Bayram Namaz ê MLKP'î li Parîsê hate bîranîn

Nûnerê MLKP Rojava Bayram Namaz li Parîsê hate bîranîn.

Nûnerê MLKP Rojava Bayram Namaz (Baran Serhat) ê li bajarê Serêkaniyê yê Rojava ji ber sûîqesta dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da, li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hate bîranîn.

Ji bo bîranîna Namaz li Parîsê çalakiya li salonê û meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin.

Tevgera Azadiyê ya Kurd, rêxistina TKP-ML a Fransayê û Kizil Bayrak jî di nav de nûnerên gelek sazî û rêxistinan tevlî bûn.

'ÊRÎŞ LI DIJÎ ŞOREŞA YEKBÛYÎ HATE KIRIN'

Nûnerê MLKP'ê li civîna bîranînê axivî û got, "Êrîşa li dijî partiya me û hevrê Bayram êrîşeke tesadûfî nîne. Êrîş li dijî şoreşa yekbûyî ya Bakurê Kurdistanê ye û dewama komkujiya Pirsûsê ye. Di têkbirina hesabên dagirkeriyê yên mêtingeriya Tirk de ya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê partiya me roleke girîng lîst."

Nûnerê MLKP'ê diyar kir, wê hesab ji kujerên Erdogan ê faşîst bipirsin.

'ROLA ENTERNASYONALÎST LÎST'

Nûnerê Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bal kişand ser girîngiya rêxistinbûn û berxwedana şoreşgerî ya yekbûyî û sersaxî ji MLKP'ê re xwest.

Girseya gel piştî axaftinan ber bi qada Saint Denis a Strasbourgê ve meşiya û daxuyanî da çapemeniyê.