Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin

Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren li navçeya Belqîs a Dîlokê ku ji bo nûçeyê çûbû hat binçavkirin.

Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren li navçeya Belqîs a Dîlokê ku ji bo şopandina nûçeyekî çûbû, ji aliyê polîsên Tirk ve li ser “gumanê” hat binçavkirin.

Polîsên sivîl pêşiya mînîbus ku Derya Ren têde bû girtin, GBT kirin û piştre bi hinceta ku Derya Ren berê hatiye girtin dan sekinandin.

Polîsan nêzî saetekê dan sekînandin û îdia kirin ku qerta venasînê ya JINNEWS’ê ne derbasdar e. Tevî Derya Ren bi sîgorte bû jî gotin ne rojnamevan e. Polîsan dijûn li xwişka Derya Reng kirin û bi ser de çûn. Derya Ren bertek nîşan da û bi îdiaya ‘mukavetê polîsan’ kiriye hat binçavkirin.

 Derya Ren birin Navenda Polîsan a Belqîsê.