Heyeta Îmraliyê serdana Partiya DEVA kir
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku piştî hevdîtina bi Rêber Apo re serdanên partiyên siyasî dewam dike, bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan re rûnişt.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku piştî hevdîtina bi Rêber Apo re serdanên partiyên siyasî dewam dike, bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan re rûnişt.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê qeyûm li şûna wî hatiye danîn Ahmet Turk pêk tê, bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan re dest bi hevdîtinê kir.
Heyet ji aliyê Serokwekîlê Giştî yê Partiya DEVA Îbrahîm Çanakçi, Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen, Sadûllah Ergîn û Alî Îhsan Merdanoglû li ber derî hate pêşwazîkirin.