Ji lehengên Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê re

Lehengên Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê; hûn parêzvanên jiyana azad a şoreşa mirovahiyê ne. Dengê dilê bi milyonan mirovî temsîl dikin. Şoreşa ku bi kedeke mezin hatiye avakirin, hûn bi canê xwe wê diparêzin.

Ev bû nêzî mehekê qehreman, şêrejin û mêrxasên gelan fermandar û şervanên YPJ/QSD’ê di sengerên şer de li dijî çeteyên herî hov û tundrew şer dikin. Ez weke hevalek gazî ji dil û can we silav dikim û dibêjim, hûn hêza gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Berxwedana we pîroz e, hûn gelekî jîr û jêhatî ne. Pêwîst e hûn ji xwe bawer bin û zanibin wê serketin a we be. Dijminê hov û tundrew bi dijwarî êrîşî xaka pîroz dike, dixwaze keda şehîdên qehreman têk bibe, lê wê ti carî ev xeyalê dijmin pêk neyê. Hevalên me yên ciwan hûn rûmeta mirovahiyê ne. Hûn gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin. Ev jî erkeke pir pîroz e, şansek wiha bi hêsanî bi destê kesî nakeve.

Bi berxwedan û qehremaniya we ya bêhempa, erd û ezman dilerize. Ji ber hûn parêzvanên jiyana azad a şoreşa mirovahiyê ne. Hûn dengê dilê bi milyonan mirovan e. Hûn bi dil û can şoreşa bi kedê hatiye hûnandin diparêzin. Belê hevalên min ên li eniya şer û bi canbexşane şer dikin, ez gelek caran hîs dikim ku lêdana dilê min, bi lêdana dilê we re di heman kêliyê de ye û bi kelecan dibim. Ez her tim dibêjim xwezî ez li kêleka we bûma û min bi we re tehma zor û zehmetiyên azadiyê bigirta. Dema hûn dicemidin ez jî bi we re cemidîbama. Dema hûn tî û birçîbana ez jî bi we re tî û birçîbama. Dema hûn bi ser celadan û dijminê bav û kalan de çûbana ez jî li kêleka we bama û min jî li hember wan şer kiriba.

Ez pir dixwazim zor û zehmetiyên hûn dikişînin bi hinav û dilê xwe ji kûr ve hîs bikim. Li gorî wê dilê xwe bi dilê we re bikim yek û ber bi hevaltiya we ya bêdawî re biherikim ber bi berxwedana Çemê Firatê ve. Hûn çi di tûnelên şer de çi jî li ser erdê, dijmin tarûmar dikin. Ev jî kelecanek pir mezin dide hevalên we. Em çi bikin jî nikarin deynê xwe yê li beramberî wêrekî û berxwedaniya we bidin. Ji ber hûn navê jiyana nû ne. Vaye bi felsefeya Rêber Apo, keç û xortên neteweya demokratîk sekneke ji pola raber dikin. Bi ruhê qehreman Asya Elî û Rojger Hêlîn re rê nadin decalên mirovahiyê. Hûn egîd û xwedawendên hemdemî, ferîşteyên herî paqij ên serdema sosyalîzma demokratîk in.

Ruhê Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Xeyrî Dûrmûş, Hakî Karer û Sarayan li cem we şênber dibe. Hûn bi wî ruhî taca fedaîbûnê diyarî gelê berxwedêr û wêrek dikin. Îro jî bedewiya we dinyayê rohnî dike. Ti kes nikare gotinan li ser qehremanî û fedakariya we bêje. Dijminê faşîst û hişmendiya wî ya tundrew tevî hişmendiya xiyanetkar jî wê nikaribin li ber ba û bahoza we bisekinin. Hûn bi xwe navdarên jiyana nû ne. We li welatê xwe weke kulîlka lavlavkê xwe alandine û bi wefadarî canê xwe feda dikin. Bi destê we, wê ala serketinê li baniyan li ber ba bikeve û rengê xwe yê bedew bide welatê rojê.

Hevalên bedew û rind, hûn di dilê bi milyonan mirovan de ne û têkoşîna we ya ji bo azadiyê dilê mirovan aram dike. Her kes xweziya xwe pê tîne. Fermandar û şervanên rûmetê hûn wijdanê mirovahiyê ne.  Hûn serkêş û hêviya dilê dayik û bavan e. Hûn pêşeroja zarokên welatê rojê ne. Em bawer in hêza tevahî cîhanê jî bi ser we de were hûn ê dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin. Em bawer in hûn ê her dirûşman biqîrin û bêjin, “An serketin an serketin!” Hevalên hêja têkoşeriya we agirê dilê ciwanan gur dike û wan radike ser piyan. Hûn dîlawerên cenga giran in. Ji ronahiya reşika çavên we mizgîniya biharê dibişkive û dibêje “Vaye Derwêş û Edûleyên hemdem rûmeta mirovahiyê diparêzin û bi serketinê tacîdar dikin.”

Belê hevrêyên min ên dilciwan û vînpola, mezinahiya we weke ava çemê Dîcle û Firatê bêrawestan diherike ser xaka Mezopotamyaya pîroz û şitlên azadiyê dibişkivîne.

Eyyy Firat!

Tu ji keç û xortên dilsoz re şahidiya rûmetê dikî. Xwîna Ronahî Yekta û Ezîz Ereb herikî çar aliyên welat û bi xwîna canê wan wê welatê rojê bigihîje miradê xwe.