'Bend li pêşiya demokrasiyê asteng e'
'Bend li pêşiya demokrasiyê asteng e'
'Bend li pêşiya demokrasiyê asteng e'
Hindekarê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglu diyar kir ku li cîhanê tenê li Tirkiye û Giravên Şeyselê benda hilbijartinê heye û benda hilbijartinê li Tirkiyeyê li pêşiya demokrasiyê asteng e.
Konferansa Demokrasî û Aştiyê têkîldarî benda hilbijartinê li Salona Civînê ya Cezayîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Hevserokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Endamê MYK'ê ya HDP'ê Prof. Dr. Gençay Gursoy, Hindekarê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglu û Serokê Komeleya Çandê ya Elewiyan a Hubyar Sultan Alî Kenanoglu, nûnerên Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, DÎSk, KESK, TMMOB, TTB, EHP'ê beşdar bûn. Di salonê de parkarta "Hilbijartina bêbend, demokrasiya bêbend" hate daliqandin. Di civînê de ewil Gençay Gursoy axivî û diyar kir ku benda hilbijartinê ya ji sedî 10 şermeke darbeya 12'ê Îlonê ye û wiha berdewam kir: "Ev mîrate di wateya demokrasiyê de anî asta cemedê." Gursoy benda hilbijartinê weke "xespa îradeya neteweyî" bi nav kir.
Îbrahîm Kaboglu jî di axaftina xwe de li aliyê mafen mirovan û çarçoveya hiqûqî ya benda hilbijartinê girt dest. Kaboglu destnîşan kir ku benda hilbijartinê li cihanê tenê li Tirkiye û Giravên Şeyselê heye. Kaboglu bilêv kir ku li tu welatan benda hilbijartinê ne tiştekî teqez e û benda hilbijartinê di 1995'an de çûye Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) û wê demê ev yek nehat guhertin.
DAXUYANIYÊN SEROKOMAR Û SEROKWEZÎR LI DIJÎ DDB'NÊ
Kaboglu anî ziman ku DMME'yê di di 2007 û 2008'an de biryara "li ser standartên Ewropayê ye lê sererastkirin aydî meqamên neteweyî ye" bi bîr xist û nirxandina "DMME bi awayeke zelal dibêje bend hiqûqî nîn e" kir û got ku benda hilbijartinê li dijî madeya 13'emîn ya Makeqanûnê ye jî. Kaboglu bi lêv kir ku daxuyaniyên Serokomar Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên "em ê bendavê nasnekin" bi bîr xist û daxuyaniyên tên dayîn li dijî madeya 138'emîn a Destûra Bingehîn e.
Kaboglu têkîldarî biryara ku dê ji DDB'ê derkeve de jî ev tişt anî ziman: "Min metnên ku pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye kirin nedîtiye. Lê ji bo serlêdana şexsî ev du sal in biryar tên dayîn û di vê çarçoveyê de dibe ku biryara binpêkirin heye derkeve. Di asta duyemîn de jî wekî berê di madeya 33'yemîn de kir bi riya daîre yan jî lijneya giştî dikare bigire bin kontrolê. Bi gotina bi li dijî makeqanûnê ye dikare betal bike. Bİ vê halê li dijî rêzeya demokrasiyê ya makeqanûnê ye. Di 1995'an de ji bo ku neyê rakirin biryarek da. Heke niha bibêje divê bê rakirin ev ê bibe nakokî. Ev nêzîkatî jî ne rast e divê wisa neyê fikirandin. Ji ber ku 20 sal derbas bû, Serdem guherî, hiqûq guherî."
Piştî Kaboglu Sezgîn Tanrikulu axivî û diyar kir ku ev 30 sal in nîqaşên ji bo benda hilbijartinê bên rakirin tên kirin û hêviya wî ew e ku dadgeh gaveke pêş ve bavêje û qanûnê betal bike.
Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku jibilî benda hilbijartinê divê mijara qanûna hilbijartinê jî bê nîqaşkirin û nîqaşên guhertina benda hilbijartinê di nava AKP'ê de bûye sedema panîkê. Kurkçu destnîşan kir ku ew ê wekî partî bikevin hilbijartinan û ew ê bendê derbas bibin û bikevin meclîsê.
Di civînê de nûnerên KESK, DÎSK, TTB, TMMOB, EHP û Serokê Komeleya Çandê ya Elewiyan a Hubyar Sultan Alî Kenanoglu jî axivin.