Belgefîlmê "Xewnek Kurdan: Rojava" li Salzgîtter hate nîşandan

Belgefîlmê "Xewnek Kurdan: Rojava" ê li ser berxwedana 9'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku ji aliyê derhêner Michael Enger ve hate amadekirin, li Salzgîtter hate nîşandan. 

Di fîlm de qala vekişîna hêzên Emerîkî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin û tê eşkerekirin ku bi vê yekê re firsend ji artêşa Tirk a dagirker re hate pêşkêşkirin ku dest bi êrîşên qirkirin û dagirkeriyê bike.

Her wiha armanca dewleta Tirk a ji êrîşê jî bi rengekî eşkere tê destnîşankirin ku hemû hewldanên xwe ji bo astengkirina statuya Kurdane.

Fîlm bi organîzasyona hevpar a Meclîsa Şehîd Berçem Cîlo û Rêveberiya Navenda Kurdên li Salzgîtterê li salona Navenda Kurdistaniyên li Salzgîtterê hate nîşandan.

Tevî ciwanên Kurd her wiha gelek dostên Kurdan jî tevlî pêşandana fîlm bûn.

Piştî nîşandana fîlm êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana li dijî êrîşan hate nirxandin.