Malbatên li deriyê sînor tên sekinandin: Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin

Malbatên ku ji bo dixwazin cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin, 24 saet in li deriyê sînor tên sekinandin bang li rayedaran kirin û gotin, “Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin, heta ku destûra derbasbûnê bidin em ê li vir bisekinin.”

Şandeya ku ji bo wergirtina cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, dixwazin ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin 24 saet in tên sekinandin.

Malbatên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di nava şandeyê de cih digirin, bertek nîşanî rewşê dan.

Bavê Cîhan Bîlgîn, Nesîm Bîlgîn diyar kir ku heta destûrê derbasbûnê bidin ewê bisekinin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Bîlgîn wiha got: “Duh ji saet 15:00’an ve nahêlin em ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas bibin. Ewil gotin X-ray” xerabe ye û piştre bi hinceta ‘sîstem tune ye’ hatin astengkirin. Tîşteke wiha nayê qebûlkirin. Destûrê didin ku wesayîtên ji derveyî me derbas bibin. Em du roj in li vê derê ne û em li bendê ne. Heta ku em cenazeyên xwe wernegirin em ê li vir bisekinin. Em niha li benda agahiyekî ne. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li vir bisekinin. Ev tîşta ku tê kirin zilm e, ne li gorî dîplomasiyê ye û biryarekî nehiqûqî ye. Em ji Wezareta Karên Hundir û Derve dixwazin ku dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Êdî bes e dilê me dişewîtinin. Em ji welatiyên vî welatî ne. Zarokên me rojnamevan bûn, ne bi çek bûn. Keça min hiqûqnas û di heman demê de rojnamevan bû. Em dixwazin demildest cenazeyên me radestî me bikin. Divê dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn.”

‘EM VÊ BÊHIQÛQIYÊ QEBÛL NAKIN’

Bavê Nazim Daştan, Mehmet Alî Daştan jî bang li rayedaran kir û anî ziman ku dawî li bêhiqûqiya heyî bînin. Daştan got: “Em ji bo wergirtina cenazeyên xwe hatin vir, lê 2 roj in bi hincetên cuda nahêlin em derbas bibin. Ev polîtîkayekî mijûlkirinê ye. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Em bang li Meclîsê, Wezareta Karên Hundir û Derve dikin; demildest cenazeyên me bidin me. Em tîştekî din naxwazin. Em dixwazin cenazeyên zarokên xwe werbigirin û veşêrin.”