KON-MED’ê bang li her kesî kir ku di 11’ê Çileyê de dakevin qadan
KON-MED’ê bi boneya komkujiyên Parisê daxuyaniyek nivîskî da û bang her kesî kir ku di 11’ê Çileyê de dakevin qadan.
KON-MED’ê bi boneya komkujiyên Parisê daxuyaniyek nivîskî da û bang her kesî kir ku di 11’ê Çileyê de dakevin qadan.
KON-MED’ê bi boneya komkujiyên Parisê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em dikevin sala 12’emin a komkujiya ku dewleta Tirk di 9’ê Çileya 2013’an de li Parisê pêk anî. Di vê komkujiyê de rêhevalên me; Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin. Dema gelê Kurd hîna êşa vê komkujiyê dikişand vê carê di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parisê komkujiya duyemîn hat kirin. Mixabin di vê komkujîyê de jî hevalên me Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetil kirin.”
Bi domdarî di daxuyaniya KON-MED’ê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk gelek caran banga komkujiyê li ser siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê kir û heta lîsteyên suîqestê jî hatine çêkirin. Lê belê pirsgirêka sereke ew e ku dewleta Fransa di van deh salên dawî de li hemberî qetlîamên ku li dijî siyasetmedarên Kurd pêk hatin bêdeng ma. Li hemberî van komkujiyan pirsgirêka baweriyê di nava gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk de zêde kir. Li vir em bi qetlîamên ku hem li hundir û hem jî li derve hatine plankirin û bi hev re girêdayî ne re rû bi rû tên. Dewleta Tirk vê wêrekiyê ji siyaseta bêcezakirina dewletên Ewropayê digire. Di komkujiya yekem a Parisê de berpirsiyar nehatin eşkerekirin, berovajî vê yekê bi veşartina delîlan hewl dan komkujiyê veşêrin. Dewleta Tirk ku ji vê bawerî û wêrekiyê girt, duyemîn komkujiya Parisê pêk anî. Êş û hêrsa gelê Kurd weke roja ewil teze ye. Ji bo eşkerekirina berpirsyarên van komkujiyan bi salane têkoşîna xwe ya hiqûqî didomîne. Ne tenê têkoşînek hiqûqî ye, di heman demê de ji bo ku rûyê qetlîamkar a dewleta Tirk eşkere bike li hemberî vê rewşê bêdengî ya dewletên Ewropayê li ber xwe didin. Îsal jî bi pêşengiya tevgera jinan li bajarên Berlin, Kiel, Dresden û Halle yên Elmanyayê di 11’ê Çileyê de wê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve çalakiyên girseyî bên lidarxistin.
Em weke KON-MED, bang dikin hemû meclîsên me, rêveberiyên me yên federasyonê û pêkhateyên me, her wiha hemû derdorên demokrat, gelê me yê welatparêz û ciwanên me di asta herî jor de bi ruhê seferberiyê beşdarî çalakiyên ku wê di pêşengiya tevgera jinan de pêk were di serî de çalakîya 11’ê Çileyê li Parisê bê lidarxistin, bibin û hesabê van komkujiyan bipirsin.”