Bernameya hilbijartinê ya HDP’ê eşkere dibe
HDP’ê bernameya kampanyaya hilbijartina zordest a di 24’ê Hezîranê de eşkere kir.
HDP’ê bernameya kampanyaya hilbijartina zordest a di 24’ê Hezîranê de eşkere kir.
HDP bernameya xwe ya hilbijartinê ew ê di 13’ê Gulanê de bi daxuyaniya Danezana Hilbijartinê ya Namzetiya Serokkomariyê bidomîne.
Kitekitên kampanyaya hilbijartinê ya HDP’ê wisa ye:
1.Serlêdana Desteya Bilind a Hilbijartinê di 21’ê Gulanê de ew ê were kirin.
a-Li Enqereyê civîna nasandina namzetên jin û daxuyaniya Danezana Hilbijartinê ya Jinan.
b-Civîna nasandina hemû namzetan.
2- Di navbera 15’ê Gulanê û 14’ê Hezîranê de ew ê di meha Remezanê de xebatên kampanyayê were kirin. Di vê çarçoveyê de mîtîngên hilbijartinê, vekirina buroyên hilbijartinê, serdana esnafan, serdana bazarên taxan, bernameyên fitarê, serdanên mal û qehwexaneyan ew ê were kirin.
3-Di Cejna Remezanê de serdanên goristan û malbatan.
4- Amed, Êlih, Wan, Stenbol, Îzmîr û Mêrsîn di serî de li hemû bajaran vekirina buroyên hilbijartinê yên jinan.
5- Li bajar û navçeyan avakirina standên hilbijartinê.