NÛ BÛ

Serpelê ku Seyîthan Dûrdû qetil kir serbest hat berdan

Serpel Y. A. yê ku ji ber Seyîthan Dûrdû yê 40 salî li navçeya Seravê “bi qestî” qetil kir hatibû girtin, serbest hat berdan.

Di 28’ê Kanûnê de li gundê Avzêrk ê navçeya Serav a Wanê welatiyê bi navê Seyîthan Dûrdû yê 40 salî, bi guleya ji wesayîta leşkerî hat teqandin jiyana xwe ji dest da. Serpelê artêşa Tirk Y. A. ji ber qetilkirina Dûrdû hatibû girtin, serbest hat berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Qelqeliyê piştî bûyerê di 1'ê Çileyê de îfadeya Y.A. girt. Piştre ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ve hat girtin. Y.A.yê ku tenê hefteyekê di girtîgehê de ma, piştî îtîrazê serbest hat berdan. Parêzerê Dûrdû diyar kir ku ew ê li dijî biryarê îtîraz bikin.

Ji 3 leşkerên ku piştî bûyerê hatibûn binçavkirin, fermandarê yekîneyê M.Ç. û serdeste S.G. serbest hatibûn berdan, serpel Y.A. hatibû girtin.