din neyê qebûlkirin'

KCK: Divê agirbest ne bi rewakirina dagirkeriyê, lê bi vekişîna hêzên dagirker biencam bibe. Ji vî alî ve berxwedêr û raya giştî ya demokratîk ji bilî vekişîna dagirkeran nepêkan e ku rêyeke din qebûl bikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji doh êvarê heta sibehê sewqiyata çete û çekên giran ber bi Serêkaniyê ve kir. Doh bi şev li hin deveran şer qewimî.