Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Erbakan re bi dawî bû

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya Yenîden Refahê bi dawî bû. Endamê şandeyê Onder got, “Hevdîtineke pir têrker bû. Em hatin dawiya vê maratonê.”

Hevdîtina şandeya Îmraliyê ku ji Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Pervîn Bûldan, Serokwekîlê Meclîsê yê Partiyê Sirri Sureyya Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin pêk tê, bi Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbekan re bi dawî bû.

Piştî hevdîtina li Meclîsê Onder û Erbakan daxuyanî dan. Ewil Erbakan mafê axaftinê girt û got ku şande têkildarî hevdîtinê wan agahdar kirine. Erbakan bilêv kir ku derbarê geşedanan de pirsên wan hene û şande bûye bersiva van pirsan. Erbakan got, “Pirsên me yên li ser hinek fikaran bersivandin. Hêvîdarin ku bibe wesîleya xêrê.”

Onder anî ziman ku ew guh dane pêşniyar û şiroveyên Partiya Yenîden Refahê û wiha got, “Pirsên ku me karî me bersivandin. Hevdîtineke pir têrker bû. Em hatin dawiya vê maratonê.”

Sirri Sureyya Onder got ku hîna ne diyar e bê ka kengê derbarê hevdîtina wan a bi Rêber Apo û van hevdîtinan de daxuyanî bê dayîn.