Bayik: Tirkiye DAIŞ'ê ji bo çêkirina herêma tampon weke şantajê bikar tîne
Bayik: Tirkiye DAIŞ'ê ji bo çêkirina herêma tampon weke şantajê bikar tîne
Bayik: Tirkiye DAIŞ'ê ji bo çêkirina herêma tampon weke şantajê bikar tîne
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê ji bo avakirina herêma tampon DAIŞ'ê weke şantajekê bikar tîne û diyar kir, ku gelê Kurd wê ti carî destûrê nede di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de herêma tampon bê avakirin. Bayik got, "Bi avakirina Herêma Gel a Azad re divê pêşî li tevgera çeteyan bê girtin."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo çêkirina herêmeke tampon, ji bo têkbirina şoreşa Rojava.
Bayik diyar kir ku Tirkiye ya ku DAIŞ mezin kiriye, ji bo avakirina herêma tampon niha weke gef û şantajekê bikar tîne û destnîşan kir ku niha baştir fêm bûye, yek ji sedemên Tirkiyeyê ji bo DAIŞ'ê bi ser Kobanê de bişîne, firandina bahaneya çêkirina herêma tampon e.
Bayik da xuyakirin ku gelê Kurd wê ti carî destûrê nede vê hewldana dewleta Tirk a ji bo çêkirina tampon û li dijî vê yekê avakirina "Herêma Gel a Azad" a li ser sînor pêşniyar kir ku bi vê yekê re çeteyên DAIŞ'ê li seranserê sînor nikaribe tevbigerin.
Bayik di nivîsa xwe de ev xal destnîşan kir:
"Tirkiye niha behsa wê yekê dike ku dixwaze li ser sînorê bi Sûriyê re herêmek tampon çê bike. Dema ku dinyayê Tirkiye gunehbar kir bi destekdayîna DAIŞ´ê hingê jî hikûmeta AKP´ê dibêje, naxwe em li ser sînorê bi Sûriyê re devereke tampon çêkin û derbasbûna endamên DAIŞ´ê asteng bikin. Ev rêbaz şêwazê siyaseta Tirkiyeyê ye. Pêşî pirsgirêkê diafirîne, paşê jî dibêje, ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim. Jixwe mirov ji vê re dibêje, di vê rewşê de xwe bi xwe erkdar dike. Lê belê herçî ev rewş e, Tirkiye bi xwe ev rewş afirandiye.
TIRKIYE BI DAIŞ'Ê RE ŞANTAJÊ DIKE
Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir; niha jî dibêje, eger hûn filan tiştî bidin min ez ê alîkar bim bi we re ji bo ji holêrakirina DAIŞ´ê; eger hûn bi ya min nekin hingê DAIŞ wê bibe bela serê we. Li ser rûyê vê erdê hîna siyaseteke ewqasî bêar, kirêt û bêexlaq a şantajê peyda nebûye. Ya ku meseleyê kambax dike ew e ku gelek dewlet û hêzên siyasî jî bi vê siyaseta şantajê dixapin. Pêşî belayê diafirîne, paşê bi vê belayê siyaseta gefxwarinê û şantajê dimeşîne! Li şûna ku ev siyaseta gefxwarinê û şantajê ya Tirkiyeyê were cezakirin bi herêma tampon tê xelatkirin. Eger ev helwest dewam bike, hingê Tirkiye wê her roj li Rojhilata Navîn pirsgirêkekê biafirîne û paşê jî vê weke navgîna şantajê bi kar bîne.
Tirkiyeyê heta niha bi her şêwazî alîkariya sîlehan û lojîstîkê daye DAIŞ´ê, kiriye ku çete di sînorên wê re derbas bibin. Dema ku dinyayê jê re got, "pêşiyê li vê yekê bigire" hingê jî weke çareserî herêma tampon pêşniyar kir. Xuya ye ku ev pêşniyar hatiye qebûlkirin. Ne wisa bûya, Tirkiyeyê niha wê newêriya bi vî awayî aşkera behsa herêma tampon bike. Oya Baydar di nivîsa xwe de gotiye Kurd sînorên Tirkiyeyê diparêzin. Ango gotiye, Şoreşa Rojava sînorên Tirkiyeyê diparêze. Bêguman heta niha bi tenê ew sînorên li wan Şoreşa Rojava heye ewle ne. Ew sînorên li Şoreşa Rojava ne xwedî hikm e, veguherîne rêyên endamên DAIŞ´a faşîst. Ne Tirkiye, DAIŞ van deveran kontrol dike. Li Rihayê deriyê sînor ê Girê Spî û deriyên sînor ên li Entabê bi temamî fermandariyên lojîstîkê ne ku li wan îstîxbarata Tirk MIT û DAIŞ bi hev re kar dikin. Tirkiye niha dixwaza li wan sînoran ku tevî DAIŞ´ê ew veguherandibû biryargeha lojîstikê ya şerê li dijî Sûriyê, bi bahaneya çêkirina herêma tampon ya rastî dixwaze kantonên ku Şoreşa Rojava li wan meydanên jiyana azad li wan avakirî bike herêmên tampon.
YEK JI SEDEMÊN ÊRÎŞKIRINA DAIŞ'Ê, ÇÊKIRINA HERÊMA TAMPON E
Eger wê herêma tampon ji bo çeteyên DAIŞ´ê were çêkirin naxwe sedema van hesabên li ser deverên Kurd çi ye? Çawa ku Oya Baydar jî gotî, ew der deverên aram in. Lewma maneya hewldana çêkirina herêma tampon li herêmên Kurdan ew e ku dixwazin ya ku DAIŞ´ê bi ser nexistî bi ser bixin. Yan jî maneya wê temamkirina êrîşa DAIŞ´ê ye. Niha baştir em fêm dikin yek ji sedemên Tirkiyeyê ji bo DAIŞ´ê bi ser Kobanê de bişîne, afirandina bahaneya çêkirina herêma tampon e. Propaganda û şerê psîkolojîk yê ji bo ku Kurd ji Rojava birevin jî ji bo çêkirina herêma tampon e.
Qet nabe ku gelê Kurd destûrê bide ku dewleta tirk li ser sînor herêma tampon ava bike. Êrîşa DAIŞ´ê çi be çêkirina herêma tampon jî nefsê wê ye. Eger Tirkiye dixwaze li dijî DAIŞ´ê bibe xwedî helwêstek, hingê divê serê pêşî dev ji dijminatiya xwe ya li dijî Şoreşa Rojava berde. Tirkye hîna jî li bendê ye ku DAIŞ Şoresa Rojava bifetisîne. Heta bi wê astê ku dema DAIŞ´ê çend gundên li dora Kobanê bi dest xistin, AKP´ê û çapemeniya hevalbendê AKP´ê weke zarokan kêfa xwe anîn. Hewl didin ku wê prestîja berxwedana YPG û YPJ´ê li hemberî DAIŞ´ê ji holê rakin. Ya rastî ew e ku DAIŞ her roj li Hesekê, Til Hemis û Girkê Legê li ser hev derban dixwe. Çapemeniya tirk hîç behsa van nake. Her propaganda dikin ku çi pênc, çi deh gundên li dora Kobanêya dorlêgirtî û di bin ambargoyê de ketine destê DAIŞ´ê. Wekî din tî zanîn ku nîvê van çend gundan ên Ereban in.
LI DIJÎ ÇÊKIRINA HERÊMA TAMPON, HERÊMA GEL A AZAD
Li dijî hewldanên Tirkiyeyê yên çêkirina herêma tampon û bikaranîna van deveran weke baregeh ji bo têkbirina Şoreşa Rojava, divê gelê kurd herêmeke di kontrolê de ya ku çeteyên DAIŞ´ê lê nikarin tevbigerin biafirîne. Heke wê bibe herêmeke tampon a alîkar ji gelan re, ev bi tenê dikare bibe "herêma gel a azad" a ku lê çeteyên DAIŞ´ê nikarin piyê xwe jî pê bixin. Lewma gelê kurd divê li Rûhayê li ser sînor herêmekê biafirîne ku ew bi xwe kontrol dike. Tevahiya sînor li Ruhayê divê bibe nuqteyên nobetê û meydana nobetê. Pirsûs, Bêrecûk û Serêkaniyê dikarin bibin baregehên vê meydana kontrolê.
DIVÊ GELÊ SERÊKANIYÊ JÎ HIŞYAR Û RÊXISTINKIRÎ BE
Dewleta tirk piştî Kobanê wê çeteyên DAIŞ´ê bera ser Serêkaniyê (li Rojava) bide. Lewma jî xelkê Serêkaniyê (li Bakurê Kurdistanê) divê hestyar û rêxistinkirî be. Divê pêşiyê bigire li êrîşa bi ser Serêkaniyê ve ya di ser şaredarê dewletê yê sempatîzanê DAIŞ´ê re. Jixwe ev endamê şerê taybet yê AKP´yî ji bo ku destekê bide şeteyên DAIŞ´ê yên faşîst ew kirin şaredar. Li dijî plana herêma tampon divê tavilê tevahiya gel, hêzên demokrasiyê, saziyên demokratîk û hêzên siyasî yên demokratîk bibin xwedî helwêst û dekûdolabên dewleta tirk li dijî Şoreşa Rojava pûç bikin."