Lîderê Tevgera Nifşê Nû çû Tirkiyeyê
Lîderê Tevgera Nifşê Nû Şahsûwar Abdulwahîd serdana Tirkiyeyê kir.
Lîderê Tevgera Nifşê Nû Şahsûwar Abdulwahîd serdana Tirkiyeyê kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirk, lîderê Tevgera Nifşê Nû Şahsûwar Abdulwahîd serdana Tirkiyeyê kir û bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve Nûh Yilmaz re rûnişt.
Nehate zanîn bê Şahsûwar Abdulwahîd kengî çû Tirkiyeyê.
Tê gotin di civînê de mijara sereke, pêkanîna hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê, alîkarî û piştgiriya Nifşê Nû ya ji bo siyaset, planên dewleta Tirk yê li sînorê Silêmanî û Başûrê Kurdistanê bû.
Hêjayî gotinê ye îro jî cîgirê duyem yê PDK’ê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyeyê kiriye û tê payîn bi rayedarên dewleta faşîst re bicive.