BDP: Bîranîna Madîba dê di têkoşîna Kurdan de bijî
BDP: Bîranîna Madîba dê di têkoşîna Kurdan de bijî
BDP: Bîranîna Madîba dê di têkoşîna Kurdan de bijî
Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş ji ber wefata lîderê Efrîka Başûr Nelson Mandela peyamek sersaxiyê weşand. Hevserokan dan xuyakirin ku bîranîna Mandela mîna li tevahiya cîhanê dê di têkoşîna bi rûmet a Kurdan de jî bijî û ji ber wefata Mandela, xemgîniya xwe anîn ziman.
Peyama BDP'ê wiha ye: "Bi xemgîniyeke mezin me bihîstine ku mirovê rêzdar ê têkoşînê û lîderê gel Nelson Mandela çavên xwe li jiyanê girtiye.
Lîderê berxwedana gel a li dijî rejîma nîjadperest a li Efrîka Başûr Birêz Mandela, dê bi wê hêza mezin a têkoşîn û berxwedana bê westan a li dijî bindestî, mêtîngerî û cihêkariyê, bê bîranîn. Bi têkoşîna xwe ya demdirêj a bi gelê xwe re Mandela, ne tenê li Efrîka Başûr li gelemperiya cîhanê derbek mezin li cihêkarî, mêtîngerî û zextan xistiye. Xîretî û pratîka têkoşînê ya Mandela li vê axa kevnare jî bersiva xwe dîtiye.
Îro li her devera cîhanê gel, di rêya ronî ya lîderên mîna Mandela li dijî zext û zilmê li ber xwe didin; ji bo azadî, wekhevî û aştiyê têkoşîneke bi rûmet nîşan didin. Di van têkoşînan de şopa Mandela û biryardariya wî ya berxwedanê heye. Lewma hemû gelên bindest ên Kurdistanî û Tirkiyeyî ku bi salane têkoşîna azadî û aştiyê dimeşînin, bi têgihiştina gerdûniya têkoşîna gelan, di serî de têkoşîna dijberiya nîjadperestiyê ya li Efrîka Başûr bi pêşengiya Birêz Mandela hat meşandin, hemû têkoşînên azadiyê yên li gelemperiya cîhanê silav dikin. Tişta ku me ji lîderên mîna Mandela fêm kirine; li dijî zilm, zordarî û neheqiyê, gerdûniya têkoşîna azadî û berxwedanê ye.
Bîranîna Nelson Mandela yanî hevrêyê me Madîba, mîna li gelemperiya cîhanê dê di têkoşîna bi rûmet a Kurdan de jî bijî. Bi van hestan, di serî de malbat û hevrêyên wî, bila serê gelên Efrîka Başûr û tevahiya gelên li gelemperiya cîhanê li ber xwe didin, sax be."