Bendava Ilisû wê ji aliyê leşkeran ve bê parastin
Bendava Ilisû wê ji aliyê leşkeran ve bê parastin
Bendava Ilisû wê ji aliyê leşkeran ve bê parastin
Hat ragihandin, ku xebatên çêkirina Bendava Ilisû (Germav) ya li navçeya Mêrdîn Kerboranê berî 5 mehan hatibûn rawestandin, wê ji nû ve destpê bikin. Li gorî agahiyan, xebata çêkirina bendavê jî wê ji niha û pê ve ji aliyê yekîneyên leşkerî ve were parastin.
Ji Bendava Ilisû û projeya HES'ê ya di navbera navçeya Mêrdîn Kerboranê û navçeya Şirnex Basayê ev 5 meh in xebatên çêkirina wê hatine rawestandin, ji nû ve tên çêkirin. Hat ragihandin ku xebatên çêkirinê wê di nava vê hefteyê de destpê bikin û malzemeyên pêwîst ev hefteyeke di rêya Kerboranê ya navbera Mîdyad-Germavê de bi TIR û qemyonan ji aliyê maşînên zirxî ve hatine anîn.
Karê çêkirina Bendava Ilisû ku heta niha ji aliyê personelên ewlekariyê yên normal ve dihat parastin, li gorî agahiyan wê ji niha û pê ve ji aliyê leşkeran ve bê parastin.