Berxwedan di roja 80. de hat silavkirin

Berxwedan di roja 80. de hat silavkirin

Di roja 80. a berxwedana Kobanê de, çalakgerên nobedê yên li gundê Mehserê bi zincîra ji mirovan re berxwedan silav kirin. 

Bi sedan kesên li gundê Mehserê ji bo şevanên YPG û YPJ'ê yên 80 roj in li hemberî hewldana dagirkeriyê ya çeteyan li ber xwe didin nobedê digirin, zincîra ji mirovan ava kirin. Nobedarên berxwedanê bi destê hev girtin û bi zincîra ji mirovan re Kobanê silav kirin. Girseya gel danê sibê piştî paqijiya derdorê, berê xwe da Kobanê û ji bo bîranîna cangoriyên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane, deqyek rêz girtin. Çalakgeran bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Silav silav ji Kobanê re hezar silav", "Bijî Serok Apo" berxwedana Kobanê silav kirin.