BBC: Li Sûriyeyê me xwe gihand şopên êrîşên kîmyawî

BBC: Li Sûriyeyê me xwe gihand şopên êrîşên kîmyawî

Nûçegihanê weşana Îngilîzan BBC yê Sûriyeyê îdiakir ku, di êrîşa meha borî ya li welat xwe gihandiye delîlên piştrastkirina bikaranîna çekên kîmyewî.

Nûçegihanê BBC anî ziman ku, dema serdana bajarê Sarakip yê bakûrê welat kiriye, şahidên bûyerê jêre gotiye, hêzên rejimê ji helîkopteran herî kêm du caran dît cîhazên ku gazên bi jehr têde avêtin.

Hikumeta Sûriyeyê jî bikaranîna çekên kîmyawî qebûl nake.

Serok Dewletê DYA’yê jî Barack Obama dabû diyarkirin ku, bikaranîna çekên kîmyawî ji bo mudaxeleyekî leşkerî “xeta sore”. Îro Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ku dê li Amerîkayê bi Obama re hevdîtinê pêkbîne, anîbû ziman ku ew dê delîlên di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên di destê wan de heyî radestî serokê Amerîkayê bike.

Bajarê Sarakîp yê dikeve başûrê rojavayê Helebê, di bin topbarana hêzên rejima Sûriyeyê yên di meha Nîsanê de mabû.

Dixtorên di nexweşxaneyekî herêmî de gotin ji nûçegihanê BBC re gotin, ji nexweşxên ku anîne nexweşxaneyê heşt kesan di danûstandina nefesê de zehmetî dikişandin û hinek jî di fereşiyan.

Dixtorekê jî anî ziman ku, jinek ya dermankirina wê serneket û mir, semptomên weke jehrîbûyîna organosfosfatê lê peydabûne û mînakên wê ji bo fehsê şandine.

Hem DYA û hem jî Îngiltereyê gotibû, her ku diçe delîlên di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê rejima Baas ve zêde dibin.

Li beramberî vê endama Komîsyona Lêkolîna Sûriyeyê û Serbixwe yê Navnetewî ya NY Carla Del Ponte dabû diyarkirin ku, li gorî îfadeyên qurbaniyên di şerê Sûriyeyê de, muxalifan gaza sarîn bikar aniye.

6’ê Gulanê Carla Del Ponte ji televîzyonek ya Swîsreyê re axivî û aşkera kiribû ku, ‘gûmanên bihêz û şêmber hene, lê belê hêjan delîlên misoger tune ne’. Del Ponte anîbû ziman ku, di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê Sûriyeyê ve jî, rastî ti delîlekê nehatine.